
Hawirdekirina Herêma Kurdistanê 3,6 milyar dolar derbas kir
.
Birêvebirê Giştî yê Bazirganiya Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamil hûrgiliyên daneyên sala 2025an ji Rûdawê re eşkere kirin.
Newzad Şêx Kamil ragihand ku îsal Pergala ASYCUDAyê bi sedan milyon dolar zerer gihandiye bazirganiya Herêma Kurdistanê û qebareya hawirdeyê 3 milyar û 600 milyon dolarî derbas kiriye.
Newzad Şêx Kamil her wiha dema qonaxa duyem a elektronîkkirina forma xwarinê û mercên nû ragihandin û hişyarî da ku Bexda "bi zanebûn" bazirganiya li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê lawaz dike.
Birêvebirê Giştî yê Bazirganiya Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamil bû mêvanê bernameya Mijar a Radyoya Rûdawê û hemû amarên têkildarî forma xwarinê, pereyê genim, liv û tevgera bazirganiyê û çavdêriya bazirganiyê raxistin pêş çavan.
ASYCUDA û zerera bi sedan milyon dolaran li sektora bazirganiyê
Li gorî gotina Birêvebirê Giştî yê Bazirganiya Herêma Kurdistanê, ji ber ku di serê salê de ji aliyê Bexdayê ve Pergala ASYCUDAyê hat bicihkirin, du mehan sistî ket liv û tevgera bazirganiyê û zêdetirî 300 milyon dînar zerer çêbû lê heta dawiya salê dê dan û standin zêdetir bibe.
Newzad Şêx Kamil ji Rûdawê re got: "Sala 2025an, 2 hezar û 234 destûrên hawirdekirinê hatine dayîn ku bihayê wan 3 milyar û 609 milyon dolar bûye.
Lê sala 2024an hejmara destûran 2 hezar û 745 bû û bihayê wan 4 milyar û 661 milyon dolar bû. Heta dawiya salê dê ev hejmar wekî hev bibin."
Derbarê rêzbenda deriyên sînorî yên ji bo dayîna destûra hawirdekirinê, Birêvebirê Giştî yê Bazirganiyê got:
"Para şêr dikeve ber Deriyê Îbrahîm Xelîlê û di rêza yekem de ye. Paşê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê tê ku 190 destûr lê hatine dayîn.
Dûv re Deriyê Sînorî yê Başmax û Hacî Omeran tê û di rêza pêncem de Balafirgeha Silêmaniyê û paşê jî Deriyê Sînorî yê Perwîzxan tê."
"Bexda bi zanebûn bazirganiya li Perwîzxanê lawaz dike"
Di heyama borî de beşek ji bazirgan û xwediyên kar gilî ji wê yekê dikirin ku hikûmeta Îraqê ji bo ziwakirina çavkaniya dahata deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê kar dike.
Newzad Şêx Kamil got, "Li Deriyê Navneteweyî yê Perwîzxanê tenê 92 destûrên bazirganiyê hatine dayîn, ev jî hejmareke gelekî kêm e.
Sedema wê ew e ku Bexda li Deriyê Munziriye (Xusrewî) bi zanebûn karasaniya neyasayî ji bo bazirganan dike û rênimayan bi cih naîne, da ku bazirgan ji Perwîzxanê vekişin û herin wir.
Di demekê de ku ji me re dibêjin divê hûn rênimayan wekî xwe bi cih bînin."
Derbarê bicihanîna Pergala ASYCUDAyê de, Birêvebirê Giştî yê Bazirganiyê amaje pê kir, komîteyeke bilind di navbera Gumrik û Wezareta Karên Navxwe de hatiye pêkhatin û ew bi Bexdayê re gotûbêjan berdewam dikin, "Lê ew berdewam pirsgirêk û astengan ji bo bazirganên Herêma Kurdistanê derdixin."
105 destûrên hinardekirinê
Newzad Şêx Kamil li ser hinardekirina kel û pelan ji Herêma Kurdistanê ji bo welatên derve da zanîn, her çiqas hejmara destûrên hinardekirinê li gorî hawirdekirinê gelekî kêm e û îsal 105 destûr hatine dayîn, lê hewla hikûmetê ew e ku di sektorên cuda de qebareya bazirganî û hinardekirinê bilind bike.
Niha zêdetir berhemên çandiniyê yên wekî kartol, hinar, hingiv û sêv ji bo welatên derve tên hinardekirin.
"Bexdayê hîn 240 milyar dînarên cotkaran neşandiye"
Tevî ku werza wergirtina genim ji 19ê Tîrmehê ve bi dawî bûye, hîn beşeke zêde ya pereyê cotkaran nehatiye dayîn.
Newzad Şêx Kamil li ser vê yekê ji Rûdawê re got:
"Îsal 386 hezar ton genim li Herêma Kurdistanê hatiye wergirtin. Heta niha tenê du caran pere hatine (57 milyar û 15.5 milyar dînar).
Li gorî biryarê divê 500 milyar dînarên din bên şandin lê li gorî hesabên me, hîn 240 milyar dînarên pereyê cotkaran li cem Bexdayê mane."
Ev derengketin bandoreke xerab li ser cotkaran dike ku niha mijûlî werza nû ya çandiniyê ne.
Hemû hewla me ew e ku berî sala nû pereyê genimê cotkaran were şandin."
Qonaxa duyem a forma xwarinê; meha 12an dest pê dike
Birêvebirê Giştî yê Bazirganiyê derbarê pêvajoya elektronîkkirina forma xwarinê de ragihand ku ji sedî 93,91ê niştecihan (nêzîkî 5.5 milyon kes) hatine tomarkirin.
Di qonaxa yekem de zêdetirî 740 hezar welatî mabûn, lê niha li gorî daneyan tenê 294 hezar û 432 kes mane ku xwe tomar bikin.
Rêjeya xwetomarkirina di forma elektronîk de bi vî rengî ye:
Helebce: Ji sedî 96,80
Silêmanî: Ji sedî 93,68
Hewlêr: Ji sedî 94,14
Dihok: Ji sedî 93,67
Bi giştî li Herêma Kurdistanê Ji sedî 93,91ê welatiyan xwe tomar kiriye.
Newzad Şêx Kamil derbarê qonaxa duyem de zanyariyên nû eşkere kirin:
Dema destpêkirinê: Meha 12an a sala 2025an (Kanûna Pêşîn).
Xizmetguzarî: Zêdebûna zarokan, veguhastin, cudabûn û tomarkirina nû.
Mekanîzma: Bi rêya sepan û mobîlê dibe û pêwîst nake serdana fermangehê bê kirin.
Mesref: Pere bi dest nayê wergirtin, divê welatî "Mastercard"a wî hebe yan bi rêya karta kesekî din pereyê bide.
Pirsgirêka "Gluten"ê di ardê bayî de
Newzad Şêx Kamil li ser giliyê welatiyan ê derbarê cureyê ard de li xwe mikur hat ku pirsgirêkek heye û got:
"Pirsgirêk pêwendî bi cureyê genimê Kurdistanê ve heye ku madeya 'gluten' tê de kêm e.
Ev jî dike ku hinek caran ji bo nan pirsgirêkan derxe, loma gelek caran em neçar in ardê sifir tevlî bikin."
Wî eşkere kir ku armanca wan ew e heta dawiya salê 10 para ard û 8 para xwarinê belav bikin. Niha mijûlî belavkirina para ard a nehemîn in û ji sedî 80 temam bûye.
Bexda pereyê çakkirina embaran nade
Newzad Şêx Kamil amaje bi wê yekê kir ku ew pereyê xwarinê yê ku ji welatiyan dihat wergirtin ji sala 2022yan ve vedigere Bexdayê, lê hikûmeta Îraqê ti pere ji bo çakkirin û nûjenkirina embaran nade.
Newzad Şêx Kamil her wiha got, "Gelek caran ban û karebaya embaran xera dibin û pere nîne em çak bikin, em neçar in destê xwe li ber parêzgehan û Encûmena Wezîran vekin.
Ji bo çareserkirina vê yekê jî me biryar daye li gel her sîloya nû, 10 embaran li gel sîloyê çêbikin."
42 hezar serdan û nîv mîlyar dînar ceza
Yek ji erkên din ên Birêvebiriya Çavdêriya Bazirganiyê, çavdêriya biha û kontrola bazarê ye.
Birêvebirê Giştî yê Bazirganiya Herêma Kurdistanê dibêje, di nava îsal de, zêdetirî 42 hezar serdanên meydanî bo bazaran kirine.
Di serdanên wan de zêdetirî nîv mîlyar dînar ceza li binpêkaran hatiye birîn û zêdetirî 742 ton kel û pelên xerab û dema wan borî ji holê hatine rakirin.
Amara Çavdêriya Bazirganiyê li Herêma Kurdistanê 2025:
Serdana meydanî: 42 hezar û 715 serdanên meydanî hatine kirin.
Ceza: 1734 halet.
Cezayê binpêkirinê: 509 milyon û 116 hezar dînar siza li serpêçîkaran hatiye birîn.
Girtin: 237 market û embar hatine girtin.
Xwarina xerab û dema wê borî: 742 ton û 843 kîlogram xwarina xerab û dema wê borî hatiye jinavbirin.
RUDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin