Macron 15 roj mohlet da mela û waîzên ola Îslamê yên li Fransayê
.
A+A-
Bo "peymana nirxên Komara Fransayê" îmze bikin, Emmanuel Macron 15 roj mohlet da mela û waîzên li Fransayê.
Li gor Serokatiya Fransayê da zanîn, do Emmanuel Macron bi mela, waîz û Encûmena Fransî ya Ola Îslamê û neh yekîtiyên Îslamî yên Fransayê civiya.
Macron di civînê de daxwaz kir, encûmen û neh yekîtiyên Îslamî, peymannameyê gengeşe bikin û "nirxên komarî" yên li Fransayê nas bikin û bi eşkere bibêjin; "Îslam li Fransayê ol e, ne tevgereke siyasî ye", herwiha bi eşkere binivîsin; “Em ê ji bo bidawîkirina destwerdanên derve di karûbarên olî yên misilmanên Fransayê û ji bo nehiştina dilsozî û alîgiriya welatên din, bixebitin.”
Emmanuel Macron di civînê de diyar kiriye: “Ez dizanim helwesta hinek yekîtiyan ne zelal e, lê ez dixwazim ew helwesta xwe bi eşkere ragihînin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin