Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Li Swêdê piştgiriyê bidin Nûnerê Kurd Ezîz Aliş!

A+A-

Di 09.09.2018an de li Swêdê hilbijartinên giştî yên parlementoyê Swêdê heye!

Ji bona ku kurd di parlementoyên welatên Ewrûpa de cîh bigirin û bibin dengê kurd-Kurdistan û diyaspora kurd li derveyî welat;  hewcedarî bi helwesteke kurd û Kurdistanî heye. Mixabin Diyaspora kurd bê rêxistin e, ji ber hesabên piçûk belawela ye û ji hestekî kurdewarî û hevgirtî dûr e. Vê valahiyê her pişta me şikenandiye û em êşa wê dikişînin..

Di nava vê valahî û xemgîniya rewşa diyaspora kurd de, kurdekî dilsoz û kedkarê doza kurd li Swêdê ji partiya Lîberal nûnertiya xwe daniye.

Ev kurd EZÎZ ALIŞ e:

ezîz-alis.jpg

Wek ku em dizanin, di dema hewlên referandûma serxwebûna Kurdistanê de Partiya Liberal (Sörmlands Landstingspolitiker. Styrelse medlem i Liberalerna Eskilstuna) biryara piştgiriya serxwebûna Kurdistanê da! Yekem partî bû ku li Welatên Ewrûpa di wê demê de bû xwediyê biryareke wisa xwedî cihê şanaziyê ye.

Ez Kek Ezîz Aliş, ji salên 1970 ji Amedê de nas dikim. Di nav refên hêzên kurd û Kurdistan de bê rawest heta niha kar û xebatên xwe meşandiye. Kurd e, Kurdistanî ye û di hestên niştimanperweriya xwe de dikare bibe dengek, awazek ji bona kurd û Kurdistan.

Divê Kurd, li diyaspora kurd dev ji hesabên piçûk û ezezîyan berdin û xwedî berpirsiyariya neqandina nûnerên xwe bikin.

Kek Ezîz Aliş dengekî kurd û Kurdistanî ye. Divê bi gelemperî diyaspora kurd û taybetî jî kurdên Swêdê xwedî li vê gava kek Ezîz Aliş derkevin û li gor hestên kurd û Kurdistan dengên xwe bidin vî kedkarê doza kurd a bidehan salan..

Kek Ezîz yek ji me ye, bi tercîha xwe xwedî li kek Ezîz Aliş derkevin! Bi silav û rêz.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin