Li Şikefta Şanederê Mirovê Neandertal Hat Dîtin

Li Şikefta Şanederê Mirovê Neandertal Hat Dîtin

Li şikefta Şanederê ya li devera Barzan a Başûrê Kurdistanê, hestiyên mirovekî Neandertal ê 75 hezar berî niha hatine dîtin.

A+A-

Li şikefta Şanederê ya li devera Barzan a Başûrê Kurdistanê, hestiyên mirovekî Neandertal ê 75 hezar berî niha hatine dîtin. Ew hestiyên yazdehemîn mirovê Neandertal e ku li vê şikedrê tê dîtin û bi vê yekê careke din şikefta Şander, guhertinan di dîroka mirovatiyê çêdike.

Zanîngeha Cambridge ya Brîtanî ew dema 6 salan e ku lêkolînan li ser şikefta Şanederê dike û dixwaze bi rêya hestiyên kun û hatine dîtin, sedema jinavçûna mirovên Neandertal zelal bike.

Di heyamê 68 salan de, Brîtanyayê 11 caran hestiyên mirovên Neandertal li şikefta Şanederê peyda kirine, hemû birine welatê xwe û venegerandine.

Hestiyên mirovên Neandertalan ên ku pêştir hatine dîtin, li derve bûn û bi awayekî sirûştî ketibûne bin axê, lê vê carê ew hestî di nav çarçoveyeke weke qebrê de hatine derxistin, û ew yek nîşan dide ku mirovên Neandertalan miriyên xwe veşartine.

Heftiya bê ew peykera hestî dê ji bo Brêtanya bê veguhestin, da ku lêkolîn li ser bê kirin.

Emma Pomeroy, lêkolera hestiyan ji Zanîngeha Cambrdige ya Brîtanî dibêje: “Me pêştir ew rêyên nû nebûn, ku niha me hene, daku em bizanin ev hestiyên mirovekî veşartî ye, lê belê niha em hewla wê yekê didin, ku lêkolînê li serve şûnwarê giring bikin.”

Di sala 1960 de 9 hestiyên mirovên Neandertal hatibûn dîtin, sala bihorî jî hestiyên dehemîn mirovê Neandertal li şikefta Şanederê hatibû dîtin.

Serokê Tîma Birîtanî ya ku li şikesta Şanederê lêkolînan dike, Professor Graeme Barker dibêje, berê hestiyên mirovên Neandertalan dîrokeke 35 hezar salî nîşan didan, lê vê carê dê dîrokê biguhgere, ji ber ku ew hestiyê li şikefta Şanederê hatiye peydakirin, dîrokeke 75 hezar salî nîşan dide.

Professor Graeme Barker herwiha dibêje: “Bi hizra min şikefta Şanederê beşdar dibe di dîtina bersiva vê pirsê ku çima Neandertal ji nav çûn. Ev bersiveke sade û hêsan nabe, bersiva heyî ev e ku Neandertal weke me serkeftî nebûn, an jî em bêjin, hemosapiyan kêmtir serkeftî bûn.”

Sala 1951an, bo cara yekemîn kolîn û lêkolîn di Şikefta Şanederê de hatiye encamdan.

Rêveberê Rêveberiya Şûnwarên Soranê, Ebdulwehab Silêman ragihand: “Şikefta Şanederê bû ev cihê ku êdî her kes li cîhanê lêkolînan li ser şûnwaran bike, dive vegere bo vê şikeftê. Dîtina sedema jinavçûna mirovê Neandertal jî bi rêya Şanederê, pêgeha Herêma Kurdistanê di warê şûnwaran de li cîhanê dide nasandin.”

Şikefta Şanederê, mezintirîn şikefta li Iraqê û Herêma Kurdistanê ye.

Li Başûrê Kurdistanê, zêdetir ji 3,000 navçeyên dîrokî û şûnwarî bi fermî hatine tomarkirin, û salane tîmên biyanî tên û lêkolînan li hin navçeyan dikin.

Qayimeqamê Mêrgesorê, Xefûr Malesiwar jî ragihand: “Li gor yasa û rêkeftinên niha yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ew parçeyên şûnwarî ku tîmên biyanî dibînin, piştî lêkolînan û pişkinînên pêwîst, divê bo Herêma Kurdistanê bêne vegerandin û ew milkê Herêma Kurdistanê ne.

 

ekran-goruntusu-3460.png

ekran-goruntusu-3461.png

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin