Li Ser Dîwana Hiş, Wijdan û Şoreşa Xwebûnê: Hevdîtina Mîr Hazim Tehsîn Beg û Civaka Êzdî li Oldenburgê
Pêvajoya dîrokî û guherînên sedsala me nîşanî me didin ku parastina mîras û nasnameya civakî tenê bi riya diyaloga rasterast, xwebûn û hişyariya neteweyî û olî pêkan e. Di vê çarçoveyê de, Hevdîtina Mezin a ku di 7'ê Îlona 2026'an de ji bo Mîrê Êzdiyên Cîhanê, Mîr Hazim Tehsîn Beg, li Mala Êzdiyan a Oldenburgê pêk hat, ne tenê civîneke asayî an hevdîtineke fermî ya bi grûp û kesayetên siyasî re bû; belkî qadeke kûr a hişmendî, wijdan û nûjenkirina têkiliyên nifşan bû.
Diyaloga Rasterast û Girîngiya Parvekirina Raya Giştî
Ez gelekî dilxweş û serbilind bûm ku di nav atmosfera civînê de, kesayetiyekî naskirî û siyasetmedar ji min re ev nirxandina hêja kir: „Daxuyaniya ku te ji bo Raya Giştî û Civaka Êzdî* parve kiribû, bû sedem û zemînek kûr ku îro Mîr Hazim Tehsîn Beg û hevjîna wî ya rêzdar Meyan Xatûn li vê hola Mala Êzdiyan a Oldenburgê bi xelkê xwe re rûbirû bipivin, bi vekirî dîtinên xwe bibêjin û guh bidin daxwaz û pirsên beşdaran.“
Ev berteka kûr dide xuyakirin ku nivîs, lêkolîn û daxuyaniyên ku li ser bingeha hişmendî û wijdanê tên amadekirin, dikarin wek pênên nirxdayî pira di navbera dîroka kevnare û rêberiya olî-civakî de ava bikin.
Eslê Êzdiyatiyê: Ji Siyaseta Partiyan Heta Dilsoziya Mîrasê
Ev civîn ne hevdîtineke bi grûp û kesayetên ku berjewendiyên wan bi dewlet an partiyên siyasî yên ne-Êzdî re girêdayî ne bû. Li wir ruhê rastîn ê Êzdiyatiyê serdest bû. Rêzdar Meyan Xatûn û Mîrê Êzdiyên Cîhanê rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg di nav atmosfereke tijî hestên dilsoziya hevseng û xurt de axivîn. Di peyamên xwe de spasiya endam û rêvebirên „Mala Êzdiyan a Oldenburgê“ kirin û teqez kirin ku ew bi serbilindiyeke mezin mîrasa Mîrantiya Êzdîxanê, nasname, ziman, çand û nirxên pîroz ên Êzdiyatiyê diparêzin.
Wekî din, wan destnîşan kir ku ew her dem amade ne li gorî derfet û zanîna xwe piştgiriya hemû têkiliyên rêxistin, sazî, mal û komelên Êzdiyan yên herêmî û navneteweyî bikin, da ku ev mîrasa pîroz û dewlemend bi awayekî zindî û hevgirtî ji nifşên îro bigihîjin nifşên paşerojê.
Mala Êzdiyan a Oldenburgê û Rola Civakî
Ez bi taybetî spasiya nêzîkbûna germ û ked û xebata Serokê Malê birêz Îlyas Yanç û endamê komîteya rêveberiyê kekê Tekîn Karavul dikim. Li gorî şopandin û nirxandina min a zeviyê:
• Tevî ku hinek kêmasî di amadekariyên pêşîn de hebûn,
• Tevî ku beşdarbûna ciwanan û piştevanên projeyên malê li gorî pêwîstiyê nebû,
• Dîsa jî rêvebirina civînê û sazkirina vê peywendiya rasterast gelekî binirx, dîrokî û pîroz bû.
Di vê hevdîtinê de bi zelalî diyar bû ku êdî rewşenbîr, lêkolîner û rêvebirên saziyên çandî û komelên Êzdiyan yên li Almanyayê di asteke wusa de ne ku dikarin bi wêrekî û berpirsiyarî fikrên xwe eşkere bikin, guh bidin hevdu, ji tecrubeyên yek du sûd wergirin û ji bo paşerojeke bihêztir û ronîtir nêzîkî hev bibin.
Mînakên Peyamên Beşdaran
Dema ku em li kaset û kilîpên amadebûyan guhdarî bikin, em bibînin ku sê xalên bingehîn derdikevin pêş:
1. Pêwîstiya Yektiyê û Avakirina Meclisê: Axaftvanan bal kişandin ser wê yekê ku parastina ziman û çandê tenê bi riya yektiyeke xurt û sazbûna Meclisa Êzdiyan a li Ewropayê pêkan e.
2. Rola Malbatê û Dê û Bavan: Hatiye teqezkirin ku keleha yekem a parastina ola Êzdiyatiyê mal e; perwerdekirina zarokan bi ziman û erf û adetên kal û baban berpirsiyariya yekem a malbatê ye.
3. Rêzdariya ji Mezinan û Rêberiyê re: Rêzdariya ji rêberiya olî û çandî re, baweriya bi xwebûnê xurt dike û rê li ber windabûna nasnameyê di nav civakên biyanî de digire.
Encam û Hêviya Paşerojê
Ya rast, min û Mîrê Êzdiyên Cîhanê rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg dixwest ku piştî civînê hevpeyvîneke berfireh ji bo raya giştî û civaka Êzdiyan amade bikin, lê ji ber tengasiya wextê û qelebalixiya bernameyê me nekarî vê di wê gavê de pêk bînin. Hêvîdar im ku em ê di derfeteke nêzîk de vê erka xwe ya lêkolînerî û neteweyî bînin cih.
Ez çend wêneyên girîng ên civînê û yên xwe yên tevî Mîrê Êzdiyên Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg pêşkêşî we dikim.









YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin