Li Semsûrê Di Zinarên Asê de Şikeftên 3 tebeqe/trîbleks!

Li Semsûrê Di Zinarên Asê de Şikeftên 3 tebeqe/trîbleks!

Nepenî/mîstîkîya Şikeftên 3 tebeqe/tribleks yên li gundê Kergûrokê ya bi ser Kehta ya navçeya bajarê Semsûrê hate eşkerekirinê.

A+A-

Nepenî/mîstîkîya Şikeftên 3 tebeqe/tribleks yên li gundê Kergûrokê ya bi ser Kehta ya navçeya bajarê Semsûrê hate eşkere kirinê.

Ew şikeftên ku berê kes nedikarîya bikevine navê, ji ber wî jî heta niha nepenîtîya xwe parastibû, bi alîkarîya sazîya AFAD a Semsûrê kesên pispor karîn bikevine navê. Û hinekî alîyê wan yên nepenî eşker bikin.© DHA /

Desteya pispor ya ku karîne bikevine şikeftan ronî dikin ku, şikeftên bi 100 mêtreyîyên dirêjên di nav zinaran de û bihev ve girêdayî yên ji erdê 40 mêtre li jor hatine çêkirinê, 1800 sal berê  xeynê tebeqeya zemîn şkeftên 3 tebeqe/trîbleksî bi awayê bînasazîya xwe pisporan di heyretê de dihêlin.

Pisporan di dema lêkolînê de li du cîyên ji hev cûda rastê du kîtabeyan tên. Li gor pisporan yek ji wan kîtabeyan dîyar dikir ku yek ji wan şikeftan cîyê ayîna Key/qiralîyetê bûye.

Cîgirê Gerînendeyê Muzeyê ya Semsûrê Mehmet Alkan li ser Şikeftan dibêje ku;"Ev şikeftana nêzîkê 100 mêtre bi bilindahî sê tebeqe/trîbleks û di nav de jî bi rêya derenca/pêlekanan bihev ve girêdayî ne. Û di nava wan de 2 kîtabe hatine dîtinê. Li ser yek ji van kîtabeyan "Şikeftên Baxîos" tê xwendinê. Li ser kîtabeya dinê jî, "Nevî û Kurê Keya ya Mezin Keya Mîthradates e. Eva jî dikare cîyê ayînê ya Keya/Qiral Mîthradates a ji Keyayên Komagenê be".

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin