
Li Mêrdînê rêvebirên HDP û DBPyê hatin girtin
Li bajarê Mêrdîn yê Bakurê Kurdîstanê 4 rêvebirên HDP û DBPyê bi tometa "daxwaza cudakirinê" hatin girtin.
Li bajarê Mêrdîn yê Bakurê Kurdîstanê 4 rêvebirên HDP û DBPyê bi tometa "daxwaza cudakirinê" hatin girtin.
Li bajarê Merdînê Endamên Meclisa HDP Alattin Semîr Zuhurlu, Sedat Ay, Hevserokên DBP Şexmus Sun û Leyla Bozkurt hatin girtin û Hevserokên Şarawaniya Nesêbînê hat serbestkirin.
Polîsan 7 siyasetmedarên Kurd ku beriya 2 rojan binçav kiribûn, duhî bi heceta di kombûnek li avahiya HDPê de propagandeya cudaxwaziyê kirine biribûn pêş dadgehê û 4 kes ji wan bo zîndanê hatin şandin.
Serdozgeriyê bi şerta bin kontrolê de bin, 3 ji van siyasetmedaran serbest kirin.
Her wiha Hevserokê DBPê yê Sultangaziya Stenbolê Ismail Ateş jî bi heceta di torên civakî de behsa cudaxweziyê kiriye, 6 sal û 3 heyv cezayê zîndanê lê hate birîn.
Di dema dadgehkirinê de, parêzer, parlamenter û malbatên siyasetmedaran jî amade bûn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin