Li Kurdistanê li dijî bikaranîna madeyên hişber çalakî tên lidarxistin

Li Kurdistanê li dijî bikaranîna madeyên hişber çalakî tên lidarxistin

Di roja cîhanî ya rûbirûbûna madeyên hişber de, li ser asta Herêma Kurdistanê çend çalakiyên cor bi corê tên lidarxistin.

A+A-

Di roja cîhanî ya rûbirûbûna madeyên hişber de, li ser asta Herêma Kurdistanê çend çalakiyên cor bi corê tên lidarxistin. Ew yek di demekê de ye, ku li gor amarên fermî, rêjeya bikaranîna madeyên hişber li Herêma Kurdistanê zêdetir bûye.
 
Derbarê çalakiyên li Hewlêra paytext de, peyamnêra Rûdawê Dilniya Rehman ragihand, di roja cîhanî ya rûbirûbûna madeyên hişber de, li ser asta Herêma Kurdistanê dê çend çalakiyên cor bi cor bêne encamdan. Yek ji wan çalakiyan li Hewlêrê dibe û Konferansa Afetên Madeyên Hişber e, ku biryar e îro demjimêr 10:30 li Hola Şehîd Seid Ebdullah bi amadebûna Wezîrê Ewqafê yê bi wekalet û Wezîrê Tendirustî û hejmarek berpirsên hikûmetê û rêxistinên taybet bi vî warî were lidarxistin.
 
Herwiha di berdewamiya çalakiyan de biryar e her îro demjimêr 17:00, Rêxistina Rewşenbîrî û Hoşyariya Dijî Madeyên Hişber, li Navenda Rewşenbîrî çend çalakiyan saz bike, ji wan jî vekirina pêşangehekê û nimayişkirina çend posteran ku têde derbarê madeyên hiçber d eagahî û hoşyarî têne dayîn.
 
 
Li gor zanyariyan, rêjeya bikaranîna madeyên hişber li Herêma Kurdistanê sal li pey sale zêdetir bûye. Li gor daneyên fermî di şeş mehên yekem ên îsal de, nêzîkî hezar kes bi tometa bikaranîn û bazirganiya bi madeyên hişber hatine girtin.
 
Netewên Yekgirtî roja 26ê Hezîranê weke Roja Cîhanî ya Rûbirûbûna Madeyên Hişber û Bazirganiya bi Madeyên Hişber nav lê kiriye û her sal di wê rojê de li seranserê cîhanê çalakî tên lidarxistin.
 
Netewên Yekgirtî derbarê bikaranîna madeyên hişber li cîhanê de, raportek belav kiriye. Li gor amarên NY, ji her 20 kesên ku li cîhanê dijîn, kesek madeyên hişber bikar tîne û salane bi dehan hezar kes jî ji ber bikaranîna wan madeyan canê xwe ji dest didin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin