Li Kirşehirê welatiyek ji ber Ala Kurdistanê tê ceza kirin

Li Kirşehirê welatiyek ji ber Ala Kurdistanê tê ceza kirin

Li bajarê Tirkiyê yê Kirşehîrê, welatiyekî bi navê Berzan Ozdemir ji ber ku tîşortê Ala Kurdîstanê lê ye li xwe kir, hat lînckirin

A+A-

Li bajarê Tirkiyê yê Kirşehîrê, welatiyekî bi navê Berzan Ozdemir ji ber ku tîşortê Ala Kurdîstanê lê ye li xwe kir, hat  lînckirin. Her wiha bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz li wî û li du xizmên wî hat vekirin.

Berzan Ozdemîr di 20ê mijdara 2018an de ji bo kar ji Amedê çû bûKirşehîrê. Ji ber ku Ozdemîr tîşortê Ala Kurdîstanê li ser li xwe kiribû bi hinceta “propaganda rêxistinê” doz lê hat vekirin. Dadgehê ji Ozdemîr re di navbera salek û 5 salan de cezayê girtîgehê dixwaze. Her wiha doza propagandayê li du xizmên Ozdemir jî hatiye vekirin. 

Dozgeriya Komarê ya Kirşehîrê lêpirsîna xwe temam kir û di çarçoveya îfadeyên êrîşkaran de îdianame derbarê mexdûran de amade kir. Derbarê Remzî, Serhat û Berzan Ozdemir ên xizmên hev, bi îdiaya “propaganda rêxistinê” îdianame hat amadekirin. 

Ala fermî ya Herêma Kurdistanê ku li ser tîşortê Berzan Ozdemir bû wek ku ya PKKê be hatiye nîşandan û wek “qaşo perçeyek potik” hat nirxandin. Îdianeme ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Kirşehîrê ve hat qebûlkirin û wê danişîna wê dozê 18ê Tîrmehê were  dîtin.

Hêjayî gotinê ye ku, Ala Herêma Kurdîstanê ango Ala Rengîn, ala fermî ya Herêma Kurdistanê ye, destûrî ye û li ser asta cîhanê wekî nîşaneya Rêveberiya Herêma Kurdistanê tê naskirin.Di serdana dawî ya Serok Mesud Barzanî bo Tirkiyeyê ew Ala ligel Ala Tirkiyê li Enqerê û Stenbolê hatibû hildan lê heman ala, îro wekî “remza rêxistina terorê” tê şîrovekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin