Li Îranê 406 kesên din bi Koronayê mirin

Li Îranê 406 kesên din bi Koronayê mirin

.

A+A-

Li Îranê 406 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 8700 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 8 hezar û 772 kes li Îranê bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîşt 654 hezar û 936 kesan.

Wezareta tenduristiya Îranê her wiha da zanîn, ji duhî de 406 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîşt 36 hezar û 985 kesan.

Li Îranê hejmara nexweşên Koronayê yên ku baş bûne jî gihîştiye 505 hezar û 287 kesan.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin