Li Hewlêrê wê Konferansa Edebîyata Nûjen a Kurdî pêk were

Li Hewlêrê wê Konferansa Edebîyata Nûjen a Kurdî pêk were

Ji Tirkîyeyê edîtorê bianet kurdîyê Murat Bayram, helbestvan Berken Bereh, rojnameger Ali Duran Topuz, nivîskar Pinar Yildiz û derhêner Kerem Tekoglû wê beşdarî festîvalê bibin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezareta Rewşenbirî û Lawan ya Herêma Kurdistanê wê Yekem Konferansa Edebîyata Nûjen a Kurdî pêk bîne. Konferans di navbera 19 û 21ê Kanûna Paşîyê de li Hewlêrê wê bi rê ve biçe û gelek nivîskar, derhêner, sînemager û rojnamegerên kurd wê beşdarî festîvalê bibin.

Ji Tirkîyeyê jî edîtorê bianet kurdîyê Murat Bayram, helbestvan Berken Bereh, rojnameger Ali Duran Topuz, nivîskar Pinar Yildiz û derhêner Kerem Tekoglû hatine vexwendin.

Rojê çar panel wê bi rê ve biçin

Konferans 19ê Kanûna Pêşîyê li Holî Rewşenbîrî saet di 16.00ê de bi xwendina helbestan wê dest pê bike. Tevlî helbestvan Berken Berehî wê çar helbestvan di vê bernameyê de cih bigirin.

Di Konferansê de wê rojê çar panel pêk werin ku du ji wan serê sibê, du jî wê piştî nîvro be.

Edîtorê bianet kurdîyê Murat Bayram wê di panelê de behsa “rojnamegerîya edebî” bike ku di sala 2018ê de bi vê formatê pirtûka bi navê “Belkî Îşev Binive” nivîsandibû. Bayramî di pirtûka xwe de behsa wan bûyeran kirîye ku dema qedexeya derketina derve li Sûr, Farqîn, Lice, Cizîr, Silopya, Şirnex û Nisêbînê qewimîne.  

Nivîskar Pinar Yildiz wê li ser xebatên kirmanckî ango zazakîyê û nivîskarîya xwe ya bi vê lehceyê bisekine.

Di bernameyê de wê belgefilma Kerem Tekoglûyî were nîşandan.

Çavkanî: Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin