Li Efrînê teqîneke bihêz pêk hat!

Li Efrînê teqîneke bihêz pêk hat!

Li Efrînê teqîneke bihêz pêk hat piştî teqînê deng avêtina guleyan jî hat bihîştin.

A+A-

Li Efrînê teqîneke bihêz pêk hat piştî teqînê deng avêtina guleyan jî hat bihîştin.
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, îro demjimêr 10:00 otombîleke bombekirî li nava Efrînê li ser riya Efrîn - gundê Tirindê nêzîkî kargeha Xertûman teqiya.
Wî jêderî amaje bi wê yekê kir, piştî teqînê dengê guleyan li nava Efrînê tê bihîstin. Rewşeke awarte û aloz li nava Efrînê çê bûye  û kesek newêre ji mala xwe derkeve.
Derbarê ziyanên canî de wî jêderî got, hejmarek ambulansan gihîştin cihê teqînê, lê nayê zanîn hejmara kuştî û birîndan çend e.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin