Li Bakurê Kurdistanê pêwîstiya Kongreya Neteweyî (II)
Îbrahîm GUÇLU
Li Bakurê Kurdistanê, piştî Peymana Dewlet-Bahçelî-Ocalan ya 27ê Sibatê, xeteriya Dewletê û PKKê ya 50 salî bû 2 qet û qonaxeke nû ya gelek tevlihev û xeter dest pê kiriye.
Dewleta Kolonyalîst ya Tirk, piştî ku ava bû tunekirina neteweya Kurd û tirkkirina Neteweya Kurd ji bona xwe kir stratejîka dewletê.
Dewlet û berpirsên dewletê di wê nêrînê de ne ku bi Peymana 27 Sibatê ev stratejiya ku piştî damezrandina Dewleta Tirk ya Kemalîst ji bo Neteweya Kurd dest pê kiribû, tê dawî.
Dewleta Kolonyalîst ya Tirk, bi bi deste xûlamê xwe Ocalan û PKK, beşek birayê me Kurd jî, ji xwe re kirin dûvik û îhtîyadî qewed. Loma qerektera dijminên me jî hat guhertin û di hemandem de dijminê me ji bere jî xûrttir e.
Li hemberî vê xeteriyê û dijminê xûrt divê her kurdek, kurdperwerek, rêxistinên Kurdistanê, civata kurd, pêşengên civatê bi hişmendiyeke neteweyî tev bigerin
Heger bi awayekî nû aktören potansiyala neteweyî, xwe neguherînin, nebin yek, bi berpirsiyariya welat û netew bi hev re tevnegerin, nikarin zora dijminê xurt bibin.
Şik tune ye ku li Bakurê Kurdistanê potansiyeleke mezin ya neteweperest heye; ji Rêxistinên Siyasî û Sivîl, Pêşengên Civatê, Kesayetiyên Kurdperwer, rewşenbîran, hûnermendan pêk hatiye, heye.
Lê ev potansiyala neteweyî ya ji gelek aktoran pêk tên, ji hev dur in. Bi hev re di rêzekê de nameşin û tevnagerin. Potansiyala civakî û neteweyî nikarin derbasî hereketê bikin.
Aktorên cuda yên potansiyala neteweyî çê dikin jî, bersîva demî ya neteweyî nikarin bidin, statuparêz in, nûjen nînin, hewcedarî guhertinê ne jî.
Şik tune ye ku kesayetiyên serbixwe yên kurdperwer jî, ji bona tevgereke nû û helwesteke nû ya nûjên ne amade ne. Divê ew jî bên guhertin.
Pêşengên civakî yên karbidest jî, hezar mixabin ji bona ku di nav tevgere Neteweyî de cîh bigrin, xwediyê pirsgirêkên mezin in.
Loma divê hemû aktören neteweyî di platformekê de, bi hişmendiyeke azad û neteweyî bên cem hev. Ji hev re rêzdar bin û hiqûqa hev nas bikin.
Gelek aşkere ye ku kare yekem hemû aktören neteweyî; partî û rêxistinên sivîl yên Kurdistanê, kesayetiyên neteweyî, pêşêngên civatê yên karbidest (beg, serokeşîr, şêx, axa,mele) di platformekê de bên cem hev.
Di platformê de hemû fikren cûda bi azadî cîh bigrin. Platform, di derbarê fikir û felsefeyan de û di derbarê qetmanên civakî de û di tevgerên Siyasî de rengîn be. Ew fikren rengîn, hemû di derdora pirsgirêke welêt Kurdistanê, neteweya Kurd de realîze bibin.
Ev Platforma: KONGREYA NETEWEYÎ YA BAKURÊ KURDISTANÊ ye.
Beriya kongreye hewcedarî bi civîneke giştî heye ku hemû terefên Kurd û Kurdperwer û Neteweyî beşdar bibin. Ev civîna ji bona ku hemû Kurdên li welêt û li derveyî welêt Kongreyeke Neteweyî organize bibe biryardar be.
Ji bona ev civîna ku Kongreya Neteweyî têde bibe biryar, civîna “Destpêka Nû” ya dixwaze li dar bixe, divê bi hemû terefên neteweyî û aktören neteweyî bê amade kirin.
Dema di civîna Giştî de, Kongreya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê bû biryar, divê di civînê de Komîteya Amadekar ya Kongreya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê bê hilbijartin.
Lê civîn di hemandem de Komîteya Amadekar erkdar bike ku ew bikare Komîteya Amadekkar bi beşdarên nû fireh bike.
Ev komîteya, ji bona Kongre amade bibe, li hûndırê welêt û li derveyî welêt bi aktîfî û profesyoneli xebat bike.
Di Kongreyê de jî, divê Bernameyeke Nû, Rêûrêbazeke Nû, Destûr û Hiqûqe Nû û Aweayê Têkoşîneke Nû bibe biryar.
Divê êvebiriyeke otonom û azad jî bê hilbijartin. Ew rêvebiri ji bona ku Yekîtiya Neteweyî ya bi rêxistinekî nû, bi bernameyeke û hiqûqûqeke nû birêve bibe, raste rast ji nûnerên kongreyên bên hilbijartin.
Ev rêvebiriya OTONOM be.
Rêvebiriya OTIONOM di biryarê xwe de serbixwe bibe. Berjewendiya Welêt Kurdistanê û Neteweya Kurd bide ber çav. Têkoşîna Azadî û serxwebûna Kurdistanê rêxe û birêve bibe.
Her aktorekî Kongreya Neteweyî yekrêz bike, ew jî biryarên rêvebiriyê cîbicî bikin.
Diyarbekîr, 09. 06. 2025