Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Ma gelo serxwebûn nêzîk bûyîye !

A+A-

 Nuri Aldur

Bê goman fenomena serxwebûnê ne hêsane; sed û belkî jî hezar zahmetî (problem, şert, tehdît, zilim, şer ûhw….) hene. Balam evan hemî zahmetîyan ne ji ”încîl anjî ji qûranê ne” û ne jî ji qanûnên Neteweyên Yekbûyîne. Rewş û politîka der û dor û dinyayê , rola xwe yî herî giring heye. Eger hinek ji dinya bi qûwet bixwazin ku  serxwebûna Kurdistanê bêt nasîn, mesele pir hêsan dibê; na, eger ewan nexwazin jî (kî hata niha her wisaye) helbet pirsgirêk hîç çareser nabê; mesele wilqasî vekirî û zelale.                         

Lê li gor polisy anjî qanûnên enternasyonal(folkrätten-bi swêdî) sê krîterên pêwîst hene ku di jîyana rojanede pêk tên/tedbîq dibin, da dewletek mîna DEWLET bêt qabûlkirin û bêt nasîn. Pekî çine evan krîteran ?                                                                                      

Ew krîteran evanin:                                                                                                                

1) eger dewletek coxrafyaka/erdnîgerîyeke xwe hebê                                                                 

2) eger li ser vê xakê/li ser vê coxrafyayê gelek/neteweyek/miletek hebê                                                                                     

3) eger hûkûmetek ku kontrola xwe li ser gel û vê coxrafyayê hebê Û di salên 1990 an de krîtereke çaremîn ji alîyê Yekîtîya Awrûpa(EU-bi swêdî) hat damezrandin û ewe jî eve                                                        

4) ku eve dewlet mafê merovan(mäskliga rättigheter-bi swêdî) binasê û wan tedbîq bike ye”. çavkanî: ji Youtube. werger:n.a 

Her kesekî ku bi ojdan û demokrat/hûmanîst be, di zanê ku îroj li başûrê Kurdistanê evan her çar krîteran, li gel hinek kêmayîyan jî be, hene û di jîyanêdene. Pêşketinên infra-struktur (bingehînên teknolojî, sosyal/civakî ûhw…) di qadake bilind de ye, pluralîzmeke(pir partîtî, media, dadgeh û gelek enstîtûyên ûhw….) ku ji her çar dewletên dagirker baştir û maqûltire di jîyana îroj li başûrî welatê me de realîteke. Lê  li bêxwedîya Rojhelata navîn û nexasim jî li van dewletên dagirker de – ojdan li ku heye?, demokrasî û hûmanîzm li ku heye? Eve jî pêkan/mûmkûn nîye;  eve dibêt mîna ku merov li çolên Sahara yê li ava cemidî bigerêye.                                                                             

Hemû hûkûmetên ku li Baxdad hatin û çûn(tek tûk ferd/şexs xaric) xwedî panarabîzm bûn û di mesela Kurdistande ji Saddam ne gelekî baştir bûn. Hinek ji wan li dijî kurdan sîlah/şer bi kar anîn(li Kerkuk) û dijminatîya kurd û Kurdistan dikirin û niha jî  dikin. Berî bi çend mehan min di nivîseke birêz Ismail Beşîkçîde xwend ku ”serokwezîrê Iraqê/   Saduni  li Ankara gotîye ku ewan bi federalîzmê xeletî kirin”.De vêce werin û ”vî  kerî di  vî borîre derbas bikin”. Mêrik ji rehetî û xweşîya kurdan acize û poşmana ku kurdan hinek mafên xwe girtine.  Eve îspat dike ku Baxdad/saddamokên nû,  nifşên ”şabel erebên” nû,  hêjî xwedî zihnîyetên pîs û gemarîne û çavên wan barnabê ku kurd bibne xwedî hûzûr û serbestî/azadî.                                                                                                   

Lê li gor şopandina minî van rojan, serokatîya başûr gelek aqilana û cesûr haraket dike û eve hem moral û hem jî cesaretê didê me kurdan. Ewan dixwazin hemî probleman bi rêça  ”guft go”yan bikin, dîplomatîyê bikin û rasta jî û ez/em hemî jî wilo dixwazin, ji ber ku şer û kûştin ne başa û bo me kurda hê xerabtirre.  Başûr ji Baxdad gelekî (bi hemî awayan) pêşketîtir û moderntirre û lewra jî em şer naxwazin û em her li gel dan û standin, guft û goyan û dîplomatîyê ne; lê divêt em vê jî bibêjin ku bi rastî jî,  hûkûmeta kurd di warê dîplomatîyê de texsîr nakê  û ewan zîrekin.                                                              

LÊ  DÎSE  JΠ GELEK  BAŞA Û PÊWÎSTE KU PÊŞMERGE HEYE Û DIVÊT HEBÊ JÎ Û HER BIJΠ PÊŞMERGE.  

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin