Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Şêxên Xendeqiyan Şêmsanî û pîrên wan jî pîrê hacî elî bûn e

A+A-

Kemal Tolan

Wekî her olek û miletekî li cîhanê ku ûrf û edetên xwe yên taybetî hene, wisa yên me Êzdiyan jî sed û hedên me hene. Bi dîtina min çiqas jî li ser Êzdiyatiyê hati be nivisandin, hêja jî gelek sed û hed, delîl û dokumentên Êzdiyatiya me ya berî dema zayîna Îsa pêxember û Şêx Adî (di sed sala 1062) hinda ne. Sedemên van kêmasî û valehiyan jî ev “heftê çar” fermanên bi serê Êzdiyan ve hatinenin û ji ber em Êzdî gelek caran ji cîhên xwe koçber bûne ye.

Şêxên Xendeqiyên Mirîd ji binemala şêxê Şêşims in

Belê di zargotin û lêkolînan de jî xwanê dibe û min di pirtûka xwe ya sala 2000 de daye xwanê ku, “Xwedanê van her heft Xendeqiyan “Himeydî, Axikî, Îdikî, Geverî, Wesikî, Qadoxkî û Kaşaxî yan Şemsanî ye”*1-36

Min di pirtûka xwe ya sala 2005 de*2 jî bi dirêjayî daye xwanê ku,  „pêşiyên me Êzdiyên Xaltî,  berî her kesî pîrozî û meznatiya Xwedanê rojê ku, di dokumentên mîtolojiya kevn de weke şemeş, şamaş, şimayîl, şems, şams û whd. hatiye binav kirin naskiriye.

Lewma ye em Êzdî hêjî di nava ilm, sed û hedên xwe de dibêjin: „Roj nûra Xwedê ye, Roj qubleta me ye , gava germaya rojê li ser û bin erdê de tunebe, dê jiyan, xêr û bereket jî li vê dinya yê tûnebe û whd.

Bi dîtina min, pîrozî û meznatiya Xwedanê rojê ji Êzdiyatiyê derbasî olên dinê buye. Roj di mîtolojiya gelek olan, tevayiya mîletên arî (îndo-ewropiyan) û bi taybetî jî di nava Êzdiyatiyê de symboleke herî mezine.

Em Êzdiyên Xaltî vêga hêjî ji bo xêr û berekata rojê (Şêşims) li ser vê dinya yê her berdewam be , gelek duha dikin, qurbanan (hêjî li Lalişê serbira gayê Şêşims) didin, rojiyan digrin û cejnan pîroz dikin.

Ya rast di nav zargotinên me Êzdiyan de li ser pîrozî û menfêata nûra rojê gelek mînak hene û ez nikarim niha li ser tevan rawestim . Tenê dixwazim , navê hinek diha û dirozên ku rihaniyên tevaya Êzdiyan û hinek ji Xendeqiyan hêjî li ser meznaya Xwedanê(Melekê) rojê (Şêşims) dikin birêz bikim:

Beyta Subê(Beyta Şêşims) - (Binêre li Ferzên Êzdiyatiyê rûpel: …..)

Beyta Cindî (Binêre li Ferzên Êzdiyatiyê rûpel: …..)

Duha Fecrê (Şeveqê?) (Binêre li Ferzên Êzdiyatiyê rûpel: …..)

Duha Subê (Binêre li Ferzên Êzdiyatiyê rûpel: …..)

Duha Hêvarî (Binêre li Ferzên Êzdiyatiyê rûpel: …..)

Beyta Êvarê (Binêre li Ferzên Êzdiyatiyê rûpel: …..)

Duha berî razanê (Şehda Dînî)(Binêre li Ferzên Êzdiyatiyê rûpel:..)

Wekî dine jî gava Êzdî radibin, rûdinên, di bîhnijin, berê xwe didine xêr û şeran, bi rê yekê ve diçin, di gelek sond û adên xwe de dibêjin: „Ya Şêşims xêr, bi Şêşims ê Xwedanê te, bi hemeta Xwedanê rojê, ya bi quweta Xwedê û Şêşims, Şems bi hawar û gaziya me ve were, Bi Şêşimsê mêfera evdê Êzdî, bi Şêşimsê Xwedanê risq û qismeta û whd.

Dema roj diçe ava û şunde, Êzdî gora miriyan na kolin û dibêjin:” Dergehê xêr û şeran hatiye girtin”.

Li gorî zanîna xwe dibêjim, em Êzdî ji bo dinya ji hemû ruhilberan re xweş bive, ji destpêka meha kanûnê şûnde de gelek rojiyan ji hemû Xwedanê (Şêşims, Xwedan, Êzî û whd.) xwe re digrin û cejnên wan pîroz dikin. “*2

„ŞEMSANÎ “Navê vê malbata şêxa hina di dema berî Şêx Adî de û ji qedîm ve hebûye.”11

Weke ku di lêkolîn û zargotina me de xwanê dibe, ev binemala bi navê kurê Êzdîne Mîr yê mezîn Şêşims hatiye binavkirin.

Lêkolîn dibêjin, “Binemala şêxên Şemsaniyê weha ye:

Şêxên Şêşims (Li gorî agehdariyên min navê zarokên wî ev in:Tokil, Babik,Abdal, Şêxal, Alî reş-Hewend, Xidir, Hesin-Celî, Amadîn û Babadîn)

Şêxên Fexredîn(Li gorî agehdariyên min navê zarokên wî ev in: Mend, Bedirê, Xezal- Xatûna Fexra û Aqûp(ev ji jineke wiye dine)

Şêxên Nasirdîn(Li gorî agehdariyên min zarokên wî qet çênebûne)

Şêxên Sicadîn(Li gorî agehdariyên min zarokên wî qet çênebûne)

Şêxên Şêx Mend(Li gorî agehdariyên min ev pisê Ş.Fexredîn e û derheqê zarokên wî de tû lêkolîn ne kifşin)

Şêxên Amadîn(Li gorî agehdariyên min ev pisê Ş.Şêşims e û der- heqê zarokên wî de tû lêkolîn ne kifşin)

Şêxên Babadîn(Li gorî agehdariyên min ev jî pisê Ş.Şêşims e û derheqê zarokên wî de tû lêkolîn ne kifşin)

Şêxên Xatuna Fexra “(Li gorî agehdariyên min ev qîza Ş.Fexredîn e û derheqê zarokên wê de tû lêkolîn ne kifşin)” 7:46

Sebeqeyek ji qewlê me: “Şêşims pileya wezîryê, Şêxfexir extyarê Mergehê, Sicadîn ser leşker û xudanê kêrkê, Li kêleka Şêx Hesen, Nasirdîn Mîrê dîwanê .” 16“*2, 173-174

Belê hevalê ciwaniya min mamoste Emîn Akbaş jî, di pirtûka xwe ya sala 2009 de daye xwanê ku, “Li gorî baweriya êzdiyatiyê, nave Xudanê rojê yê ruhanî Şêşims e.“*3a-40 . Ew î jî bahsa „girîngî û navên dihayên ku, Êzdî rojane dikin“*3-90 kiriye .

Her wusa destên pismam û nivîskarê meCevdet Tuku saxbin, ew jî di pirtûka xwe ya sala 2022 de gelekî bahsa pîroziya Şêşims kiriye û dibêje, „ Şêşims cîhekî gelek mezin û pîroz e di nava teolojîya Êzîdîyan de, ji bo Şêşims jî salê sê rojan rojî tê girtin, heta gotina ‘‘rojî“ ji navê rojê te. Piştî  rojîyên wî, cejna Şêşims tê pîrozkirin. Sembola Şêşims roj in. Zîyareta Şêşims li ba Laliş heye. Gelek qewl û beytê Şêsims bi xwe hene. Êzîdî dibêjin, Şêşims mefera me ye. Di duaya sibê de: ‘‘Ya Sêşims tu meferîyeke mala xwe û me jî bikî vê carê.“*4-139   Gava Êzîdî dikevin tengasîyê û neheqî li van dibe, hingê xêr û dua ji Şêşims re dikin, ku wan ji belayê û ji tengasîyan xilas bike, û ew kesayetên ku neheqî li wan kirine, heqê wan, ji wan re nehêle. ‘‘Ya Şêşims bang û hawara me were melekê jorê.“*4- 141 Di sebeqek din de wiha tê gotin: ‘‘Ay, dinalim, ay, dinalim ji birînan, banga xwe dikim Şemsê Êzdîyan e.“*4-142  Her wusa „Duayê Şêşims, Qewlê Şêşims û Qewlê Şamaş û agahdarî li ser „Şamsî/Şemsî li Mêrdînê”*4-  73-74 dene.

Pismam û mamoste me Ahmed Akbaş jî di pirtûka xwe ya sala 2014 de  û di rûpelên 62-88 de „ Teksta hemû dûa yên ku, Êzdî di rojekê de heta êvarê dikin nivîsandine„*5

Nivîskarê me yê rêzdar kekê Wasfî Ak di prtûka xwe de*6-24  daye xwanê ku, „Pêşiyên Kurdan yên kevin wekî Gûtî, Xorî, Sumerî, Qasidî, Mîtanî, Xaltî, Ûrartûyî, Medî, ji rojê re Xor, Zerza, Mîthra û Şems  gotine.“

Nivîskarê Êzdî rêzda Tosinê Reşît dibêje, „Seva êzdîyên Kavkazê sonda lape belavbûyî, ku dikari bêjî ser zarê gişkan bû, ew bi navê “Şems” bû.  Qurbana me yekemîn bi navê Şems e, ji ber ku Şems e xweyê serê me.  Her maleke êzdîya gava dixwaze qurbanê bide, gerek berî gişkî qurbanê bi navê Şems bide.*7

Pîrên Xendeqiyên Mirîd yên berê ji binemala Pîrê Hecî Elî bûne

 

 „Qesîda Hacî Elî

 

S. 1     

1 Ҫî robarekî xweşe,

2 Tijiye ji gulêt geşe,

3 Hacî Elî sir  ji e rşe.

 

S. 2     

1 Ҫî robarekî şîne,

2 Tijiye ji gulêt rengîne,

3 Hacî Elî sir ji ezmîne.

 

S. 3     

1 Ҫî robarekî çê ye,

2 Gul sor û zer lê ye,

3 Hacî Elî li ba Xwedê ye.

 

S. 4

1 Ҫî robarekî girane,

2 Hacî Elî têda girt mekane,

3 Hacî Elî kire pîrê Qedir il-Rehmane.“*8-526

 

Li gorî zanîna min, ev Pîr weke : „Pîrê Hacî, Pîrê Hecî, Pîrê Haciyal û Pîrê Hacalî“ hatiye anjî tê binavkirin. Di „dirozê“*8-534 de diyar dibe ku, „ĥacî Elî li Ba’edirê „ ye .Ji ber ku di nav demê de ti kesek ji vê binemala Pîrê Hacî…. li bakurê Kurdistanê di nav herêma bavikên Xendeqiyan de ne mane, êdî bavikên Xendeqiyan neçarbûne Pîrê mala xwe biguhêzin.

 

 

Kemal Tolan, Xemxwar û berhevkarê kevneşop-zargotina Êzdiyatiyê 11.06.2025

 

Çavkanî:

  1. Kemal Tolan, Dîroka Êzdiyan a di dokument û zargotinê de –çapa 4. 2020 izmir , Weşanên NA
  2. Kemal Tolan, Nasandina kevneşopên Êzdiyatiyê 1, çapa 2 izmir 2020-Weşanên NA
  1. Mamoste Emin Akbaş- Êzdiyatî-1, Weşanên Yekîtiya Mamosteyên Kurd-YMK 2009
  2. Cevdet Tuku, Rastiya Tawûsê Melek û Çend Rastiyên Êzdiyatiyê 2022 –izmir –Weşanên NA
  3. Mamoste Ahmed Akbaş, Kurd û Êzdiyatî-Weşanên Soran 2014
  4. Wasfi Ak, JI SERDEMA DÎROKÊ HETA ROJA ME, 174 FERMANÊRÎŞÊN LI SER BAWERIYA EZDAYÎ, Weşanên Sîtav ê 2025
  5. Tosinê Reşît, ÊZDÎYATÎ OLEKE HÊ JÎ NE NASKIRÎ, Stokholm, 2004
  6. Newşên Dînê Êzidiyan 5

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin