Li Amedê Rojên Fîlmên Gerok Yên Jina dest pê dike

Li Amedê Rojên Fîlmên Gerok Yên Jina dest pê dike

. Wê jin xwe di naveroka fîlman de bibînin

A+A-

Bi pêşengiya Şaredaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Akademiya Sînemayê ay Rojhilata Navîn û Akademiya Sînemayê ya Mezopotamyayê Rojên Fîlmên Gerok Yên Jina dest pê dike. Wê rojên fîlma di 13'ê Tîrmehê de dest pê bike û heta 19'ê Tîrmehê dewam bike. Wê li 14 navçeyan fîlm bên nîşandan.
  
Endama Yekeya Hunerê ya Sînemayê ya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn Sîdar Aslan, bilêv kir ku naveroka fîlmên bên nîaşndan giş li ser jina ne û got: "Em bang li jinan dikin. Em hayê hev pê bixin û werin fîlman temaşe bikin. Wê jin xwe di naveroka fîlman de bibînin. Em li benda hemû jina ne ku tev li rojên fîlman a jina ya gerok bibin." 
 
Bernameya rojên fîlman: 
 
"*Di 13'ê Tîrmehê saet di 20.30'yî de; li Farqînê li Parka Kinya Navîn wê fîlma "Sîbel" ku derhênerên wê Çagla Zencirci û Guilloume Glovanetti ne, bê nîşandan. 
 
*Di 13'ê Tîrmehê saet di 20.30'yî de; li Gêlê li Qada Gêlê wê fîlmê "Borç" ku derhênera wê Vûslat Saraçoglû ye bê nîşandan da. Her wiha wê vli Karazê li Baxçeyê Koşemê fîlma "Sîbel" bê nîşandan. 
 
*Di 14'ê Tîrmehê saet di 20.30'yî de li Erxeniyê li Parka Osman û li navçeya Pîranê li Parka Şaredariyê wê fîlma "Nefesîm Kesîlene Kadar" ku derhênera wê Emîne Emel Balci ye bê nîşandan. 
 
*Di 16'ê Tîrmehê saet di 20.30'yî de li Çinarê li Amfiya Parka Nû Jiyanê fîlmê "Nefesîm Kesîlene Kadar" û li Bismilê jî li Parka Kardeşlîkê û li Licê jî li Parka Ceylan Onkolê fîlmê "Sîbel" bê nîşandan. 
 
*Di 17'ê tîrmehê saet di 20.30'yî de li Hezro li Taxa Îşkarê wê fîlmê "Sîbel, li Pasûrê li Kompleksa Gogê fîlmê "Guvercîn" ku derhênera wê Banû Sivaci ye bê nîşandan. 
 
*Di 18'ê Tîrmehê saet di 20.30'yî de li Sûrê li Parka Ben û Senê wê fîlmê "Borç" û li Rezanê jî wê fîlmê "Sîbel" bê nîşandan. 
 
*Di 19'ê Tîrmehê saet di 20.30'yî de jî li Peyasê li Parka Temayê wê fîlmê "Nefesîm Kesîlene Kadar" û li Rezanê li Parka Koşûyolûyê fîlmê "Guvercîn" bê nîşandan. 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin