Li Amedê li zarokan îşkence kirin û ew girtin

Li Amedê li zarokan îşkence kirin û ew girtin

Li Amedê 5 zarokên ku bi hinceta êrîşê Navenda Polîsan a Yenîşehîrê ya Amedê kirine hatibûn binçavkirin, îşkencekirin û hatin girtin.

A+A-

Li Amedê 5 zarokên ku bi hinceta êrîşê Navenda Polîsan a Yenîşehîrê ya Amedê kirine hatibûn binçavkirin, îşkencekirin û hatin girtin.

Zarokên bi navê A.E. (17), D.O., S.Û., M.A. (17). û birayê wî M.A (16) ku ji ber êrîşa ku di 24’ê tîrmehê de li dijî Navenda Polisan a li semta Şehîtlikê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê hatibû kirin, hatibûn binçavkirin, piştî bidawîbûna karên wan ên li miduriyeta polisan, sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên wan li dozgeriyê hatin girtin, 2 jê zarok her pênç kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Li dadgehê S.Û. bi şertê kontrola edlî hat berdan û A.E., D.O., M.A. û M.A. jî hatin girtin û şandin girtîgehê.

Îşkence li zarokan kiribûn

Hatibû diyarkirin ku polisan M.A. (17)  û A. E. (17) ku di 24’ê tîrmehê de binçav kiribûn, li şûna qereqolê destpêkê biribûn nav erdekî vala yê li ser rêya Amed û Farqînê û îşkence li wan kiribûn û paşê biribûn Miduriyeta Polisan a Amedê û li vê derê jî îşkence li wan kiribûn. Di 25’ê tirmehê de jî polisan birayê M.A. (17) M.A. (16) bin çav kiribû. Dayika her du zarokan Fatma Akkalin di bin çavan de bi her dû zarokên re jî hevdîtin kiribû.

Dayika zarokan Akalin wiha qala tiştên hatibûn serê zarokên wê kiribû: “Dema min agahiya binçavkirinê bihîst raste rast çûm Şaxa Zarokan. Şaxa Zarokan got ku kesek wiha ne li cem wan e. Dema ku ji Şaxa Zarokan derketim min hevalê kurê xwe di wesayîta polisan de dît. Serçavê wî di rewşeke perîşan de bû û gelek birîn lê hebûn. Nikaribû li ser pêya bisekine û bimeşe. Li ser bergeriya zêde ya parêzer û malbatê em hîn bûn ku zarokên min li Miduriyeta Şaxa TEM’ê girtî ne. Li şaxa zarokan anons kirin ku zarokên min Miduriyeta Şaxa TEM’ê ne. Min ji wan re got ku kurê min hê biçûk e, çi karê wî li Miduriyeta Şaxa TEM’ê heye û çûm Miduriyeta Şaxa TEM’ê. Wan jî destpêkê gotin ne li cem wan in û me eware kirin. Di vê navberê de îşkenceyê li zarokê me dikirin. Saet derora 01.00 şevê piştî ku parêzer hat zarokan birin Şaxa Zarokan.”

Dayika zarokan Akalin di berdewamê de jî gotibû ku li Şaxa Zarokan bi zarokên xwe re hevdîtin kiriye û bi çavên xwe dîtiye ku zarokên wê hatine îşkencekirin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin