Le Monde diplomatique kurdî ji nû ve dest bi weşanê dike!

Le Monde diplomatique kurdî ji nû ve dest bi weşanê dike!

Le Monde diplomatique kurdî, dê di demeka kin de cardin di nava çapemenîya kurdî de cihê xwe bigire.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wekî tê zanîn IKMG (Koma Medyaya Serbixwe ya Kurdî) bi weşandina versîyona kurdî ya rojnameya navdar a mehane ya fransî, le Monde diplomatique di sala 2010an de dest bi xebatên xwe yên çapemenîyê kir. Le Monde diplomatique, bi awayeke serbixwe, bi gotar û analîzên xwe cih dide bûyerên polîtîk, zanyarî û çandî li seranserî cîhanê. Herweha, di nav medyaya cîhanî de xwedî prestîjeke taybet e û yek ji çavkanîyên bêlayan yê bawermend e. Weşandina versîyona kurdî ya Le Monde diplomatîque ku li 32 welatan û bi 18 zimanên cuda derdikeve, li seraserî dinyayê tê belavkirin û ji alîyê rewşenbîr û dîplomasîya navnetewî jî bi baldarî tê şopandin, ji bo zimanê kurdî şanazîyek gelek girîng bû.

 

Di heman pêvajoyê de, di bin sîwana IKMGyê de weşanxaneya Rûpelê jî dest bi xebatên xwe kir. Weşanxaneya Rûpelê, di derheqê pirsgirêkên Kurdistan û dinyayê de, di warê ziman çand û edebîyata kurdî de weşandina berhemên bi kalîte ji xwe re kir armanc û li gorî pîvan û standardên weşangerîya navnetewî di nava çapemenîya kurdî de cihê xwe girt. Di pêvajoya weşandina Le Monde diplomatique kurdî û amadekirina pirtûkên Rûpelê de, gelek pirsgirêkên standartbûn û rastnivîsînê hatin ditîn. Li ser vê yekê, pêwistîya çareserkirina van pirsgirêkan derket holê. Di çarçoveya lêgerîna çareserkirana van probleman de, Rûpel, bi projeya xebateke hevkar du berhemên girîng ; ‘Ji bo rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî û Rêbera Rastnivîsînê’ da amadekirin û bi van herdu berhemên bingeh dest bi xebatên xwe yên weşangerîyê kir. Ev herdu berhem, îro ji alîyê gelek sazî û weşanxaneyên kurdî ve wekî standarda rastnivîsîna kurdî hatine pejirandin.

 

Di pêvajoya IKMGê de, Le Monde diplomatique kurdî, 30 hejmarên matbû derxistibû, dûre ji ber boneyên pratîk derbasî weşana online bûbû û heta hejmara 48em berdewam kiribû. Niha jî dê wekî organek 'Rûpel Media'yê ji xwendevanên kurdî re bêje merheba. Le Monde diplomatique kurdî, ji bilî Weşanxaneya Rûpelê û Pelrecordsê, dê wekî berhemeke din ya 'Rûpel Media'yê weşana xwe bidomîne. 

 

Rêveberîya 'Rûpel Media'yê û lijneya şêwirmend ya rojnameyê, pêwîstî dît ku ji nû ve berdewamî li weşana xwe bike. Di vê çarçoveyê de û li gor çavdêrîyên me; hewcedarîya xwendekar, akademîsyen, nivîskar û rewşenbîrên ku bi zimanê kurdî didin û dîstînin bi wê yekê heye ku, bi zimanê xwe bikaribin bixwînin ka gelo li cîhanê çi diqewime û jê agahdar bibin. Em di wê bawerîyê de ne ku, dê ji bo nifşa nû ya xwendevanên kurdî jî bibe xizmet û platformeke hêja û valahîyekê dagire.   

 

Le Monde diplomatique kurdî, dê di serdema nû de weşana xwe tenê bi awayeke online bidomîne û bi rêya abonetîya dîjîtal dê xwendevan bikaribin jê sûd werbigirin. Tevî malperên xwe yên Twitter û Facebookê, dê hewil bide ku bi rêya medyaya sosyal jî xwendevanên xwe agahdar bike.

 

Le Monde diplomatique kurdî, dê di demeka kin de cardin di nava çapemenîya kurdî de cihê xwe bigire.

 

Le Monde diplomatique kurdî, dê di demeka kin de analîzên li ser bûyerên seranserî dinyayê bigihîjîne xwendevanên kurdî.

 

Le Monde diplomatique kurdî, dê di heman demê de bi gotarên redaksîyona kurdî analêzên li ser bûyerên Kurdîstanê bigihîjîne xwendevanên Le Monde diplomatique ya navneteweyî.

 

Rêveberîya Rûpel Medyayê 

 

Navnîşan:

Rûpel Multimedia GmbH

Ernst-Gnoss-Straße 1

40219 Düsseldorf, Deutschland

 

web: www.diplo-kurdi.com

Twitter: https://twitter.com/lemonde_kurdi

Facebook: le monde diplomatique kurdî

E-Mail: [email protected]

              [email protected] 

 

Jêrenot: Malper û rûpelên Le Monde diplomatique kurdî wê di demeke nêz de bên aktîvkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin