Kurtejîyan û Kesayetîya Barzanî

Kurtejîyan û Kesayetîya Barzanî

.

A+A-

n-017.jpg

Nezîr Akat

Ez pêwîst dibînim bêjim ku, sîyasetmedar, ronakbîr û cuwanên Kurd, em wek milet pêwîste Barzanîyê nemir baş nasbikin û di têkoîna wî ya ji bo azadîya miletê Kurd de baş têbighêjin. Lewra di dîroka Kurd û Kurdistanê de rêber, têkoşer û welatperwerekî wekî Barzanî di doza neteweyî de bi îstîqrar, bi israr û bi bawerî xebateke bê rawestan ne domandîye. Di dirêjahîya têkoşîna Barzanîyê nemir de bûyer û kiryarên ku tevgera neteweyî jê sûd werbigre û ji xwe re bike rêbaz tijene.

Di dîroka Kurd û Kurdistanê ya sedsala 20an de, cîyê têkoşîna Barzanîyê nemir taybetmend e. Wî di nava vê dîroka dûr û dirêj de, di dil û mejîyê neteweya Kurd de wek serokê netewî cî girtîye. 

Tevgera Barzanîyê nemir, berdewama têkoşerî, dadwerîya civakî, exlaq û bîrewerîya netewî ya ku ji dawîya sedsala 19an hetanî îro bê rawestan, bi canfîdayî domandîye, wek bûyerek  yekta ya dîrokî ye. Ev bixwe dîyardeyek balkêş û berdewamîya têkoşînek bi îstîqrar û bê rawestan e. Bêgûman Barzanîyê nemir bi têkoşîna xwe, berdewama Şêx Ubeydulahê Nehrî, Şêx Seîdî paloyî, Seyid Rizayê Dêrsimî, Îhsan Nûrî, Şêx Mahmûdê berzencî, Simokîyê Şîkakî û Qzî Muhemed bixwe ye. Ruhê van serok û rêberên Kurdan şad be. 

Neteweya Kurd li herçar beşên Kurdistanê îro 121 salîya ji dayikbûn û 45 salîya wî ya koça dawîn bibîr tînin. 

Bîranîna lehengên Kurdistanê tê çi maneyê

Weke hûn jî dizanin bibîranîn beşekî girîng ya xwebûn û netewayetîya miletan bixwe ye. Bîranîn paşeroj û pêşeroja miletê me bi hev re girê dide û dibe beşekî girîng ya berdewamîya dîroka miletê me. Bibîranîna bîrewer, qehraman û lehengên miletê Kurd, bi bûyerên dîrokî ve girêdayî şîrovekirin, ji alîyekî dîroka miletê me bi me dide nasîn û siberoja miletê me jî ronî dike. Miletek bibîranînên xwe ve dikare mêjûya xwe  dewlemendtir û bi nemir dike. Bêyî bîranînan civatek nikare mercên miletbûyinê bihûne. Lewra bîranîn parastina mêjûya miletekî bixwe ye.

 

Loma jî bibîranîna Lehengê Kurdistanê, serok û rêberê miletê Kurd General Mele Mustefa Barzanî girînge. Bi vê minasebetê li her alîyekî Kurdistanê bibîranînên li ser jîyana Mele Mustefa Barzanî wek beşek bibîranînên dîroka miletê Kurd şîrove dikim û pêwîst dibînim.

Di nava her dû şerê cîhanê û piştî herdû şerê cîhanê de her çiqasî li beşên Kurdistanê serhildan pêk hatibin û li ser netewayetîya Kurd bûbin xwedî bandor  jî, Miletê Kurd bi deng û navê Barzanî bêtir şîyar bûn. Nifşên me bi nav û dengê Barzanîyê nemir netewayetîya xwe naskirine. Em deyndarê lehengê mezin, kurdewarî, têkoşîn û parêzvanîya Barzanîyê nemirin. Piştî demek dirêj ya bêdengîya li Bakurê Kurdistanê, bi şoreşa Îlonê, bi nav û dengê Barzanîyê nemir li Bakurê Kurdistanê bêdengîya miletê Kurd hate şikandin. Li her maleke welatperwer resmê Mustefa Barzanî hate darvekirin. Bûyer, serkeftin û kiryarên şoreşê, di nava Kurdên bakur de deng vedan. Bi sedan xwebexş beşdarî şoreşê bûn. Ev serdem di dîroka Bakurê Kurdistanê de cîyekî taybetmend heye.

Dawîya sedsala 19an û civata Kurd

Di dawîya sedsala 19an de bi helwesta navendîkirina Împaratorîya Osmanî, sîstema Mîrektîyê li Kurdistanê bi dawî hatîye. Di civata Kurd de cîyê mîrektîyê sîstema Şêxîtîyê cî girtîye. Lewra sîstema Şêxîtîyê di wê demê de bersîva pêwîstîyên civata Kurd dide û dibe bedêla sereke ya civata Kurd. Ji wê demê pêde cîyê şêx û bawermendên Kurd di serhildanên neteweya Kurd de, di dadwerîya civakî de bi zelalî xuya dibe.

Dîsan di sedsala 19an de bi sîstema şêxîtîyê ve girêdayî  di tevgera Kurdistanî de, du terîqetan bandora xwe li Kurdistanê bihêztir kirine. Terîqeta Qadirî û Terîqeta Naqşîbendî. Ji bo mijar Barzanîyê nemir e, ez dê bahsa terîqeta Naqşîbendî bikim.

Terîqeta Naqşîbendî ku xwedî dîroka dûr û dirêje, ji alîyê Baha Al dîn Naqşîbend ve hatîye avakirin. Lê di dîroka Kurdan de beşê Naqşîbendî yê Xalidî ji bo neteweya Kurd girîngtire. Avakerê wê Mewlana Xalid e. Xelîfeyên Mewlana xalid Şêxên Nehrî û bapîrê Şêx Seîdê nemir Ku berdewama wan Şêx Ubeydullahê Nehrî û Şêx Seîdê Palo yî ne. Her dû zatên mezin di dîroka Kurdistanê de serhildan û tevgera wan rê ji serhildanên dû xwe re vekirine û bûne rêber. Herdû tevger û serhildanên bi serokatîya herdû kesayetên mezin, him destpêk û him jî bihêzkirina netewayetîya miletê Kurd bixwe ne. Yek ji wan Serhildana Şêxê Nehrîye ku di destpêka sîstema şêxîtîyê de li Kurdistanê, hestên netewayetîyê bihêz kirîye. Ya duwem jî di destpêka avakirina Dewleta Tirk de bûye nimûneya rêzeserhildanên neteweya Kurd. Bila ruhê wan şad be.

Di nava Barzanîyan de terîqeta Naqşîbendî û netewayetîya miletê Kurd

Di nava Barzanîyan de terîqeta naqşîbendî bi Taceddîn dest pê dike û hetanî Şêx Ebdulselamê yekem dom dike. Mewlana Xalidê Naqşîbendî Abdulselamê yekem wek xelîfeyê xwe hildibjêre. Piştî gorbihuştê Ebdulselamê yekem, 1872an, cîyê wî Şêx Mihemed digre. Terîqeta wî dibe beregeha mazlûman. Ji ber helwesta Şêx Mihemedî Osmanîyan wî koçberî Bidlîsê, bajarekî bakurê Kurdistanê dikin. Piştî salekê ji zîndanê derdikeve û dighêje herêma Barzan. Şêx Mihemed di 1903an de koça dawîn dike, ku Barzanîyê nemir di heman salê de jidayik dibe.  Şêx Mihemed li dû xwe Şêx abdulselamê duwem, Şêx Ahmed, Mihemed Siddiq, Babo û Mele Mustefayê nemir dihêle.

Serdema Şêx Abdulselamê duwem û netewayetîya Terîqeta Naqşîbendî

Di serdema Abdulselamê duwem de, êdî terîqeta Neqşîbendî/Xalidî bi şax û rehên xwe li Kurdistanê netawayetîyê bihêz dike.  Şêx Abdulselam Piranîya eşîrên Barzanîyan li der û dora xwe dicivîne û daxwazên dadwerî, milî û civakî bi cî dikin. Helwesta netewe dewletê di wê demê de li Kurdistanê ne tenê di nava ronakbîran de lê herweha di nava Şêxên Kurdî de jî bicî dibe. Êdî terîqeta Naqşîbendî ne tenê Terîqetek dînî lê herweha Terîqetek civakî, dadwerî û milî ye jî. 

Barzanîyê nemir, di sala 1903an de hînê 9 mehî bûye, Malbata wî bi êrîşa Osmanîyan ve careke din rû bi rû maye. Malbata Barzanî bi darê zorê koçberî zîndana Dîyarbekirê dibe. Piştî koça dawîn ya Şêx Mihemed êdî, Serokê terîqetê û yê Barzanîyan Şêx Abdulselamê Duwem e.

Ev serdem di jîyana Barzanîyan de û di jîyana Barzanîyê nemir de dem û momenteke girîng û biryardêre. Lewra Abdulselamê duwem di 1907an de li mala Şêxê Birîfkanî bi eşîrên kurdan re dicive. Piştî minaqeşeyan ji 5 xalan daxwazên xwe radestî desthilatdarîya Osmanîyan dikin. Her weha daxwazên xwe ji Şerîf Paşa, Seyid Ebdulqadir û Emîn Elî Bedirxan re jî dişînin.

Şêx li dijî êrîşên Osmanîyan di ber xwe dide lê bi tayinkirina Suleyman Nazîf wek walîyê Mûsilê, ku bi eslê xwe Kurd bû, êrîşên Osmanîyan zêde dibin. Mixabin eşîrên bi Abdulselam re tevgerîyan, piştî berxwedanê paşê xwe dan Abdulselamî. Şêx derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibe.  Barzanîyê nemir vê carê jî  cara duwem bi dîya xwe re hînê 3 salî bû li Mûsilê hate zîndan kirin. 

Li Rojhilatê Kurdistanê Şêx Abdulselam, li mala Seyid Taha bû mêvan. Biqasî tê bîra min wek tesadufek balkêş PDKa Iraqê li wê deverê kongreya xwe ya 1979an li dar xist. Ev bixwe berdewamîya mêjûya tevgera Barzanîyan rêdide û dibe nimûneya bîranînek balkêş ku ez bixwe jî di wê kongreyê de beşdar bûm.

Abdulselamê Duwem bi Simokoyê Şîkakî re derbasî Gurcîstanê dibe. Piştî pêwendî û têkilîyan vedigerên welêt. Di vegerê de Ew û Simko jihev vediqetin. Ew dibe mêvanê Sofî Abdullah. Sofî di xewê de Abdulselamî difiroşe Suleyman Nazîf û ew bêyî dadgehek dadwer di 1914/15 de di  14yê meha 12 an de hate îdamkirin. Ya balkêş eve ku kurdekî xwe firoş, Ebdulselamî radestî xwefiroşekî kurdên din dike. Bi qasî qahremanîyan, xwefiroşî jî di dîroka Kurdistanê de dîyardeyek balkêş û yekta ye.

Kesayetîya Barzanî û dibistana malbatî

Min berê bi kurtî be jî bahsa Ebdulselamê duwem kiribû. Bûyera Ebdulselamê Duwem, zîndana Mûsilê û dibistana Barzanîyan ya malbatî di jîyana Barzanîyê nemir de cîyekî taybetmed digre û şexsîyeta xwe ya xweragirîyê ji wan dîyardeyan digre. Wek tê zanîn mirov di 11/12 salîya xwe de kesayetîya xwe digre. Bûyerên di vê serdemê de kesayetîya Barzanîyê nemir dihûnin. Lewra Barzanî heta jîyana xwe ji dest dide, bûyerên vê serdemê jibîr nake.

Barzanîyê nemir dibêje: “Ez 11/12 salî bûm. Ez bi awayekî ketim nava xelkê ku ber bi cîyê darvekirine de diçûn. Darvekirina Şêx Abdulselamê duwem bû. Ez hînê wê demê di girîngîya azadî û dadwerîyê  de tênegihîştibûm…Min şîrê dîya xwe di zîndanan de vexwar, Min  li cesedê birayê xwe yê darvekirî ji derîyê Mûsilê dinêrî. Min li ser hespê her birayê xwe bibîr dianî. Cesedê wî yê darvekirî her li ber çavên min bû. Bi wî aqilê xwe yî biçûkanî, min biryar da ku ez dê bimrim, ez dê birevim û ez dê şer bikim lê ez dê xwe radestî neyarên xwe nekim.  Min bi vê felsefeyê dest bi jîyanê kir. Mirin heye lê radestî nîne, Mirin heye lê zîndan êdî nine, Ji bo vê jî tenha yek rê heye li çîyayên Kurdistanê xweragirîne.”

Vê felsefe ya Barzanîyê nemir kesayetîya wî û şexsîyeta wî ya Kurdistanî heta jîyana xwe ji dest da domand. Barzanî ne tenha serokê Kurda bû, lewra gelek serokên Kurdan hebûn, Barzanî ne tenha têkoşer bû lewra gelek têkoşerê Kurd hene, Lê ya ku Barzanîyê nemir kirîye Barzanî, Felsefeya jîyana xwe ya Kurdewarî bi serokatî, têkoşerî û dadwerîya xwe ve kirîye yek. Mirov nikare yekê ji wan sifatan ji Barzanî bidûr bixe. Lewra ew giş bihevre Barzanî dikin Barzanî. 

Destpêka şerê cîhanî û malbata Barzanî

Şerê îhanê ji bo miletan derfeta dewletbûnê afirand lê mixabin Kurd di vê serdemê de nikaribûn vê derfetê bikar bînin û dewleta xwe ava bikin.  

Peymana Sewrê û ya Lozanê du peymanên girêngin di jîyana miletê Kurd de. Herdû peymanan mafê miletê Kurd biencam nekirine. Berevajî wê herdû peymanan jî dabeşkirina Kurdistanê kirine armanc. Di vê demê de  li Kerkukê petrol li Baba Gurgur fûrîya û petrol bû dîyardeyek ku helwesta Fransiz û Ingilîzan biguherîne. Petrola Baba Gurgur bû bela serê miletê Kurd. Malê me bû bela serê me. Lewra Ingilîzan Kurd bi vê petrolê ve firotin.

Di şerê cîhanê de ya herî balkêş, Ingilîzan û Fransizan dewletên bê milet ava kirin. Ereb li Iraqê ji mefûmên miletîyê bêpar bûn. Li Sûrî û Tirkîyeyê jî weha bû. Lê dewletên bê milet li ser serên Kurdan kirin dagîrker. Li Iraqê 25 salan li Suryê jî herweha dewletên mandatî avakirin. Dijî Sowyetê jî dewleta tirk ya bê milet ava kirin. Ez dikarim bêjim ku, Şoreşa Oktobrê ya Bolşewîkan nebûya, dê Kurdistan bihata avakirin. Lewra Sowyetê bi Mustefa Kemal re pêwendî danî, alîkarî ya wî kirin û Ingilîz û Fransizan tirsandin ku Bolşewîzm li deverê belav bibe.

Lê Iraqê Ingilîzan yekpareyîya Iraqê parastin û Kurd jî mecbûrê qebûlkirina yekpareyîyê kirin. Serkirdaya Kurd wek Şêx Mahmûdê Berzencî û Şêx Ahmed Barzanî yekpareyîya Iraqê qebûl nekirin. Barzanî wek cuwanekî çeleng bi serokatîya Şêx Ehmed ve beşdarî nava têkoşîna azadîyê Kurdistanê dibe. Li ser serhildana Şêx Mahmûdê Berzencî him nerînin min hene û him jî şîroveyên cuda henin. Lê mijara me ne şîroveyên wê serhildanê ye.

Di sala 1931an de Ingilîzan û Ereban êrîşî ser barzanîyan kir û ev êrîş bû destpêka serhildana Barzanîyan ya bê rawestan.

Li bakur, Başûr û rojhilatê Kurdistanê serhildanên dijî peymana Lozanê domandin û bi hovane hatin rûxandin. Lê tevgera Barzanîyan bê rawestan domanand.

Nav û dengê Barzanîyê nemir

Di sala 1932an de bi berxwedana dijî hêzn Ingilîz û Iraqîyan ve, di şerê Dola vejîyê de nav û dengê Barzanî li dinyayê belav bû. Vê serkeftinê berxwedana Barzanî kir destana Şoreşê. Piştî ve serkeftina Barzanîyan balafirên Ingilîzan bi hovane herêma Berzan û herêmên din yên Kurdistanê bombe baran kirin. Ingilîzan çekên xwe yên nûjen li ser Kurdan diceribandin. Hêzên Barzanîyan ji ber êrîşên balafirên Ingilîzan, ber bi Tirkîyê ve çûn û xwe radestî Tirkan kirin. Cara çarem bû, ku malbata Barzanî koçber dibûn. Di sala 1932an de Şêx Ehmed derbasî Bakurê Kurdistanê bû û xwe radestî Tirkan kir. Dewleta Tirk piştî demekê bi Iraqê re lihev kirin û Şêx Ehmed radestî dewleta Iraqê kirin. Lê Barzanî ji serê çîyan daneket û berxwedana xwe domand.

Şoreşa 1943/45an ji bo Kurdistanê serdemek nujen e.

Salên 1943/45 serdema bi girseyî beşdarîya ronakbîr û efserên Kurd e. Bi serokatîya Barzanîyê nemir Partîya Azadî ava bûye û beşdarî şoreşê bûye. Partîya Hêvî jî alîkarîya şoreşê dike. Bi vî awayî ji sala 1945an pêde şoreş bi hêza partîyên sîyasî û bi serokatîya Barzanîyê nemir domandî ye.Vê serdema nu li başûrê Kurdistanê bandoreke mezin li ronakbîrên herçar beşên Kurdistanê kirîye. Ev serdem ji beşdarîya serokeşîran bêtir tevgera Kurdistanî bûye biryardêr. Şoreş bi metodên neteweyî û bi helweta partî û dezgehên Kurdistanî ve hatîye hunandin. Pêwîste ev serdema nu bi erênî û neyênîyên xwe ve bê şîrovekirin. Ez bi kurtî bahs dikim.   

Barzanî û Komara Kurdistanê

Barzanîyê Nemir neçar dibe ku bi hêza xwe ve derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibe. Wê demê Rojhilatê Kurdistanê di bin hêza Bolşewîkan de bû. Li Rojhilatê Kurdistanê bi Jê Kaf partîya sereke ya rojhilatê Kurdistanê bû, pêwendî danî. Bi 9000 hezar sivîl û 1200 pêşmergeyî ve xwe radestî xizmeta rojhilatê Kurdistanê kirin. Ev di wê rewşa Rojhilatê Kurdistanê de alîkarîyek bê hempa bû. Di demek kurt de hêza pêşmergeyî gîhişt 3000î. Di 25/08-1945an de Partîya Demokrata Kurdistan ya rojhilat hate avakirin. Di 22/01-1946an de serkirdeyên Partîya Demokrat û Barzanî jî di nav de bi çavdêrîya efserên Sowyetê, Komara Kurdistanê Îlan kirin. Ala Kurdistanê hate bilind kirin. kabîneya wezîran hate tayinkirin û Qazî Muhemed bû serok komar. Komara Kurdistanê di 31 adara 46an de, generaltîya çar kesan ji raya giştî re eşkere kirin. yek ji wan generalan Barzanîyê Nemir bû. Divê neyê jibîrkirin ku serokê kurdistanê Mesûd Barzanî jî di bin alaya Kurdistanê de li rojholatê Kurdistanê ji dayik bûye.

Lê mixabin li gor şert û mercên peymanên navneteweyî, Bolşewîkan bi serokatîya Stalîn Kurd firotin ingilîzan. Bi vekişîna Sowyetê Komara Kurdistanê û ya Ezarbeycanê di demk kurt de hatine rûxandin.

Di jîyana Barzanîyê nemir de xebat û têkoşîna li Komara Kurdistanê bû tecrubeyek mezin. Piştî Rûxandinê Qazî Muhemed û hevalên xwe, xwe radestî hêzên Îranîyan kirin. Qazî Muhemed Ala Kurdistanê radestî Barzanî kir û bawerîya xwe pê anî ku ew tenê dikare ala Kurdistanê ji çîyayekî derbasî çîyaeykî din bike û  ala Kurdistanê li ser destan bihêle. Îro alaya Qazî Muhemed û Barzanîyê nemir li Başûrê Kurdistanê li baye. Bila Ruhê wan şad be.

Helwesta barzanî ya li Rojhilatê Kurdistanê û helwesta wî di Komara Kurdistanê de, ji bo tevgera neteweyî nimûneyek balkêş û bi tecrubeyan tijeye. Barzanî bê şert û merc bi hêzên xwe beşdarî Komara Kurdistanê bû.

Wî midaxeleyî nava Komarê nekir. Tenê alîkar û parêzvanê komarê bû. Wî komara Kurdistanê wek mafê Kurda yê rewa û derfetek yekta binav dikir.

Hetanî îro yek nimûneya Barzanîyê nemir pêk hatîye. Bi serokatîya birêz Mesûd Barzanî û bi alîkarîya Emerîkayê ve, pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê bi çekên giran ji Başûr di ser bakurê Kurdistanê re, bi ala Kurdistanê û bi wêneya Barzanîyê nemir derbasî Rojavayê Kurdistanê, bajarê Kobanê bûn û Kobanê ji destê tevgera terorê ya îslamîya tundrew azad kirin û vegerîyan beregehên xwe. Ev nimûneyek yekta ye. Vê bûyerê li Bakur û rojavayê Kurdistanê deng veda û bû numûneyek helwesta Kurdistanî.

Îro alîyekî binavê Kurdan tevdigerin, dibijin Ma barzanî ne çû rojhilatê Kurdistanê. Ma pêşmerge derbasî Rojavayê Kurdistanê nebûn. Em jî tên Başûrê Kurdistanê. Lê cudahîyek mezin di helwesta wan û ya Barzanîyê nemir de heye. Lewra ew Dewleta Federal, parlementoya Kurdistanê û desthilatdarîya sîyasî û leşkerî ya Başûrê Kurdistanê rewa nabînin û li dijî dewletbûyina Kurdistanê radiwestin. Midaxeleyî nava dewleta Federal dikin, pirsgirêkan derdixin û bi kiryarên xwe ve alîkarîya neyaran dikin. Ev cudabûnek sereke, berbiçav û mezine. Wek sokrates dibêje: Sîya xwe bernedin ser roja me, em ji we tiştekî din daxwaz nakin.

Barzanî ji Qazî Muhemed daxwaz kir ku xwe radestî neyaran neke. Ew dê wî û serkirdeya Komarê biparêze. Lê Qazî Muhemed xwe radestî Hêzên Iranê kir û beşdarî kerwanê pakrewanan bû.

Barzanî carekê soz dabû ku ew dê xwe radestî neyaran neke. Bi vê felsefeya xwe wî bi pêşmergeyên xwe ve berê xwe da Sowyetê. Di vê biryarê de mirin hebû. Lê radestî nebû. Bi vê meşa dirêj û zahmet di nav sê dewletan de xwe gîhand Sowyetê. Vê meşê û helwestê Barzanîyê nemir kir lehengê netewî. Hetanî îro jî kesayetên dîroknas û civaknas vê meşa Barzanî wek bûyerek yekta binav dikin. Pêwîste vê meşa Barzanî bibe roman û bibe şîroveyên pirtûkên civakî û netewî. 

Destpêkeke nu li Iraqê û Helwesta Barzanî

Di 1958an de li Iraqê guherîn çêbû. Barzanî vegerîya Iraqê.Ya balkêş eve ku Barzanîyê Nemir Li balafirxaneya Baxdayê di axaftina xwe de ne tenê bahsa mafê Kurda li Iraqê kir. Wî bangî Îran û Tirkîyê jî kir û got: “mafê miletê Kurd qebûl bikin”. Vê banga Barzanî li Tirkîyê deng veda û Tirkîyê wek hercar midaxeleyî nava Iraqê kir û xwest mafên Kurdan bicî nebe. Lê Kurdên Bakurê Kurdistanê bi lehengê xwe serbilind bûn. Vê helwesta Barzanî netewayetîya wî eşkere dike. Şexsîyeta wî ya Kurdistanî derdixe pêş.

Desthilatdarîya Iraqê şert û mercên peymana lihevkirinê cî bi cî nekir û û şoreşa Îlonê ya 1961an dest pê kir. Barzanîyê nemir weha digot: “Helbestvan, fîlozof û hukumetên cîhanê her daîm bahsa dadwerîyê dikin. Lê di jîyana miletan de ya tê hesibandin tenê kuwet e.

Em ji bo mafên xwe destên xwe li ber kesî venakin. Heger mafên me neyên qebûlkirin, em dê ji bo bidestxistina mafên xwe şer bikin.” Bi van gotinan Barzanî felsefeya xwe ya Jîyanê, sîyaseta navneteweyî û helwesta tevgera neteweyî dianî zimên. Li vir dîsan kesayetîya Barzanî ya xweragir derdikeve pêş.

Di vê pêvajoyê de şerê Îsrail û Ereban dest pê kir. Ereb têk çûn û xwestin Kurdan bibin şerê dijî Îsraîlê.Lê Barzanîyê nemir weha digot: “Bila leşkerên Iraqê ji Kurdistanê vekişin û bila ew herin şerê Îsraîlê.” Di Vê helwestê de Barzanî bi zelalê rêdide ku şerê Ereban û yê Îsraîlê ne şerê Kurdan û Îsraîlê ye û ew dê şerê Îsraîlê nekin. Disan di sala 1968an de Arif ji bo çekan bidest bixe çû Fransayê. Barzanî nameyek ji De Gaulle re şand û daxwaz kir ku çekan nedin Iraqîyan. Di vê demê de bi brêvebirîya Nivîskar Jean Paul Sartrê û nivîskar Sîmone De Bouvîere ve li Fransayê Komala Kurdistanî hate avakirin, kampanya nameya Barzanî ji raya giştî re vekirin. Ronakbîrên biyanî ji Kurdan bêtir Barzanî naskiribûn û daxwazên Barzanî wek daxwazên rewa binav dikirin. Ev serdem serdema cuwanên şoreşger li Ewropa û dinyayê ya bihêz e. Li her derê dinyayê helwestên guherîna strukturên dewletan di rojeva cuwanan de bûye kiryarên rojane. Li Fransayê vê daxwaza Barzanî bû helwestek ronakbîrên Fransayê û vê helwestê wek helwesta xwe binav kirin. Ji bo miletê Kurd ev serbilindayîyek mezin e. 

Di 1968an de darbeya Baas pêk hat û Hasan El Bekir bu serokê dewletê. Bi destpêka pêwendîyên şoreşê û desthilatdarîya nu ya Iraqê de Barzanî weha digot: “Li xurfeyekê/odeyekê mijara aştîyê û dadwerîyê lê li xurfeya din de jî mijara şer û komkujîyê giftûgo dikin”. Wî Bawerîya xwe bi Baasê ne anî. Kerkuk pirsgirêka sereke bû. Li ser otonomîyê li hev kirin lê Kerkuk wek pirsgirêka sereke nehat çareserkirin. Îro jî pirsgirêka Kerkukê pirsgirêka serekeye. Heger Barzanî Kerkuk nekiriba pirsgirêk dê lihevhatinek pêk bihata. Barzanî di mijara Kerkukê de bi biryar bû. Wî digot: “Kerkuk Kurdistane”. Bi bawerîya min hêza ku Kerkukê dabeşî Kurdistanê bike dê Kurdistana serbixwe jî ava bike.

Şoreşa 1974an û îxaneta navneteweyî

Di navbeyna 70/74 an de Partîya Baas ê xwest demografîya Kurdistanê biguhere. Di eslê xwe de serhildana 1974an serhildana Kerkukê bû. Iraqê peymana bin îmze kiribû bicî nekir. Iraqa Îrojî heman helwestê digre. Bi sûîqastan Xwestin barzanî bikujin lê biser neketin. Barzanî bibû kelemê çavên neyaran. Bibû hêvîya neteweya Kurd. Saddam Digot: petrola Ereban ji bo Ereba ye. Petrola Kurdistanê milî kirin. Barzanî vê helwestê wek ya şer binav kir. Lê gelek ronakbîr û tevgerên Kurdan digotin ev pêngaveke pêşketî ye. Iraq dê bibe sosyalîst.  Sowyetê bi 8000 efserên xwe ve alîkarîya Iraqê ya dijî şoreşê kir. Di rastîyê de şoreşa 74an ber bi şerê wekaletê ve diçû. Ji alîyekî Sowyet û ji alîyê din jî Emerîka cî digirtin. Kurd di nav vê alozîyê de li hebûn û nebûna xwe difikirîn û destên xwe ji neçarî radestî Emerîkayê kirin. Lê mixabin careke din Kurd bi îxanetek û neheqîyek navneteweyî ve rû bi rû man û şoreş hate rûxandin. Li ser şoreşa 1974an nerîn û şîroveyên cuda henin. Lê ev nivîs van şîroveyan di nava xwe de napêçe.

Barzanî li ser vê pêvajoyê weha dibêje: “Xwedê zane ku ez şer naxwazim. Lewra şer çareserîya herî dawîne. Lê neyar min mecbûr dikin….Dadwerî bi varîlek petrolê tê firotin”.

Bi van gotinan Barzanî sîyaseta navneteweyî û ya navxweyî û helwesta neyaran ya armanca tinekirina Kurdan xweş şîrove dikir.

Barzanîyê nemir bi hêzên xwe derbasî Îranê bûn û li wir bûne penaber. Ji bo nexweşîya xwe li Emerîkayê tedawî dît lê mixabin jîyana xwe di sala

1979an de ji dest da û beşdarî kerwanê pakrewanan bû.

Dîsan balkêşe Ronakbîrên Kurd. Barzanî gunehkar kirin. Gotinên ne li rê ji Barzanî re gotin. Ji bo alîkarîya Emerîkayê girtibû wek şoreşek kevneperet û hevkarê emperyalîzmê binav dibû. Nedigotin çima Sowyet alîkarîya Iraqê dike. Nedigotin çima Partîya Kominîst li ba desthilatdarîyê cî digre. Mixabin îro ew alîyên Kurdan piştî hewqas sal poşman bûne. 

Hînê barzanî li jîyanê bû û nexweş bû şoreş ji nu va lidar xist û pêşmerge li çîyayê Kurdistanê bicî bûn. Qîyadeya Muweqet hate avakirin.

Di kongreya 1979an de kak Mesûd weha got: “Şoreşa qîyada muweqit şoreşa miletê Kurd ya rewaye û vejîna şoreşa Kurdistanê ye. Ew ne tenê bi destê PDK iraqê lê herweha bi alîkarîya PDK/KUKê ve domand û mezin bû. Li vir birêz Mesud Barzanî hevkarîya beşên Kurdistanê xweş şîrove dike.

Barzanîyê nemir,  jîyana xwe ji bo azadîya Kurdistanê terxan kir. Mal û milk ji bo wî azadîya miletê Kurd û Kurdistanê bû. Bila ruhê wî şad û têkoşîna wî jî rêberê me be.

20240309 Stockholm

Bi silav û rêzên min

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin