Kurd ên Êzdî li pey şopa doza xwe ne

Kurd ên Êzdî li pey şopa doza xwe ne

Êzdî yên kurd her çiqas bi biryara dadgehan, mafên xwe yên vegera malê bi dest xistibin jî, nikarin vegerin malên xwe.

A+A-


Êzdî yên kurd her çiqas  bi biryara dadgehan,  mafên xwe yên vegera malê  bi dest xistibin jî, nikarin vegerin malên xwe.

Nedîm Erkişê Kurdê Êzdî yê  ji gundê Kelhokê  ku koçî  Almanyayê kiribu û bi salan e li wir dijî serdana PAKa li navenda Batmanê kir. Di  der heqê rewşan de agahiyan da. Erkuş destnîşan kir, kesên ku bi destê zorê em mecbûrê koçê kirin di ser de jî  mal û zevîyên me dagir kirin. ‘piştî salên bûhûrî me xwest ku em vegerin welatê  xwe lê mixabin nebû’dagirkeran piştî çûyina me dest dabûn ser mal û zeviyên me û naxwazin ji gundên me derkevin. Pişt re me xwest ku em vê meseleyê bi rê yên aştyane çareser bikin lê mixabin nebû, em mecbur man ku doz li wan vekin.

 Di encama biryara dadgehê de hat diyar kirin ku gund yê me ye. Lê biryara dadgehê jî têrî vegera malê nekir. Ji ber ku dagirker naxwazin ji gundê me derkevin.

ji bo ku ev bê edaletî ji holê rabe em li benda piştgirîyên we ne’ got.

Erkîş berî ku serdana PAKê bike bi IHDyê re daxuyanîyek da raya giştî. Daxuyaniyê  hevserokê komeleyê prz. Devran Yildiz xwend.

Daxuyaniya teksta IHDyê li jêr e

 


Jİ ÇAPEMENÎ Û Jİ RAYA GİŞTÎ RE

Ji 2001î heta niha her sal  20ê hezîranê wek Roja Penaberên Cîhanê tê pîroz kirin. Penaberî ne hilbijartinek e. Birçîbûn e, şer e, talan e, xizanî ye. Rejîmên sîyasî, mirovan mecbûr dihêlin ku koç bikin û qadên jiyana xwe bigûherînin. Bi taybetê jî, ji ber şerê Surîyeyê ku ji 2011 an ta niha berdewam e, li ser cîhanê hejmara penaberan gihaştiye asta herî bilind. Li gor Raporên Koma Miletan hejmara kesên ku bi destê zorê ji welatê xwe hatine qewirandin di sala 1996 an de 37,3  bûye di sala 2016 an de ev hejmar bûye 65,3. Rewşa penaberîyê ji ber sedemên; şerên; ol, netew û nasnameyên sîyasî dertên. ji ber vê yekê divê behsa rewşa Êzdî yên li Batmanê were kirin ku ew kevintir şênîyên wir in. ji ber hin sedeman Êzdî yên ku 40-50 sal berî  koçî Avrupayê kirine niha dixwazin ku vegerin gundên xwe yên ku li wir ji dayik bûne.

 

Êzdîyan gava koçî Avrupa kiribûn mal û zeviyên xwe bi emanetî dabûn cînarê xwe. Lê îro ew cînar bi hişmendiyeke  dagirkerî dest dane ser wan.

Êzdîyên penaber ên li Avrupa, ji bo mal û zevî yên xwe yên tapokirî yên  li pey wan mayî, bi salan têkoşînên hûqûqî didan û hemû dozan kar dikirin.

Doza redkirina midaxeleyan li  Dadgeha  Bingehîn a Hiqûqê ya Batmanê hatibû qebûl kirin, pêşî li desteserkirina mûtecavîzan hatibû girtin. vê biryarê di 2014an de hatiye teqez kirin.

Li gel biryarên dadgehê jî, hêj dagirkerî yên li ser mal û zevîyên êzdîyan berdewam bû. Li hemberî dagirkeriyên nehiqûqî, Êzdiyan 12 car serî li dozgeriyê  dan, bi qeymeqam û fermandarên qeraqolan re hevdîtinan pêk anîn. Lê mixabin encamek jê negirtin. Banga me li rayedarên dewletê û hemwelatiyên me ;divê biryarên dadgehê werin cîh, desteserkirinên bê qanûn werin hilanîn.

 

Doza ku ji bo Gûndê Kelhoke ya girêdayî navçeya Beşîrî ya Batmanê hatiye vekirin hatiye kar kirin. Lê ji ber desteserkirinan Êzdî nikarin vegerin ser axa xwe.Nedîm Erkîş diyar kir ku  eger şûnwarê wan teslîm bikin ew ê vegerin. 

Girîngîya gundê Kelhokê ew e ku kêm cîh e ku qadên jîngeha êzdiyan e ku tê de deh hezar dekar zevî û bi hejmarek mezin mal hene.

 ji aliyê xelqê Êzdiyan li hemberî tecawûzkaran gelek doz hatine vekirin û di hemûyan de jî Êzdî ser ketine. Ligel biryarên dadgehê jî pêşî li tevgerîn şexsên sêyemîn nehatiye girtin ku alîgirê dagirkerîyê ne. Em jî bi nasnameya xwe ya mafparêzvanîyê ji bo ev rewşa derqanûnî ji holê rabe em ê şopînerê vê meseleyê bin..

 

Ji bilî vê em dixwazin vê yekê bi bîrbînin di 20ê hezîranî Roja Penaber ên Cîhanê de, di zîncîreya mirovahîyê de miletên  ku helqey yên herî bê hêz in divê dewlet û hemû sazî erka xwe ya mirovahiyê bi cîh bîne.19.06.2019

Komeleya Mafê Mirovan Şaxa Batman
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin