Kulî êrişê zebzeyên   gundiyan dikin!

Kulî êrişê zebzeyên gundiyan dikin!

Li gundê Bêtkarê, kuliyên her diçin zêde dibin berî zebzeyên hatine çandin tam hêşîn bibin dixwin. Endezyarên çandinîyê yên li herêmê lêkolîn dikin, diyarkirin ku ji ber hevsengîya xwezayî xirab bûye, kulî jî zêde bûne.

A+A-

Li gundê Bêtkarê, kuliyên her diçin zêde dibin berî zebzebên hatine çandin tam hêşîn bibin dixwin. Endezyarên çandiniyê yên li herêmê lêkolîn kirin, diyar kirin ku ji ber hevsengiya xwezayî xirab bûye kulî jî zêde bûne. 

Li Colemêrgê, îsal ji her salî bêtir kulî hene. Kulîyên her diçin zêde dibin berî hêşîn bibin zebzebên gundiyan dixwin. Kuliyên ku par li gundê Gûndek ê Çelê zêde bûbûn, vê carê jî li gundê Bêtkar ê girêdayî navendê zêde bûn. Zebze, îsot, fasûle û berên din ên gundiyan berî tam hêşîn bibin kulî wan dixwin. Mehmet Tahîr Engîn, diyar kir ku êdî ew nizanin ew ê çi bikin û got: "Em li navenda Colemêrgê dijîn. Lê ji ber krîza aborî me xwest em li gundê xwe baxçe dînin. Ji ber vê di biharê de em hatin gund û me dest bi çandiniyê kir. Lê hîn berên me tam şîn nabin kulî wan dixwin. Em dixwazin ev mesele bê helkirin." 
 
Ekîn, bilêv kir ku ew li gund mêşvaniyê jî dike lê ji ber ziwabûnê mêrg û giha lawaz mane kulîlkên ku mêş jê xwedî dibin çênabin. Engîn, anî ziman ku ji bo tesîr li mêşên wan neke ew nikarin bi dermanan kuliyan jî biqedînin û got: "Ji bo vê meselê me serî li Midûriyeta Çandniyê ya Bajêr da lê mixabin heta niha tu çare nehatiye dîtin. Zivistana îsal pir dijwar û dirêj bû. Ji ber vê nêviyê mêşên me mirin. Ên mayî jî pir lawaz in. Yanî berhemên mêşên me jî kêm bûye. Hîn jî kewar vala ne."  Endezyarên çandiniyê yên li herêmê lêkolîn kirin jî diyar kirin ku ev yek ji ber qirêjbûna hewayê, xirabûna hevsengiya xwezayî û ji ber ziwabûnê ye. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin