Krîza elektrîkê berdewam e; li Rihayê alozî derket

Krîza elektrîkê berdewam e; li Rihayê alozî derket

.

A+A-

 Li gundekî parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê hêzên emnî û xelk ji ber pirsgirêka elektrîkê rûbirûyê hev bûn û alozî derket.

Tîmên kompanya Dîcle ya dabeşkirina karebayê (DEDAŞ) bi piştgiriya hêzên fermandariya cendermeyan çûn ku karebaya gund bibirin. Lê xelkê navçeyê li dijî wan rawestiyan. Hêzên emnî ji bo belavkirina xelkê teqe bi ezman de kiri û gaa rondikrêj bikar anîn.

Ji bilî Riha li parêzgehên Mêrdîn, Amed û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê nerazîbûna xelkê li beramber vê kompanyayê zêde bûye. Bihayê karebayê roj bi roj girantir dibe. Hêza xelkê nîne ku vî pereyî bidin. Ew kesên ku pereyan didin di bin navê sepandina cezayê de baceke xeyalî bi ser wan de tê sepandin.

Parlamenterê HDPê Kemal Bulbul, dibêje, “Qaşo behsa çareserkirina pirsgirêkan dikin, behsa çareserkirina pirsgirêka mezin ya Kurd dikin. Carê dev ji pirsgirêka Kurd berdin, şiyan û hêza we ya çareserkirina pirsgirêka DEDAŞê heye? Ev DEDAŞ çi dike? Wek tawanbar li wan temaşe dike ku egera wê heye her wextekê dikarin tawanekê bikin. Saetên karebayê ji malan derxistine û li derve danîne ser stûnan. Nêzîkbûneke ku hemû civakê bi diziyê tometbar dike, lê belê di heman demê de bi xwe diziya herî mezin dike.”

Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî dibêje, berê xelkê vê navçeyê ji ber şerê di navbera PKK û artêşê de koç dikirin. Niha ji ber pirsgirêka birîna karebayê gundan vala dikin û koç dikin.

Parlamenterê CHPê Mahmut Tanal, dibêje, “Li parêzgehên Riha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Şirnex û Amed ku di çarçoveya projeya GAPê de ne, careke din DEDAŞ, careke din birîna karebayê û careke din mexdûriyet. Li navçeyên GAPê kompanya dabeşkirina karebaya niştimanî DEDAŞ ji ber ku bi yasaya deyn karebaya xelkê biriye sîstema avdaniyê naşixule. Erdên hatine çandin hişk dibin. Cotyarên ku dengên wan nagihêje kesekî mexdûr û perîşan in. Saziyên dewletê li hember DEDAŞê bêdeng in. Hêza wan têre DEDAŞê nake, ji ber AK Partî piştgiriya DEDAŞê dike.”

Li gor amarên kompanyaya dabeşkirina DEDAŞê xwediyê erdên kiştûkalê yê parêzgehên Mêrdîn û Rihayê deynê çend sala yê karebayê nedane, 4,8 mîlyar lîre deyndar in. Rojane deynê wan zêde dibe.

Herwiha ji ber deynê wan karebaya 1500 kesan hatiye birîn. Rêvebirên kompanyayê dibêjin bi kar anîna karebayê bi qaçaxî di 2013an de %75,8 bûye, ev rêjeya di sala 2020an de bo %45,32 daketiye, lê hîn jî rêjeyeke berz e.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin