Kovara Psychology Kurdî hejmara 10emîn derket

Kovara Psychology Kurdî hejmara 10emîn derket

Kovara Derûnnasîyê Psychology Kurdî 4 sal li pey xwe hişt. Hejmara 10emîn a kovarê derket. Kovar di ‎vê hejmarê de balê dikişîne ser mijarên wek “Zayendî û civak.” ‎

A+A-

Navenda Nûçeyan - Hejmara 10emîn nû ya Kovara Derûnnasîyê Psychology Kurdî derçû. Kovara ku di sala 2016an de dest bi weşanê kirîye, bi hejmara 10emîn 4 salîya xwe pîroz dike.

Kovar çar mehan carek derdikeve. Edîtorên kovarê di vê hejmara xwe ya nû de wekî dosyayê berê xwe dane mijara “Zayendî û Civakê.” Xwestine ku bi vê dosyeyê bi awayekî berfireh li ser mijarên “zayend, zayendî, zayendîtî, bêpergalîyên erka zayendîyê” hûr bibin da ku hin pirsên civakê bibersivînin. Bi vê armancê cih dane gelek pisporên vê qadê û hewl dane ku di vî warî de pirsgirêkên sereke rave bikin.

Naveroka hejmara 10emîn a kovarê wiha ye: ‎‎

Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan bi nivîsa xwe ya “Dîn, Trawma û Bêpergalîya Obsesîf-Kompulsîf -Hevbandorîya Trawma, Reftara Şûştinê ya Kompulsîf û Girêdanîya Dînî bi Jinên Penaber ên Tecawizkirî re- Xebateke Berawirdkirî” ku ji îngilîzî wergerandîye, cih dide xebateke xwe ya zanistî û rê û rêbaz, analîza daneyên xebatê û encama lêkolînê bi xwendevanan re parve dike.

Slavoj Zizek bi nivîsa xwe ya “Qaşo Bihêzbûna Jinê û Herikbarîya Zayenda Civakî Amûrên Dawî yên Kapîtalîzma Şirketî ne” ku Necat Keskîn ji îngilîzî wergerandîye, behsa wê dike ku kapîtalîzm zayendîyê çawa dixe bin bandora xwe û rê li ber xwe-objekirina jinê vedike.

Doç. Dr. Burhanettin Kaya bi nivîsa xwe ya “Êdî Dinya Bû Qirêj” ku Mahmût Ceylan ji tirkî wergerandîye, li ser qirêjîya gelek tiştan radiweste û bersiva pirsa “divê em bo vê qirêjîyê çi bikin”ê ji xwendevanan re vedibêje.

Prof. Dr. Arşaluys Kayir li ser mijarên “zayend, zayendî, zayendîtî û pirsgirêkên zayendîyê” yek ji wan kesan e ku gelek xebat û lêkolîn kirine. Li ser van mijaran bi mamoste re hevpeyvîneke berfireh kir da ku xwendevanên kovarê jê sûd werbigirin.

Prof. Dr. Doğan Şahîn bi nivîsa xwe ya “Orgazm û Azadî”yê ku Kenan Ormek ji tirkî wergerandîye kurd, dide dûv pirsa gelo di navbera orgazm û azadîyê de peywendîyek heye an na? Heger hebe ev peywendîyeke çawa ye? Şahîn li ser vî esasî disekine û bi awayekî hûrgilî serê xwe bi vê mijarê diêşîne.

Derûnnas Mihemed Elî Alûcî bi nivîsa xwe ya “Hevzayendî û Bêpergalîyên Zayendî û Zayendîtîyê” bi awayekî berfireh li ser mijarên hevzayendî, bêpergalîyên zayendî û zayendîtîyê û dermankirina van bêpergalîyan radiweste.

Derûnnas Dr. Azad Dildar bi nivîsa xwe ya “Vajînîsmûs û Mêrên Vajînîsmûsê, Zayendî û Bêpergalîyên Fonksîyonên Zayendî”yê bi hurgilî li ser vajînîsmûs, bêpergalîyên fonksîyonên zayendî hûr dibe.

Prof. Dr. Cebraîl Kisa bi nivîsa xwe ya “Şeva Pêşî Çawa Dibe Sedema Tirsê?” ku Şengul Ogûr ji tirkî wergerandîye kurdî, bi awayekî berfireh li ser tirsa şeva pêşî radiweste û sedemên vê ji me re rave dike.

Dr. Nurettin Beltekîn bi nivîsa xwe ya bi navê “Ruhê Însanan de Nuqteyê Tarî” behsa girîngîya zimanê dayîkê di perwerdehîyê de û rûdanên trawmatîk ên têkildarî vê mijarê dike.

Dr. Sabahattin Şen bi nivîsa xwe ya “Seksûalîzasyona Kurdîtîyê di Sînemaya Tirkî de” ku Sîyabend Aslan ji tirkî wergerandîye, bi hûrgilî û bi mînakan behsa sekzûalîzekirina kurdîtîyê ya di sînemaya tirkî de dike.

Herwiha Antropolog Welat Ramînazad bi nivîsa xwe ya “Peywendîya Zayendî û Bedenî de Rijnayişê Ferasetê Bedeno Arzûnêbîyaye”, Derûnnas Baran Gursel bi nivîsa xwe ya “Em Hemû Penaber in, Em Hemû Karker in, Em Hemû Civak in” ku Reşo Ronahî ji tirkî wergerandîye, Derûnnas Leyla Nisêbînî bi nivîsa xwe ya “Pratîk û Polîtîkayên li ser Zayendîyê”, Derûnnasê Klînîkî û Terapîstê Pirsgirêkên Zayendîyê Murat Caymaz bi nivîsa xwe ya “Zayendî û Derûnîya Jinan”, Derûnnas Gulistan Barik bi nivîsa xwe ya “Bi Nêrîneke Dîrokî û Civakî Keçanî”, Şêwirmendê Derûnîyê Emrah Akbaş bi nivîsa xwe ya “Saw û Cûreyên Wê” di kovarê de cih digirin. Mêvanê kovarê yê beşa “Pirs û Bersiv”ê jî helbestvan  Berken Bereh e.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin