Komela Hêvî û kitêba ”Hînkerê Zimanê Kurdî”
Siddik BOZARSLAN
Bi navê ”Hînkerê Zimanê Kurdî” kitêba hînkirina kurdî li Stanbolê ji alîyê Komela HÊVÎ ya Xwendekarên Kurd ve hatîye amadekirin ku ew cemîyet (komele) di 09.08.1912an da hatîye damezrandin. Navê wê yê eslî ev e: ”Hêvî Civata Telebê Kurdan” Ev kitêb ji alîyê Weşanên bgst (Boğaziçi Gösteri Sanatları Topluluğu) ve di 2008an da li Stanbolê hatîye çapkirin. Kitêb, ji alîyê Gruba Xebatê ya di Çavkanîyên Osmanî da Kurd (Osmanlı Kaynaklarında Kürtler Çalışma Grubu) ve hatîye wergerandin ku ji van navan pêkhatîye: Alişan Akpınar, Bahattin Demir, Barış Baydağ, Bersi Yetkin, Mehmet Acar, Namık Kemal Dinç, Serhat Bozkurt, Sezen Bilir, Tacim Sebüktegin, Volkan Mantu.
Li gora pêşgotina tirkî ya Xanim Sezen Bilir, ev koma (gruba) xebatê berhema xwe ya pêşîn jibo projeya xwe bi navê ”Emir Bedirhan- 20. Yüzylın Başlarında Kürt Milliyetçi Söylemine Bir Örnek” di 2007an da di nav Weşanên bgst da weşandine. (bgstyayınları bgst.org telf/02122511921 Beyoğlu İst. Tomtom Mah. Kaymakam Reşat Bey Sok. 9/1) Dîsa li gora wê haydarîyê ev berhema wan a duyemîn, di 1921an da Komela Hêvî li Stanbolê wê çapkirîye. Bi wê xebatê Hêvî xwestîye ku alîkarîya wan kurdan bike ku kurdî nizanin û bi alîkarîya wê kitêbê kurdî hîn bibin. Hêvî wê demê hewil daye ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Her weha Komela Hêvî li ser xebitîye ku alfabeyeka kêrhatî jibo zimanê kurdî çêkin, ji ber ku alfabeya erebî kêrî zimanê kurdî nehatîye. Loma dema wê kitêbê amade kirine, xesasîyet jibo îmlaya kurdî nîşan nedane û zimanê axiftinê esas girtine. (33)
Ev koma xebatê, dema kitêbê ji arşiva osmanî wergerandine alfabeya latinî, ew sadiqê metna orijinal mane û loma îmlayên ku li gora osmanî bûne, dest nedane pê û li gora rewşa îroyîn sererast nekirine ku îro ev kêmasî tê xuyakirin. Digel wê kêmasîyê jî ev kitêb, di dema xwe da bûye wesîqeyeke dîrokî û loma berhemeke giring e. Balkêş e ku dema mirov li naveroka wê û gotinên ku hatine xebitandin dinêre; gelek gotinên ku îro jî em pê nizanin ango naxebitînin hene. Mîsal, navê papatyayê bi kurdî gulmast e; navê pantor, ranîk bûye; raste jibo cetwelê xebitandine; kûre, sobe ye; pêtik, kibrît e; pûlke, fasûlî ye; şenik, çetel e û gulmorî jî dendika hejîrê ye.
Balkêş e ku kitêb bi lehçeyên kurmancî û soranî (babanî) û tirkîya osmanî hatîye amadekirin. Hatîye xuyakirin ku wê demê kurmancî û soranî gelek nêzîkî hev bûne. Ji ber ku Kurdistan wê demê hê nehatîye perçekirin. Piştî perçebûna Kurdistanê, van lehçeyan zêdetir ji hev dûr ketine. Ji ber ku têkilîyên wan her du kîtleyan ji hev qut bûne û ji hev dûrketine. Lê nuxteyeka balkêş jî di beyannameya komelê da hatîye nivîsîn ku ”di demên çûyîn da kurdan bi zimanê xwe kitêb nivîsîne, lê nuha kurdî ketîye nav merhaleyek ku tenê li dervayê bajaran tê axiftin.” Ev jî nîşan dide ku hê di despêka 1900î da zimanê kurdî li ber xetera asimilasyonê maye û kurdî tenê li gundan hatîye xebitandin.
Wek em pê dizanin di 1908an da Meşrutîyeta Duyemîn îlan bûye û qanûna bingehîn ji nû ve hatîye amadekirin. Digel wê bûyerê di nav kurdên Stanbolê da jî em rastê hewildanên şîyarbûnê û xwe rêxistinkirinê tên ku ev jibo kurdên Stanbolê û bi taybetî jibo kurdên xwenda gelek giring bûye. Li vir divê bi çend gotinan be jî mirov behsa xwendevanên kurd bike ku li Stanbolê tehsîla bilind (zaningeh- universite) xwendine. Li gora haydarîyên Dr. Nurî Dêrsimî ku di kitêba xwe ya bi navê ”Hatıralarım” (Bîranînên Min) da behsa suhbeteka di navbera wî û hevalên wî yên kurd da çêbûye, balkêş e. Jimareyên jibo xwendevanan ku di suhbetê da derketîye meydanê weha bûye: Ji 20 hezarî zêdetir tirk, 2- 3 hezar arnavud, çend hezar ermen û ji 150 kesî ne zêdetir ji tevayîya Kurdistanê û ji herêma Dêrsimê jî tenê Nurî Dêrsimî. (34) Ev nîşan dide ku civata kurdî çi qas hatîye paştaxistin.
Xaleka balkêş ew e ku xwedîyê Rojnama Kurdistanê Evdurehman Bedirxan jî endamê
Cemîyeta Jön (nû) Tirkan bûye û di kongreya wan da beşdarî kirîye ku ew di 1902an da li
Parisê çêbûye. Her weha Şerîf Paşa jî heta salên ewil ên Meşrutîyetê di nav sefên Îttîhat Terakkîyê da xebitîye ku ew wek temsîldarê kurd tê naskirin ku beşdarîya Konferansa Aştîyê ya Parisê kirîye.
Çawa ku xwendekar û zanayên kurdên Stanbolê û wek giregirên civata kurdî Şêx Evdilqadirê kurê Şêx Ubeydullah û zarûkên Bedirxanzade û Babanzadeyan kêfxweşîya xwe jibo Meşrutîyetê nîşan dane; li Kurdistanê jî hin pêşevayên civata kurdî nerehetîya xwe nîşan dane. Mirov dikare nerehetî û protestoya Şêx Seîdê Berzencî li Slêmanîye (1908) û hewildana Serekê Konfederasyona Eşîra Milî û Fermandarê Alayên Hemîdîye Îbrahîm Paşa nîşan bide ku digel 1500 çekdarên xwe di nîsana 1909an da êrîş dibe ser bajarê Şamê (Dîmeşq) û îlan dike ku ew girêdayê Sultanê Osmanî ye û bajarê Şamê li ser navê sultan zept kirîye.(35) Loma ev bala kurdolojê hêja yê Hollandî Martin van Bruinessen jî kişandîye serê ku dibêje ´di dawîya sedsala19an da girêdana eşîrên kurdan jibo sultanê osmanî ji kurdevînîya wan girantir hatîye.´(36)
Tê zanîn ku rêxistinên kurdan heta 1914an di nav çarçoveya zanîn û alîkarîkirinê da xebatên xwe domandine. Bi tabîreka dî ev xebat di çarçoveya kultûrê da sînordar bûye. Loma tespîta Tarık Zafer Tunaya jî rast e ku bo kurdan weha nivîsîye: “Di dema Meşrutîyeta Duyemîn da ew di nav hewildanek da nebûne ku ji dewleta osmanî cîyê bibin. Di nava tevgera qadroyên feodal da, li hemberê politika tirkîtîyê ya Îttîhatîyan ku car caran xwe nîşan daye, ew jî (yanî kurd) hewildanên berxwedanê nîşan dane.” (37)
Haydarîyên Dr. Nurî Dêrsimî ku di 1913an da li mektebê jîyaye, gelek balkêş e: ”Li zaningehên Stanbolê di nav xwendekaran da êdî şerê neteweyî despêkiribû. ´Rojek li mektebê dema em çûne dersxaneyê, me dît ku li ser texteyê reş yê mezin bi tebeşûrê û bi tîpên gir ”Çi bextewarî ji wan ra ku dibêjin ew tirk in! Bijî tirk!” slogan hatibûn nivîsîn. Em jî di seetên tenefusê (bêhnvedanê) da li hemberî wê çûn dersxaneyê û li ser heman texteyê xwe neçar hîs kirin ku ”Bijî Kurd û Kurdistan! Çi bextewarî ji wan ra ku dibêjin ew kurd in!” binivîsîn.´ Tê zanîn ku Celadet Bedirxan jî rastê bûyerên weha hatîye. C. Bedirxan digel hin hevalên xwe li Stanbolê beşdarîya konferansek dikin ku Yusuf Akçora û Îsmaîl Ganspereveski (eslê xwe ji Kirimê ye û di 1851an da hatîye dinyayê) wê amade kirine. Î. Ganspereveski di axiftina xwe ya dirêj da gotîye ku ”Li Tirkîyeyê ji bil tirk unsûrekê neteweyî tune. Her kes tirk e!” Dema C. Bedirxan nameyek ji Mustafa Kemal ra rêdike, weha lê xîtab dike: ”Van ocaxan (ocaxên tirk) qasî ku ji we ra tirk afirand, ji me ra jî kurd afirandîye.” (38)
Komela Hêvî, weşanên wek kovara Hetawî Kurd û Yekbûn jî derxistine ku bi hindikayî 10 jimarên H. Kurd derçûne. Balkêş e ku di Hetawî Kurd da hatîye nivîsîn ku bi rîya ´Îdareya Hêsakirina Karên Osmanî´ daîreyek heye û bi rîya wê daîreyê karên ji dervayê welat bi rîya nameyê were kirin, tê şopandin. Balkêş e ku di wê kovarê da îlanek derketîye û nivîsîye ku ´Jiyan û Darulfunûna Swisreyê´ birayên kurd dikarin bi rîya Babanzade Abdulaziz Begê bistînin. Dîsa balkêş e, hatîye nivîsîn ku bi rîya”Komela Hêvî Şubeya Lozanê” mirov dikaribûye derheqê fakulteyên Darulfunûna Lozanê hîn bibe. Ev jî nîşan dide ku li Lozanê jî rêxistina Hêvî hebûye.
Bi operasyona li ser ´Bab- î alî´ ya 1913an ve Cemîyeta Îttîhat Terakkîyê iktîdarê xistin destên xwe. Ev rêxistineka welê bû ku di serî da 3 rêvebirên wê û piranîya endaman Balkanî bûn û temenê wan 30-35 bûn. Van rêvebiran, li ser daxwaza civatê destûreka nû û xwedêgiravî parlamentoyeke nû çêkirin, lê di eslê xwe da jibo wan her hewildan û tiştên wan jibo kirdayetê bûye. Wan di bin perdeya modernizmê û sembolên rojhilatbûyînê da, van guhartinan çêkirine. Lê piştê ku cîyê pîyên xwe li iktîdarê qeîm kirin, ew bi xwe bûn asteng ku dezgeha yasamayê, rêvebirîyê kontrol bike û dema pê bawerî anîn, wan Meclis-i Mebûsanê (parlamento) jî ji çav dûrxistin. Îttîhat Terakkîyên Balkanî, piştê ku gelên Balkanê ji osmanî qetîyan û bûn xwedîyê dewletên xwe yên xweser; hestên wan ên anti- rum û anti- xiristyanî geş bûn, politika ”musulmanbûnê û tirkbûnê” jibo nufûsê ketin nav hewildanan. Despêka vê hewildanê, çêkirina politika koçberîya kurd û civatên dî bû ku jibo wê jî di 13yê gulana 1913an da ”Muhacirîn Îskan Qanûnû çêkirin û paşê gaf bi gaf wê xistin jîyanê. Di dema koçberîyê da ew azar û êş û kelemên ku kurdan di rîyan da jîyane, bûye semedê ku di kovara Jînê da gelek nivîs û şîir werin nivîsîn û çapkirin. Wek numûne mirov dikare nivîsara ku Abdurrahîm Rahmî yê Hakarîyî û helbesteka Şaîr Mahmud Nejad yê Silêmanîyeyî nîşan bide ku ew nivîsar û helbest di kovara Jîn, jimare 8an da derçûye nîşan bide. A. Rahmî di nivîsara xwe da cî daye helbesteka Şêx Sadî ku ercîyaye mirov li vir kurdîya wê binivîse. Şîira Şêx Sadî weha ye:
”Lawên mirovayîyê organên hev in
Belam ji alî xulqandinê ve ji heman maddeyî ne
Dema organek rastî zehmetîyê hat
Organên dî jî dê rehet nekin
Ger tu, tesîrê ji zehmetîyên dî nebînî
Tu ne laîqî ku navê te însên be.”(39)
Çend rêzên şiîra Mahmud Nejat jî vaye li jêr in:
Hestên zarûkeke kurd
Jibo Kurdistana min a xoşewîst
”Ax, ey welat, ey welatê xwînî ku meydana xemê ye
Ey dayîka bi keder ku zarûkê xwe wenda kirîye ….
Hezkirina min bo erdê xwe, bawerîyê dikemilîne
Cangorîya min bo wê rê, emreke hetahetayê ye …..
Ax, hemî xeyalên min ew bûn ku werim ba te, bibezim ba te
Lê zivistanê ez girêdam, nuha nîne mecala min
Ger nehatim û mirim, bila cesedê min bimîne li çiyan
Her êvar û her sibehê, bi rîya bayê bîhna welat bistîne”
…….. (Jîn, eynê eser)
Kurdên ku hatibûn koçberkirin, di rê û dirban da bilîyê nexweşî û birçîbûnê mabûn.
Kurdistanîyên ku bûbûn meydana şer, zarûkên xwe, zilamên xwe û bavên xwe wenda kiribûn û di ser da jî eskeran dest danîbûn ser nefeqeyên xelkê ku di dest da mabûn. Di encama çar salên şer da, herêma kurdan hatibû ber sînorê tunebûnê. Bi hezaran kurdên ku nexweş û birçî mabûn, ji neçarîyê xwe avêtibûn erdê Urmîyê.
Politika ”Tirkbûnê” jibo Îttîhatîyan, ne tenê civatan têkilhev dikir; di wê politika helandinê di alîyeke da jî bi sextekarîyê lêkolînan didan çêkirin ku koka kurdan bînin. Di vî derbarî da li ser navên sexte, lêkolînên sexte dane çêkirin ku kurdan înkar bikin û wan tune bihesibînin. Ev sînorê helandin û tunekirinê, bi kurdan jî nehatibû sînorkirin û ew gelên ku li Anatolyayê jîyabûn, wan jî girtibûn nav wê helqeyê. Wek numûne; Baha Said Beg hatibû wezîfedarkirin ku li ser Qizilbaş û Bektaşîyan lêkolîn bike. Hasan Fehmî Xoce û Mehmet Tahir (Olgun) yê Bursayî jî lêkolîna jibo Ahîyan girtibûn ser xwe. Esat Uras Beg jî lêkolîna ermenan dabû ser xwe. Zekerîya Sertel (ew li Tirkîyeyê wek Kemalistê demokrat tê naskirin) jî, karê kolandina eşîretan, tarîqetan û alewîyan girtibû ser xwe. Habil Adem jî lêkolîn li ser kurd û tirkan çêkiribû. Di vê pêvajoyê da li ser navê Dr. Fric, kitêbek bi navê ”Kürtler- Tarihi ve İçtimai Tetkiki’ hatîye çapkirin. Li gora wê kitêbê kurd, di eslê xwe da tunene û zimanê wan kurdî jî tune ye. Helqeya sextekarîyê hewqas balkêş e ku xwedêgiravî kitêba Dr. Fric ji alîyê
“Akademiya Şerqê ya Berlinê (Berlin Şarkiyat Akademisi) ve hatîye çapkirin. Paşê tê famkirin ku di eslê xwe da wek şexis kesekî bi navê Dr. Fric tunebûye. Di esasê xwe da zilamekî emnîyetê Habil Adem ango bi navê eslî Naci Îsmail Pelisterler wê kitêbê nivîsîye.
Zelal e ku jibo bawerî pêanînê tirkan navekî bîyanî û dezgaheke almanî xebitandine da ku rûmeta wê kitêbê bilind bibe û raya giştî were xapandin. Wer xuya dibe ku di vê xapandinê da kesayetekî wek Kamuran Alî Bedirxan jî heye ku bi heyînî di 1918an da nivîsek nivîsîye û ew di kovara ´Îçtîhad´ê da hatîye weşandin. Wergêra wê nivîsê ji alîyê Weşanên Aram ve hatîye çapkirin. (40)
Serekcumhurê Dewletên Yekbûyîya Amerikayê (DYA) Wilson, di 8ê kanûna paşîn (ocak) 1918an da prensîpên xwe ragihand raya giştî ya cîhanê ku ji 14 maddeyan pêk dihat. Li gora wan prensîpan, piştî Şerê Cîhanî yê Yekemîn, mafê hemî neteweyan hebûn ku dahatuya xwe bi îradeya xwe ya azad bidin xuyakirin. Maddeyek ji wan prensîban, derbarê dewleta osmanî da bû ku di nav wan sînoran da gelê kurd jî dijîya û heqê wan bû ku qedera xwe bi destê xwe taîn bikin. Loma xwenda û zana û sîyasetvanên kurd yên wê demê, piştgirîya wan prensîpan dikirin. Wek mîsal, wê demê di Kovara Jînê da nivîsarên wek Kamuran Alî
Bedirxan, Abdullah Cewdet, Abdurrahim Rahmî û Îhsan Nurî Paşa, pesnê wan prensîpan dane û piştgirîya wê kirine.
Bi Peymana Mondrosê ku di 30yê oktobra 1918an da di navbera osmanî û Dewletên Îtîlafê da çêbû û her weha dawî li şerê cîhanê hat. Mafên neteweyî û demokratik pêşnîyazê wan kirine ku dahatûya xwe bi awayeke azad taîn bikin.
Li gora haydarîyên Zinnar Silopî, li ser navê Komîteya Rêvebir ya Kurdistan Tealî Cemîyetîyê
Seyîd Abdulqadir, Bedirxan Emîn Alî Beg, Dr. Mehmet Beg û Bedîuzzaman Molla Saîd, Komîserên Amerika, Fransa û Îngilistanê yê Stanbolê zîyaret kirine û mafê gelê kurd ên neteweyî parastine ku erdnîgarîya wê gîhaye deryayê. Li ser wê daxwaza kurdan, Komiserê Amerikayê jî daye xuyakirin ku ew Kurdistana ku kurd diparêzin, biryar hatîye sitandin ku li wir Ermenistan dê were avakirin. (bajarên Wan, Kars, Erzirom, Elazig, Bedlîs û Dîyarbekir digirt nav xwe) Li ser wê haydarîyê Bediuzzaman jî gotîye ku ´eger Kurdistan li kenarê deryayê bûya, dibû ku hûn bikaribûya bi notên xwe wê tatbik bikirîya, lê li çîyayên Kurdistanê tatbîkkirina wan notên we ne mikun e.´ Heyeta kurdî ji Amerikayê xwestine ku jibo pêkanîna daxwaza mafên kurdan, divê Amerika bibe alîkar û bi wî awayî civîn xilas bûye. Komiserê Amerikî jî ´divê tu alîkarîya xwe bikî, dê Xwedî jî alîkarîya te bike´ dibêje. (41)
”Lê wek em dê li jêr bi hûrgilî bibînin ku Kurdistan Tealî Cemîyetî, ji wan têkilîyan û hewildanan tiştek bi dest nexistine û di encamê da Kurdistan ji Mustafa Kemal Paşa ra ´hatîye pêkêşkirin.´ Ji ber ku Cemîyeta Kurdî li Kurdistanê girîngî nedabû rêxistina xwe ku bikaribe xwe bike hêzek ku bikaribe ji şolên xwe ra çareserîyê bibîne. Tabîr di cîyê xwe da be Cemîyeta Kurdî adeta xwe li Stanbolê hepis kirîye û bûye rêxistineka qartonî.
Wek tê zanîn Sefîrê Osmanî yê Stockholmê yê Swêdê General Şerîf Paşa, li ser navê kurdan û wek temsîldarê kurdan di Konferansa Aştîyê ya Parisê da (ew konferans ji alîyê Dewletên Îtîlafê ve hatîye amadekirin û loma konferanseka navberdewletî bûye) beşdarî kirîye û avakirina Kurdistaneka Serbixwe parastîye. General Şerîf Paşa digel wê xebatê, di heman demê da Digel Serekê Delegasyona Ermenîyan Bagos Numan ra jî peymanek çêkirîye. Ew peyman, Lihevhatina Kurd û Ermenan anîbû meydanê û ciyeke girîng peyda kiribû. Daxwazên wê peymanê ji konferansê bi kurtayî di vê çarçoveyê da bû ye:
”Em di navbera xwe da bi tevayî lihevhatine. Em digel hev ji we tika (rica) dikin û dixwazin ku di çarçoveya prensîpên mafên neteweyan da avakirina ´Ermenistaneka serbixwe û yekbûyî´ û ”Kurdistaneka serbixwe´, divê biryar were sitandin ku ew dewletên ku werin çêkirin, daxwazên gelên me divê li ber çav bê girtin û alîkarîya dewletên mezin were sitandin û di nav pêvajoyê da jibo pêşketin û xurtkirina van dewletan divê piştgirîya we ya ekonomik û teknikî neyê texsîrkirin.” Parvekirina erdan jî di bin insiyatîfa dewletên mewcut da divê bê kirin.”(42)
Divê were gotin ku ev peyman di nav gelek kurd da û di nav osmanîyan da bû semedê acizbûnê û protestoyan. Acizbûna osmanîyan rehet tê famkirin ku ew bi sedsalan xwedîyê hukumdarîyê bûne li ser civatên kurd û ermenan. Lê acizîya hin kurdan, ji ber sedemên cuda çêbûne ku yek ji wan sedeman, Prof. Hamît Bozarslan weha daye zanîn:
”Ew axayên eşîran û şêxan ku Alayên Eşîretan (navê berê Alayên Hamîdîye bû) pêk anîbûn û di encamên qirkirina ermenan ya 1894-1896an da qewimîbû, dewlemend bûbûn û di têkilîyên dewletê da bûbûn wek patron- muşteri, wan nedixwestin ku tifaqek bi ermenan ra were çêkirin.” (43)
Di encama wan gengeşe û acizîyan da di Cemîyeta Kurdî ya Stanbolê da jî cudabûn çêdibe û ev jî dibe sedemê veqetandinek. Li hemberî acizbûna çapemenîya osmanîyan Seyîd Abdulqadir haydarî dide çapemenîya Stanbolê. Di hevpeyvîna xwe ya jibo Rojnameya Îkdamê da wî weha gotîye:
”Îro pênc- şeş bajar hene ku kurd lê dijîn. Divê hukumet xweserî bide van bajaran. Divê jibo pêşketinê îmkan were dayîn ku bi rîya kesên durust û adîl ku em wan hilbijêrin. Wek min piçek berê da zanîn, bi tu awayî em li dijî tirkan hîsên dijminane napejirînin. Ev hukumeta xweser ku were avakirin, di rêvebirîya wê da tirk jî dikarin digel me cî bistînin.”(44)
Piştî wan gengeşeyan rêvebirên ji mala Bedirxanî û Cemîlpaşayî ji Cemîyeta Kurdî cîyê bûne û ”Teşkilatı İçtimaiye Cemiyeti” ava kirine, lê ew jî nikaribûne tişteke zêde bikin û Cemîyeta Kurdî jî ber bi belavbûnê çûye.
Lê propaganda Kazim Karabekir ku bi giregirên kurdan ra kirîye; li ser hîmê ”Kurdistan dikin Ermenistan” têra xwe tesîrê li ser civata kurdî hiştîye. K. Karabekir wê rewşê weha nivîsîye:
”Şoleka giring jî ku divê em bi dîqet li ser rawestin, cereyana kurdîtîyê ye. Di vî derbarî da li Stanbolê min hewildaneka mezin dît. Ez li herêma me (qesta Erziromê dike, ji ber ku ew li wir fermandarê orduya osmanî ye- Siddîq) dê gazîyê eşîretan bikim û wan
sererast bikim û têxim nav dûzenek û ji wan ra bidim zanîn ku ´Kurdistan dibe
Ermenistan´ dê şol bi hêsayî hel bibe.”(45)
- Kemal Paşa jî wê qertê xebitandîye û kurdan anîye alîyê xwe û li ser pişta wan dewleta tirk çêkirîye. Lê dema mirov li pratika M. Kemal dinêre, gelek zelal tê xuyakirin ku wî timî politika dualîtîyê nîşan daye û xistîye jîyanê. Lê divê em qebûl bikin ku ew oportunistekî (durû) gelek zîrek bûye, wek canbazekî jêhatî. Du telgrafên M. Kemal wane li jêr in:
Telgrafeka M. Kemal bi rîya Wekîlê Mutasarrifê Malatyayê ji axayên Hacı Kaya û Şatoğlu Mustafa ra di 15yê oktobira 1919an da şandîye weha ye:
”Dı Darxistina Kongreya Giştî ya Sêwasê da pêşketina karên me hatine teqdîrkirin ku bi saya wan karan di nava îslamîyan da pêşî li xwînrijandinê hatîye sitandin ku gelek kurdên birayên me yên masum ji alîyê orduya osmanî ve bihata kuştin, ku ew dikaribûn bibin aletên xaînên neteweyî û padîşah ku bi derewan werin xapandin. Heta ku mezinên wek we xwedîyê dîn û namûsê hebin, tirk û kurd wek du birayên hev ên heqîqî ku ji hev nayên veqetandin û li derdora xelîfetîyê bisekinin û li dijî dijminên hundûr û derve wek qaleyeke hesinî rawestin, Xwedê xebatên we qebûl bike.” (46) Telgrafa ku ji walîtîya Erziromê ra hatîye şandin jî gelek balkêş e û wek fermanek e û numûneyeka canbazîyeke bêqisur e:
”Bi amanca xirabkirina yekîtîya neteweyî û perçekirina welat, rojnameya Jîn ku li Stanbolê tê weşandin û bûye aleta amancên dijmin, divê ew were qedexekirin û ku nekeve nava Anatolyayê.” (47)