Ali K. yıldırım

Ali K. yıldırım

Niviskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Kî Pêşta Tê?

A+A-

 

No photo description available.Çema sur (Kızılırmak) li Macîran

Kurmancîya ‘’Kizilirmak’’ê  ‘’Çema Sûr’’ e. Baskê mezin ya Çema Sûr li herda Macîran ji Çîyayê Surik derdikevî. Li kevîya gundê Kevelî’yê, Çaya Çaykoyê tevli Kizilirmakê dibî û çem mezintirin bi ber Macîran (Îmranli) va diherikî.

Wê salê, weku pir salên din, zivistanê disan pir berf barîyabû. Germa baharê ji çîyan laser radkir. û Çema Sûr helhatbû û bi firehîyê da bibû Firat. Herçixas piştê çend rojan, giran giran ava çemê daket jî, bi hirminû gûrminya va disan jî bi xof bû. Di wî wextê da zarên gund bi nexwaşîyêkî giran ketûbûn.Nav zarokan da, yên herî giran nexwaş, yêk Apê min ê Zîya, yê din jî layê pismamê Kalikê min xalê Cemal bû.  Wexta li gund, bi dermanê heyî, çare nehat dîtîn; dervayî çûyîna nexwaşana devletê rê namabû.  Herdu pismam qerara çûyîna xestaxanê dan û subenda zû bi rê ketin.. Di wê wextêda hînê rêya susê venebûbû; otomobî tûnebûn. Yêkê ku dixast biçe Macîran derbazi tayê bakurê Çema Sûr, tayê Qereçayirê dibû; ji wirê diçû qeazaya Macîran. Cîyê herî rind bo derbazbûyînê, cîyê ku çem li deştê tenik dibû, binê gundê dîya min, Kevelî ye bû.  Kalê me,wê demê dora çelli pênc salî, pismamê wî Xalê Nayîr ji pêncî mezintir bû. Kalê me destxweda (iriyarı/kuvvetli), Xalê Nayîr yêkê qollik û bê teqat bü.  Ji ber vî sebebê ne bi tenê vazîfa derbazkirina zaran, lê ya Xalê Nayîr jî di hustîyê Kalê me da bû.

Av çixas sakîn dibî bila bibî, bi tenê Kalê dikanîbû xwe li avê biqelivînî.  Kalê hat kevîya avê her zarik girti bin çengikî û bangi Xalê Nayîr jî kir: ‘’were tu jî li pişta min sîyar be, car tin kî disan tê vê hêlê? ’’ Xalê Nayîr ‘’Na Qazî Beg tu carê bi xêr û xwaşî zaran derbaz bike, ecele meke! Bila dereng bî, lê selamet bî’’ got. Bi vê gotina Kalê xatirê pismamê xwe ku aynî wextê da xezur jî bû,  nefirrand û xwe li avê xist.  Vê hêla va wê hêlê va, Kalê bi zor û zahmet nav avê  da xwe dilivand. Av li nava wî rabirti bû. Kalê her yêk zar (zarok) ra ser pîlîkî (millik) kir.   Anaha, ne bi tenê canê zaran nine, lê jîyana (heyata) Kalê jî di tehlîkeyê da bû. Wê demê ramanên acêb di serê Kalê da wekû bebûliskik  rabirt:

‘’Anaha min ku nekanîya herduyan derbaz bikim, ezê çi bikim? Layê xwe cîh belinim, yan layê pismamê xwe, yan jî xwe berdim nav avê? Eger ez biçim ew herdu jî bi min ra yêk bixendikin.  Na!Na! Bi çûyîna min qet kes xillas nabî. Serda barê kulfeta min ya li gund jî di hustîyê min da ye. Ez dibêjim wexta meri mecbur ma, feda kirina yêkî di qatê xwadê da jî tê fam kirin. Eger çûyîna yêkî dibî sebeba xillas bûyîna yêkê din,  va tiştekî xirab nine. Lê qurban kî bî? Layê min, yan layê pismamê min? Ez layê xwe qurbani kesî nakim. Ewe ku layê min dimirî ez bimirim rindtir e. Ew ku çû ez jî xwe berdidim avê. Xwadê muhaqak heq dide hîs û ramanên bavan jî. Li şûna min Nayîr bûna berê layê xwe xillas dikir, yan jî yê min? Herkes, berê her tiştê,  mesulê aîla xwe ye; paşê yên din tên.’’

Wexta Kalê bi van ramanên bi mijê mixandin va meşxul bû, di jur da dombirikî mezin weku fîşeng di kevîya wan da rabirt. Bi xêra Xwadê ew ji wî qedayî jî xillas bibû. Lê paşê kevirik li nîngê Kalê ket. Nîng diêşîya. Wexta gillî û gazinan nebû. Car caran ber jêr, car caran ber jûr da diçûn. Avê wan qesiki pencî metroyê ber jêr da biribû. Li hember avê şer tiştikî rast nebû, loma Kalê  bewrarkirî (yan) diçû. Avê ew kaşi nêziki cîyekî kur kiribû. Av li wir gilower dibû û şuva lêdixist. Kalê zor bela destê xwe aviti kêndikî. Zarên ser pîlê xwe bi wê hêle va avit. Di davîyê davî, bi xêr û silamet bi zaran va derbazi hêla din bibûn. Anaha anîna dorapismamê xweyê li hember bû. Kalê disan derbazi hember bû. Wî, vê carê pismamê xwe weku turikîkî sivik aviti ser pişta xwe. Wexta gêşti orta avê ‘’Nayîr metirse ez te navijim avê’’ got. Bi vî gotina xalê Nayîr veceniqîya. Nebe ku ew wî bavijî avê? Lê tiştik nebû, vê carê ew bi rehetî gehêştin hember. Li hember Kalê ‘’of! Min bi zorê zar derbazi vê hêla kirin, rind bû ku tu jî, bi wan ra yêk,  li pişta min sîyar nebûyî, wer nine Nayîr Efendî?’’  Xalê Nayîr bi dengê sakîn lê vegerand: ‘’Meri bi ava baharê îtîmat nake, va leq (henek) nine; şeytan tevli karê ecele dibî’’

Wexta tirs rabirt, tiştên ku çend deqîqan berê di serî da derbaz bû hati bîra Kalê. Ew xwexwe da keti şika rastîya bîr û baverîya xwe; ‘‘Ma ji bo bavikî, berê yêkê din xwaşî û silametîya lawikê xwe xastin gunehe?’’ Kalê vegerîya pismamê xwe ‘’Na Nayîr! Eger avê em bibiryana,  min ku nekanîya bûna herduyan xillas bikirina; min ê çi bikirina? Minê pêşda  layê xwe Zîya xillas bikirina, wer nine Nayîr Efendî ?’’  Xalê Nayîr disan bi dengikî nerm ‘’Nizam ku...?Ew tişta werrî ye Qazî Beg, hemma!’’ got. Bi nîv tasdîq kirina rastîyêkî unîversal, dilê Kalê rehet bibû. Ew geheşti wî baverîyê ku bi fikra parastina jîyana layê xwe, pêşîya yêkê dinê, neketibû gunehîkî. Rêya Qezaya ya Macîran ji wî ra anaha nêziktir bibû. Ser kutikên berfê da rabirtin û ketin rêya dûz. Anaha rê ji wan ra vekirî bû.

Lê vê carê ramanên tevlû hevudû di serê xalê Nayîr da diherîkîya. Raman weku hewran li hevdû diketin dibûn bêbulusk, li hevdû dipêçyan dibûn hewr: ‘’Serê hela, dibê ‘min e berê layê xwe xillas bikirina’. Rind bû ku laser ranebû.  Wî yê, li şuna layê xwe, ewê yê min berbidana avê.Hela qezîyêkî tînî bîra xwe?’’

Tu eger li Kalê bipirsî ewê ‘’suc sucê Nayîr e. Merîk ji mesulîyeta zarên xwe direvî, li şûnê berpirsîyarîyê dike pîlê xelqê?’’bigotina.

Di jîyanê da bo her yêkî, gora cîyê ku diskinî, rastîyêki cuda heye. Rastî gora wext û cîh çeşît çeşît e. Bo şaîr şurê herî tûj helbest; bo serbazê (komutan) îroyîn çek e.  Li peşîya gîşt rastîyan realîteyîk heye: Heryêk  berê yê xwe difikirî...Lê pir kes vî rastîyê îtîraf nakin. Eger herkesê rastî bigotana, ewê kê derew bikirina? Li hinek cîhan rêya ser ketinê bi derewan tê hûnandinê. Ji wî hûnerê ra, pir caran, sîyaset tê gotin.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin