Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

8êAdarê

A+A-

 

Do bi şev li rûpela min a Facebookê videoyek ket ber min.
Li Kurdistanê her malbat xwedî çîrokeke.
Di her çîrokî de mirov xwe dibîne.
Wek jiyana dayika Durê û yên me hemûyan.
Ez çûm 48,49 sal berê, di nav rewşa dijwar de. Dayikên me xweh û keçên me çawa fitîla “azadiya jinê” vexistin. Ew fitîl ne tenê agirê tekoşînê bû, lê her weha ronahiya hêviyê bû ji bo nifşên nû re mirasek hişt.
Ew şoreşek biçûk bû.
Hin şoreş di meydanan de dest pê dikin. Hin jî di nav malekê biçûk de…
Şoreşa me jî wisa dest pê kir.
48, sal berê, di nav wan şertê pir dijwar de, dayikên me, xweh û keçên me fitîla “azadiya jinê” vexistin. Ew fitîl ne tenê agirê tekoşînê bû aynî wextê ronahiya hêviyê bû ku ji bo nifşên nû re îro mirasek hiştîye.
Wêranşehr her tim bi têkiliyên eşîrî û pergaleke feodal tê nasîn. Bandora wan têkiliyên hîn jî li ser civatê heye. Lê di nav wan û şoreşgeran de reqabetek dijwar hebû.
Bi saya tekoşîna neteweyî û demokratîk, dayikên me, xweh û keçên me bi dilêkî mezin ketin nav tekoşîna şoreşa Kurdistanê.
Qet ji bîr nakim roja ku dayika min û gelek dayikên hevalên me, xweh û keçên ji Wêranşehrê li hinda Komelê bi qemyonê çûn Mîtînga Siwêregê. Ew roj wek fitîla guherandinê û qetandina zincîrên koletiyê bû.
Di vegerê de dayika min ji tirsa bavê min nikaribû vegere malê. Ez bi wê re bûm. Di nav tirs û hêviyê de dayika min zencîra girêdana bi otorîteya feodal şikand.
Rêz û tirsek wê li hemberî bavê min hebû.
Di hewşa me de bavê min şiv/xêzerana xwe rakir û ajot ser dayika min. Ez ketim navbera wan û min got:
“Baba, dîya min tiştek xerab nekiriye. Bavê min li min mêzekir. Ji dengê min î ez li ber digerim. Şiv/xêzerana xwe danî û ji hewşê derket.
Roj bi roj min armanca me bi bavê xwe da qebûlkirin. Paşê destûr dida dayika min û xwêha min piştgiriya min bikin.
Ji wê rojê şûn de dayika min wek gelek dayikên din bû piştgirê tevgera azadiyê.
Di nav maleke biçûk de me dest bi şoreşeke mezin kir.
Niha em hatine qonaxekî.
Dayikên me li cihê xwe man. Wan dev ji piştgiriya zarokên xwe, dev ji ziman û xwestekên xwe yên neteweyî bernedan. Dezgeha siyaseta wan taqîye dike.
Do bi şev di bernama Xanî TV de ez rastî axaftina Aysel Çûrûkkaya hatim. Wexta ku li Zindana Amedê bûn behsa çîroka xaltîka Durê dikir.
Xaltîka Durê dayika Ali Yaverkaya bû.
Çîroka wê çiqas dişibîya çîroka dayika min û gelek dayikên ku min wan nas dikir.
Hin ji wan li ber zindanan û di nav zindanan de îşkence dîtin.
Hin li ber “karakolan” rastî lêdan û zilim bûn.
Hin jî li ser mezelên zarokên xwe hêsir dibarandin.
Lê tu yek ji wan gav paşve ne avêt.
Îro 8’ê Adar e.
Roja jinên Kurd e.
Roja tekoşîna azadixwazan e.
Roja dayikên ku piştgirî didin xewnê Kurdistaneke azad e.
Roja dayika min,
roja dayika Durê,
û roja hemû dayikên ku ji bo doza azadiya Kurdistanê tekoşîn kirine pîroz be.
Ji yên sax re jiyanek dirêj dixwazim.
Û ji yên ku çûne ser dilovaniya xwe dibêjim: rihê wan şad û azad be.

8.3.2026

Siraç Kirici

Önceki ve Sonraki Yazılar