Keleha Zembîlfiroşî di bin navê restorasyonê de tê xera kirin!

Keleha Zembîlfiroşî di bin navê restorasyonê de tê xera kirin!

Qaymeqamiya Farqînê di bin navê restorasyonê de xesareke mezin dide Keleha Farqînê ya ku destana dîrokî ya kurdan Zembîlfiroş tê de derbas dibe

A+A-

Qaymeqamiya Farqînê di bin navê restorasyonê de xesareke mezin dide Keleha Farqînê ya ku destana dîrokî ya kurdan Zembîlfiroş têde derbas dibe. Ji bo restorekirinê sing di dîwarên dîrokî de hatine kutan û terkên nav kevirên dîwar de bi xercê hatine dagirtin.
Keleha Farqînê ku dîroka wê nayê zanîn û tê payîn ku dema Rom û Bîzans hatiye lêkirin. Keleh du aliyê bi sûr e, ji aliyê aliyê rojahilat ber bi rojava ve 600 metre û ji aliyê bakûr ber bi başûr ve jî 500 metre dirêj e. Keleh bi giştî bi qasî 2 kîlometre û 200 metreyî dirêj e. Her wiha 50 birc û 9 deriyên kelehê hene. Ji ber nêzikbûna xemsar a dewlet û gel piraniya kelehê û birc û deriyên wê hilweşiyane. Tenê beşeke kelehê û çend birc û derî mane. Tiştên mayî jî li derdora wan avahî hatine lêkirin û xesareke mezin gihîştiye wan. 
 
DESTANA ZEMBÎLFIROŞ
 
Ji ber ku di dîrokê de destana dîrokî ya kurdan Zembîlfiroş di vê birca aliyê bakur ê kelehê de derbas dibe, di nav gel de ji vê birc ango beşa kelehê re Keleh ango Birca Zembîlfiroş tê gotin.  Destana Zembîlfiroş destaneke evîniyê ye û qehremanên vê destanê Xatûn û Zembîlfiroş in. Bi kurtasî Xatûn evîndarê Zembîlfiroş dibe û Zembîlfiroş bersiv nade evîna Xatûn û ji ber hezkirina bi israr a Xatûn neçar dîmna xwe di birc ango beşa kelehê ku îro di nav gel de navê wî lê hatiye kirin de xwe davêje xwar û dawî jiyana xwe tîne. 
 
DI ADARÊ DE DES PÊ KIRIYE
 
Qaymeqamtiya Farqînê qaşo ji bo van avahiyên derdorê paqiş bike û kelehê restore bike, di meha adarê de bi hevkariya Miduriyeta Birdarî û Roloveyan a Amedê xebatên xebatên restorekirinê daye destpêkirin. Têkildarî destpêkirina xebatên restorasyonê di 20’ê Adara 2019’an de li ser Malpera Qaymeqamiya Farqînê bi ser navê “Dîroka me ronî dibe” agahî hatine parvekirin. Li gorî vê yekê xebatên restorasyonê bi 1.034.759 TL pereyê ku ji Ajansa Geşepêdanê ya Karacadagê hatiye dabînkirin, hatiye destpêkirin. 
 
TENÊ AVAHÎ XERA KIRINE
 
Di çarçoveya restorasyona ji aliyê qaymeqamiyê ve hatiye destpêkirin de gihayên ku li ser Keleha Zembîlfiroş, Deriyê Qulfayê û Birca Kîtabelî şîn bûnê bên paqişkirin, nivîs û boyaxên li ser dîwar û keviran bên jêbirin, valahî û terkên di navbera keviran dê bên têjekirin, avahiyên derorê bên xerakirin, fayans, seramîk û betona ku ji ber avahiyan bi dîwaran ve ne bên jêkirin û sererastkirina derdorê bê kirin. Li gel ku bi ser destpêkirina xebatên restorekirinê de çend meh derbas bûne jî tenê hê avahiyên derorê hatine hilanîn. 
 
TERKAN BI XERCÊ DAGIRTINE
 

Ji bo hilanîna avahiyên derdora birce jî li şuna teknîkeke baş ku xesarê nede dîwarên kelehê û bircên dîrokî, kepçe hatiye bikaranîn. Ji ber vê yekê xesareke mezin gihîştiye dîwarên kelehê û bircan. Gelek kevirên dîwaran ji cihê xwe hatine rakirin, xêzkirin û kevirên nîvîs li ser wan jî terikîne. Dîsa îskele li dora Birca Kîtabelî hatiye bicihkirin. Ji bo zexmkirina îskeleyê sing di dîwarên bircê de hatine kutan û îskele bi têlan bi van singan ve hatiye girêdan. Bi vê jî sînor nemane gelek terk û valahiyên nav kevirên bircê bi xercê têje kirine. 
 
Çavkanî:K.E
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin