Kargeha Medyaya Kurdî wê li Amedê pêk were

Kargeha Medyaya Kurdî wê li Amedê pêk were

Atolye BİA di navbera 12-15ê Adarê de li Amedê ji bo çar rojan wê Kargeha Medyaya Kurdî li dar bixe. Bername wê bi kurdî bi rê ve biçe. Heta 17ê Sibatê hûn dikarin serî lê bidin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Atolye BİA di navbera 12-15ê Adarê de li Amedê ji bo çar rojan wê Kargeha Medyaya Kurdî li dar bixe. Bername wê bi kurdî bi rê ve biçe. Heta 17ê Sibatê hûn dikarin serî lê bidin.

Rojnamegerên ku di dezgehên medyayê yên weke JinNews, REUTERS, BBC, AFP, SBS, VOA, Stêrk, War TV, New York Times, DW, IMC TV, Kurdistan24 TV, AlJazeera Int. TV, Sputnik, RT TV, Ajansa Mezopotamya û bianetê de kar kirine wê di kargehê de behsa tecrubeyên xwe bikin.

Di kargehê de her weha wê behsa dîroka medyaya kurdî, zimanê nûçegîhanîya bi kurdî, zimanê nûçegîhanîya bi kurdî ya jinparêz, amadekirina nûçeyên radyo û podcastên bi kurdî, teknîkên rojnamegerîya dijîtal û wênegirtina ji bo nûçeyan bê kirin.

Rojnamegerên di medyaya berbelav de kar dikin, yên bêkar hatine hiştin, xwendekarên beşên rojnamegerî, radyo û televizyonê yên fakulteyên ragihandinê, rêxistinên mafparêzîyê û her kesên ku dixwazin vî karî bikin dikarin serî lê bidin.

Heta 17ê Sibatê saet 17.00ê hûn dikarin serî lê bidin.

Wê heqdestê nûçeyan bê dayîn

Rojnameger Murat Bayram û editorê bianet kurdîyê Ferid Demirel wê modetarotîya Kargehê bikin.

Rojnameger Hatice Kamer, Hatice Şahin, Fatime Tekin, Mahmut Bozarslan, Sertaç Kayar, Mehmet Ali Ertaş û Refîk Tekîn wê di kargehê de dersan bidin.

Atolye BİA wê ji beşdaran bixwaze ku li ser “Newroza 2020a” nûçeyan çêbikin û wê heqdestê van nûçeyan bide. Her weha wê nûçe li ser bianetê bên weşandin.

Heqe ku pirsên we hebin hûn dikarin bi rêya emaîla [email protected]-ê bipirsin.

* Beşdarîya Kargehê belaş e.

** Di dawîya Kargehê de wê sertîfîka ji bo beşdaran bê dayîn.

*** Weqfa IPSyê/bianet wê heqê rê û cihê mayînê yê beşek ji beşdaran bide.

Ji bo forma beşdarîyê bitikîne

Bîanet

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin