Mihyedîn Nahrîn

Mihyedîn Nahrîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Jiyana Van Deran...

A+A-

 

Jiyana van deran ne rêwitiyek dûvdirêj û bi macera ye. Jiyana van deran bêhtir dişibe qezeya keştiyekê. Di vê qezayê de, keştî parçe parçe bûye û parçeyên keştiyê li her derî belavbûye. Yên ku texteyekî saxlem dîtine xwe bi siûd hîs dikin û xwe asê bi textê xwe ve girê didin. Rotayeke wan ya saxlem nîn e hema ba ji kîjan alî ve werê berê xwe didin wir.

Hêvî û daxwazên mirovên vî welatî naşiba yên mirovên welatên din. Li van deran hevî û daxawaz çilmisîne, êdî ne rê mayê û ne jî rêwîtî, êdî ne gul maye û ne jî gulistan. Mirovên van deran dişibin dara pelweşiyayî.

Êdî daxwaz û hêviyên bi salan û bi sedsalan nemane, hesabê ehlê van deran bi rojane ne. Tenê heviya wan ew e ku rojek din li ber xwe bidin û roja xwe bi zikekî têr bibin ava.

Ger ku textikê wan, rojeke din wan hilgire û ji xwe re masiyekî bigirin xwe bi siûd hîs dikin. Mêjî û çavên wan wekî hewî û daxwazên wan kor bûne; her derî reş dibînin û reş hîs dikin.

Halbûkî carek tenê meriv tê ser rûyê vê dinê. Madem mirov carek tenê dijî hewceye ku ew car jî wekî Çîrokên Hezar û Yek Şevê nemir be û mirov bi keyf bin û bi keyf herin gorê lê mixabin wisa çênabe li van deran. Hertiştî me’na xwe wenda kiriye ji bo mirovan. Ne fikir, ne çîrok, ne helbest, ne gul, ne sofreyek dewlend, ne yarek rûgewr û ne jî pêşorojek xweş û geş... me’na tiştekî nemaye.

Mirovên van deran bi vê mantiqê pêşeroja xwe tarîtir dikin û li benda Ezraîl disekinin. Hemû hevî û daxwazên wan ji bo wê dina dine. Lê nizanin yê ku vê dinê neke bihuşt û ji bo vê yekê li ber xwe nede li wê dina din nagihîje armancan xwe û naçe bihuştê.

Li vê dinê timî bi çîrokan hatine xapandin. Zik û mêjiyê xwe bi çîrokên dewlemendan, bi çîrokên oldaran û bi çîrokên serokan têr kirine. Ev hemû çîrokên ku ji wan re hatine gotin ji derewan wêdetir naçin, tev derew in û li ser xapandinê ne.

Mirovên van deran jiyana xwe û mirina xwe temaşe dikin lê di vê temaşakirinê de bê deng in.

Nafikirin û nabêjin: “Ev tişta tê serê me û em bi çavên xwe dibînin jiyana kî ye? Mirov çima hewqasî bê deng in?” Difikirin ku ev jiyana ku li ber çavên wan diherike ne jiyana wan e.

Difikirin ku qedera wan ji wan hatiye stendin û hinekê din qedera wan dijîn. Difikirin ku ew ê nikaribin vê rewşê biguherînin.

Her roj û her saet ji wan re derew tên gotin. Dizanin tiştên ku hatine gotin tew derew in lê îtîraz nakin û li ber xwe nadin û wek hertim bê deng jiyana xwe temaşa dikin.

Ev zû ve ye ku jiyan û tama jiyanê ji bîr kirine û jiyana wan ne di bîra wan de ye. Îdeaya xweşî û şadiyê bi temamî ji mejiyê xwe avêtine. Wekî robotan bê hîs, hişk û hola li erdê mane.

Li ser sofreyek dewlemend rûniştî hatine dinê lê gava hatine dinê sofra wan ji wan hatiye dizîn û ew bi zikekî birçî di qurçek sofrê de li benda hestiyekî mane ku wî bikojin. Haya wan jê nîn e ku ev sofra dewlemend a wan bi xwe ye û carekê sûal nakin: “Em çima birçî, rût û tazî ne li ser vê sofra dewlemend?”

Ji dewlemend, alimokê dîn û serokên xwe ditirsin, ji wan newêrin dengê xwe derxin. Ew qewet bi wan re nemaye û nikarin bêjin: “Hûn dibêjin çi û ji me çi dixwazin? Ev sofra dewlemend ji me re hatiye bexşandin, em ê li keyfa xwe binêrin. Qedera me di destên me de ye, ne di destên we de ye.”

lê mixabin wisa nabêjin, jiyan û qedera xwe bi destên xwe teslîmî dewlemend, alimokê dîn û serokên xwe yên totalîter dikin.

Ji aliyên desthiladarên wan ve, li wan heqaret tê kirin û serê wan li tehtan tên dayîn. Desthilatdarên wan weke planktonekî li wan dinêrin û wan layiqê mafê mirovan nabînin û wan naxin şûna insanan. Malê wan, milkên wan, pêşeroja wan û yan zarokên wan, ji wan tê dizîn û insanên wan li ber çavên wan tên kuştin lê sed mixabin dîsa jî bê deng dimînin.

We hemû xweşiya jiyanê û hêviyên xweş wenda kirine.

Hîn hevî û daxwazên we zindîbûn û hîn dev ji we bernedabûn we dev ji wan berda. Ji bo jiyanek bi rûmet û xweştir we li ber xwe neda û we ala teslîmiyetê hilda jor.

Li şûna ku hûn bi desthilatdarên xwe re têkoşîn bikin û pêşeroja xwe xweş û geş bikin, we dev ji her tiştî berda û  we wekî qezazedeyekî nava behrê xwe bi textikê xwe ve girê da. Bayê xurt ji kîjan aliyî ve bê we berê xwe da wir.

Ji bo jiyanek azad û aram we mirin ne da ber çavên xwe.

We ji bîr kiriye.

We huner, evîn, bayê seba, şerabek rengsor, şabûn, keyfxweşî û maçek hingivîn ji lêvên yarê ji bîr kiri ye. We hemû xweşiyên cîhanê ji bîr kirine û we xwe teslîmê dojehê kiriye. We hertişt ji bîr kiriye.

Hûn namirin, hûn tên kuştin.

Hûn najîn, hûn tên xiriqandin.

Hûn tev bûne insanên hejar û tu xebatî nakin.

Hûn qezazede ne.

We qeza ku hatî serê we, we ji bîr kiriye û nayê bîra we: qeza kengî çêbû? Li ku derê çê bû?

Herçiqasî we eleqedar bikin jî, tiştên diqewimin ne xema we ye.

Halbûkî we xwestiba jiyanek bi rûmet û bihuştî pêşberî we bû.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin