Jina 62 salî fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bû: Îlham da neviyên xwe jî

Jina 62 salî fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bû: Îlham da neviyên xwe jî

.

A+A-

Jina 62 salî ya ji Rojhilatê Kurdistanê Meryem Hacîpûr fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bû.

Hewla Meryem Hacîpûrê ji bo zarok û neviyên xwe jî bû mînak.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zimanê fermî Farisî ye. Bi awayekî fermî zimanê Kurdî nehatiye qedexekirin lê li dibistanan perwerdeya zimanê Kurdî nîne û di jiyana rojane de jî rûbirûyê astengiyan dibe.

Rêveberiya Tehranê, beriya niha mamosteyên zimanê Kurdî yên bi navê Nûjîn Kultur, Zara Mihemedî û hevjînê wê Seywan Îbrahîm ku bi derfetên xwe li Sineyê kursa zimên vekiribûn girtin û ceza kirin.

Lêbelê tevî hemû astengiyan welatiyên ji Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya saziyên sivîl fêrî zimanê xwe yê zikmakî dibin.

Yek ji wan welatiyan jî Meryem Hacîpûra 62 salî ye.

Hacîpûra ku ji bo fêrbûna xwendin û nivîsandina Kurdî dest bi kursê kiriye anî ziman:

“Bi wêrekiya ku hevjînê min dide re ez fêrî Kurdî bûm. Eger wî destûr nedaba, ez fêr nedibûm.

Mamosteyê me Omer kursek vekir û ji bo em perwerde bibin derfet afirand.

Piraniya mamosteyan bi dildarî dixebitin. Bi rastî jî bi me re gelekî westiyan.”

Hevjînê wê, zarok û neviyên wê jî fêrî zimên dibin

Hewldana Meryem Hacîpûrê ji zarok û neviyên wê re jî bûye mînak.

Zarokên Hacîpûrê jî bi wê re fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî dibin.

Hevjînê Hacîpûrê, Abdullah Mewlûdî got:

“Dema hevjîna min dest bi fêrbûnê kir min jî xwest fêr bibim. Niha em berdewam dikin.”

Neviyê wê Şaho Mewlûdî jî got:

“Dema min dît ku pîrika min ewqas hewl dide û bi awayekî çalak dixebite, min jî xwest ez bi zimanê xwe yê dayikê fêrî xwendin û nivîsandinê bibim.”

Li dibistanên taybet ên Rojhilatê Kurdistanê girîngiyeke mezin didin dersên Kurdî.

Gelek welatiyên Rojhilatî beşdarî van kursan dibin û fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî dibin.

Yek ji xwendekaran Kerîm Xoran got:

“Xwendin û nivîsandina min nebû lê niha baş e. Ez hînî Kurdî dibim.

Em bi saya mamosteyên xwe fêrî Kurdî dibin. Niha ez dikarim bixwînim.

Ya herî girîng jî ev bû, min zimanê xwe nas kir û fêrî nivîsînê bûm. Ez êdî dizanim çi çawa tê nivîsîn.”

Mamosteyên xwebexş, ji bo her beşê civakê bi hêsanî fêrî Kurdî bibe di pirtûkan de guherînan dikin.

Mamosteyê Kurdî Omer Mihemedî got:

“Temenê xwendekarên me diguhere. Ev jî gelekî zehmet e.

Gelek jê ji bo ku bi xwestek in ku zû fêr dibin. Yên ku kêmtir dixwazin jî derengtir fêr dibin.

Ev rewş hinekî bi mufredatê ve girêdayî ye. Me mufredat hêsan kiriye û me ev pirsgirêk çareser kiriye.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin