”Ji Sykes-Picotê re na, ji  ji azadî û dewletbûna Kurdistanê re erê"

”Ji Sykes-Picotê re na, ji ji azadî û dewletbûna Kurdistanê re erê"

di 100 salîya vê peymanê de, êdî bi dengekî bilind ji cîhanê re bêjin ‘’Ji Sykes-Picotê re na, ji azadî û ji dewletbûna Kurdistanê re erê’’

A+A-

 

PAKê di 14.05.2016 li Amedê konferanseke bi navê ‘’Di sedsaliya Sykes-Picotê de Pirsa Kurd û Kurdistanê’’ li dar xist.

pak-amed-picot.jpg

picot-pak-amed.jpg

 

Konferans li Lîlûz Otêlê Hola Konferansê hate lidarxistin. Di konferansê de gelek rêveber, endam û dostên PAKê û gelek rewşenbîr, sîyasetmedar, nivîskar û kesayetên ku ji her çar alîyên Kurdistanê cih girtin.

Di axaftina vekirinê ya Konferansêde endama PAKê Zînet Dînçer kir û beşdarvanan vexwend ji bo şehîdên Kurd û Kurdistanê rêz girtinê û sirûda netewî ya Kurdistanê "Ey Raqîp" hate xwendin.

Piştrê jî Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê Nuri Sınır, peyama Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik ya jibo konferansê şandî xwend û wiha anî ziman:

"Di salvegera Peymana Sykes-Picote de me ve PAK xwest him vê peymanê û encamên wê bi awayekî berfireh binirxînin; him jî em dixwazin di 100 salîya vê peymanê de, êdî bi dengekî bilind ji cîhanê re bêjin ‘’Ji Sykes-Picotê re na, ji azadî û ji dewletbûna Kurdistanê re erê’’

Bi vê armancê, em li Batman, Amed, Stenbol, Îzmîr û Wanê bi navê ‘’Di 100 salîya Pykes-Picotê de Pirsa Kurd û Kurdistanê’’ konferansan lidardixin."

Piştî xwendina peyamê Konferans bi moderatoriya Parêzer Sabahattin Korkmaz bi pêşkêşkirinên Dr. Elî Teter, Mamosteyê Zaningeha Sofyayê Yaşar Abdülselamoğlu, Pisporê jeopolîtîkê Roj Mamendî û Dr. Ekrem Onen berdewam kir.

Sabahattin Korkmaz pêşîyê behsa qurtejîyana axaftvanan kir û dora axaftinê da Yaşar Abdulselamoğlu.

Yaşar Abdulselamoğlu di axafitna xwe de wiha got; Faktorên ku li Rojhilata Navîn bi Sykes-Pîcotê , hemû sûcên xwe bi rojhilat ve girê didin, di dema ku li Başûrê Kurdistanê Rêzdar Mesûd Berzanî dibêje werin em vê peymanê ji holê rakin û wexte wê tije bûye, hemû kes destpê kirin ku navê Sykes-Pîcotê nêynin ziman.

Piştre jî Roj Mamendî dora axaftinê stend. Roj Mamendî li ser têkilîya Sykes-Pîcot û jeopolîtika Kurdistanê sekinî û wiha axivî; "Ji ber cîhê ku welatê me têde ye , di nav cîhên ku jeostratejîya dewletan de hene yek jî cîhê herî serek ye. Ji ber vê jî di Sykes-Pîcotê de darbeya ku pirtir Kurdan dîtî ye."

Roj Mamendî anî ziman ku; "Divê Kurdistan bigihîje bahrê û ji ber vê yekê jî divê yan korîdora Kurd yan jî dîwarê Kurd ava bibe. "

Piştre jî Dr. Elî Teter axaft û got ku; "Hemû welatên dagirkerên Kurdistanê dijî vê peymanê ne lê ne dîjîn e. Dibêjin ev peymaneke kafirane ye, ev ya bêdîna ne, ya kolonyalîstan e, ya emperyalîstan e, lê wextê ku em dibêjin em van sînoran rakin û sînorên xwe çêkin, dibêjin na ev sînorek mikkeddes e rebbil alemîn jî asîmanan rêkirîyê."

Di dawîyê de jî Dr. Ekrem Önen dora axaftinê stend û arşîvên Rûsan yên li ser Sykes-Pîcotê jî şîrove kir û got; Tê zanîn ku sykes-Pîcot di navbeyna Ingîlîzan û Fransîyan de çêbû ye. Lê di rastîya xwe de ev tifaq di navbeyna Rûsan, Ingîlîzan û Fransizan de çêbû, piştî ku Rûsan xwe ji vê peymanê kêşa, ev peyman aşkere bû.

Piştî pêşkêşkirina axaftvanan jî pirsên beşdarvanan hatin stendin. Pirsên beşdarvanan û bersivên axaftvanan konferans zindîtir kir.

Konferans piştî beşa pirs û bersivan bi awayeke berhemdar bidawî hat.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin