Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin

Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin

.

A+A-

 Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê di çalakî û xwenîşandanên 1ê Gulanê Roja Karkeran de 384 kes hatin desteserkirin.

Hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyeyê derdora Meydana Taksîmê ya Stenbolê, li kolan û cadeyên ku derdikevin Cadeya Îstîklalê û gelek xalên din ên bajêr tedbîrên tund ên ewlehiyê wergirtin û rê nedan ku karker derbasî Meydana Taksîmê bibin.

Polîsan rê li ber xwenîşander û çalakvanên 1ê Gulanê yên ku ji Beşîktaş, Şîşlî û Mecîdiyekoyê dixwestin ber bi Taksîmê ve bimeşin girt.

Li Mecîdiyekoyê jî polîsan destûr neda komekê ku tê de Parlamenterê CHPyê Rihayê Mahmut Tanal jî hebû û dixwest ber bi Taksîmê ve bimeşe.

Mahmut Tanal li Mecîdiyekoyê ji bo desteserkirinan asteng bike derket ser wesayîta polîsan a desteserkirinê.

Tevî hişyariyên polîsan ew kesên ku israr dikirin bimeşin hatin desteserkirin.

Parêzgariya Stenbolê di daxuyaniyekê de ragihand ku 384 kes di xwepêşandan û çalakiyên 1ê Gulanê de hatine desteserkirin.

Parêzgariyê diyar kir ku li wan cih û qadên ku rê hatiye dayîn çalakiyên 1ê Gulanê bên sazkirin ti alozî çênebin û çalakî bêyî pirsgirêk bidawî bûne:

Di berdewamiya daxuyaniyê jî de wiha hat gotin:

"Li seranserê bajêr, ji bilî qadên pîrozbahiyê yên ku ji aliyê parêzgariya me ve destûr ji wan re hatiye dayîn, li qadên din ji bo grûbên ku dixwazin çalakî û xwenîşandanên neyasayî bikin rê nehatiye dayîn.

Di vê çarçoveyê de, ji kesên ku ji bo xwenîşandanên bê destûr kom bûne, 384 kes hatine desteserkirin û kar û barên yasayî yên hatine desteserkirin berdewam dikin."

Parêzgariya Stenbolê her wiha eşkere kir ku di pîrozbahî û çalakiyên 1ê Gulanê de 52 hezar û 656 hêzên ewlehiyê ji bo wergirtina tedbîran li ser kar bûn.

Baroya Stenbolê: Dixwazin hevalên me ji rola çavdêriyê veqetînin

Baroya Stenbolê da zanîn ku di 1ê Gulanê de herî kêm 11 parêzer hatine desteserkirin û daxwaza serbestberdana wan kir.

Baroyê Stenbolê got, "Dixwazin hevalên me ji rola çavdêriya giştî ya berevaniyê dûr bixin.”

Baroya Stenbolê amaje bi pîrozbahiyên 1ê Gulanê kir û got:

"Di 1ê Gulanê de li Stenbolê, di encama qedexekirinên fiîlî yên li dijî pergala destûrî û prensîbên civaka demokratîk de, hemwelatiyên ku mafê xwe yê xwenîşandana aştiyane bi kar anîn hatine desteserkirin, li gorî agahiyên ku gihiştine Baroya me, herî kêm 11 parêzerên me jî di nav kesên hatine desteserkirin de ne.

Hebûna parêzeran a li qada giştî, di bin ewlehiya Qanûna Parêzeriyê û hiqûqa navneteweyî de ye.

Madeyên 1 û 2yemîn ên Qanûna bi jimare 1136an, erkên parêzerê ji bo parastina serweriya hiqûqê û mafên mirovan bi eşkereyî diyar dike.

Tevî van prensîban, hevalên me yên ku hatine desteserkirin ne tenê ji azadiyên xwe lê her wiha dixwazin wan ji rola çavdêriya giştî ya berevaniyê jî dûr bixin.

Wekî Baroya Stenbolê, bang a me ev e desteserkirin li dijî hiqûqê ne.

Pîşeya parêzeriyê nayê bêrûmetkirin. Divê hemû hevalên me yekser û bêmerc werin berdan.

Divê li hemberî berpirsyaran pêngavên pêwîst werin avêtin. “

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin