
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
.
Mesrefên leşkerî yên cîhanê di sala 2024an de bi rêjeya %9.4 zêde bûn û gihîştin 2.7 trilyon dolarî. Ev, ji sala 1988'n heta niha zêdebûna herî bilind e.
Li gorî raporeke Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI), DYA bi lêçûna 1 trilyon dolarî welatê herî zêde mesrefa leşkerî dike ye. Çîn bi 314 milyar dolarî di rêza duyemîn de ye.
Îsraîlê di sala 2024an de mesrefên xwe yên leşkerî bi rêjeya %65 zêde kir. Rûsyayê jî mesrefên xwe herî kêm bi %38 zêde kir.
Welatên NATOyê ji ber metirsiya Rûsyayê mesrefên xwe zêde kirin. Almanya bi %28, Romanya bi %43, Hollanda bi %35, Swêd bi %34, Çekya bi %32, Polonya bi %31, Danîmarka bi %20, Norwêc bi %17, Fînlanda bi %16, Tirkiye bi %12 û Yewnanistan bi %11 zêde bûn.
Li Asya-Pasîfîkê, Japonya mesrefa xwe ya leşkerî bi %21, Fîlîpîn bi %19 zêde kir. Koreya Başûr bi tenê %1.4 zêde kir lê %2.6 ji GNP'ya xwe ji bo parastinê veqetand. Hindistan bû pêncemîn welatê herî mezin ê mesrefa parastinê. Myanmar piştî derbeya leşkerî mesrefa xwe bi %66 zêde kir.
Li Afrîkayê, mesrefên leşkerî bi giştî %3 zêde bûn. Cezayir welatê herî zêde mesref dike ye.
Meksîkayê jî mesrefên xwe yên leşkerî bi %39 zêde kir, ji bo şerê li dijî sûcên organîzekirî.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin