
Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
.
Medyayên Amerîkayî parve kiriye ku, Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê Michael Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin.
Rojnameya The Wall Street Journalê îro (Pêncşem, 01.05.2025) parve kiriye, “Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê Michael Waltz dest ji karê xwe berdaye, piştî ku hevrûşî derxistina zanyarên nihênî yên serbazî bû.”
Ji aliyekî din ve jî kanala Fox Newsê ya Amerîkayî parve kiriye ku, Cîgirê Waltz jî dest ji karê xwe berdaye. Herwesa Donald Trump amadekariyan dike ku sedema wê yekê ji welatiyan re eşkere bike.
Ajansa Reutersê jî ji aliyê xwe ve ji zarê çend çavkaniyan eşkere kiriye ku, Nûnerê Amerîkayê li Rojhilata Navîn Steve Witkoff yek ji hilbijartinên Serokê Amerîkayê ji bo postê Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê ye.
Ev jî di demekê de ye ku, rojnamevanê Amerîkayî û nivîserê kovara Atlanticê Jeffrey Goldberg li roja 13.03.2025ê bi şaşî ve tevlî komeke çatê ya Signalê hatiye kirin, ku tê de hejmareke berpirsên îdareya Donald Trump zanyarên taybet ên girêdayî êrîşên li ser Hûsiyên Yemenê li hev guhertine.
Jeffrey Goldberg amaje dabû ku, ew kom bi navê Koma Biçûk a Hûsiyan bû, ku tê de zanyarên giring û nihênî di navbera berpirsên îdareya Trump de li hev dihatin guhertin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin