Ji Dilopê 'Cegerxwîn: Kî me ez?'

Ji Dilopê 'Cegerxwîn: Kî me ez?'

Kovara bi kurdî û tirkî Dilop ku du mehan carek derdikeve bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye. Di vê hejmarê de dosya li ser Cegerxwîn hatîye çêkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Dilopê niha ji bo adar-avrêlê hejmara xwe ya 13'ayn derxist û bi kete 3 salîya xwe. Ev hejmara ku rastî meha adarê û Newrozê dê li ser vê mehê û Newrozê hin nivîs têde hatine weşandin. Ji van nivîsan Recep Maraşli bi tirkî nivîsa "Ronahî ji bo Kawayê Hesinkar û Newrozê", Mesut Alp jî bi kurdî nivîsa "Sersala kurdan kengî ye?" pêşkêş kirîye.

 

Dosyaya vê mehê li ser Cegerxwîn e. Dosyaya ku bi sernavê "Cegerxwî: Kî me ez?" hatîye weşandin têde cih dane dîtinên Lal Laleş, Şener Ozmen, Vecdi Erbay û Îsmaîl Dîndar.  

 

Ji nivîsên kurdî Evîn Şikakî bi sernavê "Salek di dojehê de Mahabad Qeredaxî" portreya Qeredaxî girtîye dest. Amed Tîgrîs ji bi sernavê "Li cem kurdan cureyên nan" nivîseke balkêş amade kirîye.

Ji hevpeyvînan ligel Eskerê Boyik hevpeyvîna ku hatibû kirin wergerandine kurdî û bi sernavê "Dema Sovyet hilweşîya biratî jî hilweşîya" weşandine.

 

Di vê hejmarê de Fewzî Bîlge, Barış Avşar, Mehmet Ozyazanlar, Muslum Uzulmez, Ayhan Erkmen, Qedrî Sipranî, Murat Uçaner, Bulent Gedîk, Mehmet Bayrak, Omer Uluçay, Zelal Sadak, Miradê Miradan, Sertaç Kayar, Sezai Sarioglu, Ali Sînemîllî bi nivîsên xwe yên cur bi cur cih girtine.

Her wiha helbestên Cemal Sureya, Cegerxwîn, Mehsûn Reşçelan û Veysi Ulgen jî hatine weşandin.

Ji bo têkilî û xwestinê:

[email protected]

0543 488 69 96

Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin