Ji bo her kes bizani be, Cûdetiya Baweriya Êzdîtiyê Ji Ya Baweriyên Dinê Çî Ye?
Baweriya Êzdiyatiyê bi cewher, felsefe û pergala xwe ya ruhanî ji hemû baweriyên din cuda dibe. Ev cûdetî ne tenê di şêwazê perestiyê de, lê di kûrahiya batinî û têgihiştina gerdûnê de ye.
• Tecelliya Xwedê (Xuyabûna bi rîya ronahiyê): Xwedê di Êzdiyatiyê de her dem veşartî ye (Sultanê di sirrê de ye), lê bi riya Tawisî Melek û Heft Suran xwe "dide xwanê kirin". Yanî ronahî û keremeta wî di sîmeta Milyaketan de xuya dibe.
• Tawisî Melek û Batiniya Heft Suran:
Di baweriyên din de navberkar (pêxember) hene, lê di Êzdiyatiyê de Tawisî Melek wekî serokê Heft Suran û ronahiya Xwedê ya li ser erdê tê dîtin. Ew ne tenê peyamnêr e, tecelliya Xwedê ye. Xwedê gerdûn afirandiye lê birêvebirina wê radestî Heft Suran kiriye; her yek ji wan bi sirra xwe bûne hîmê jiyanê.
• Hiş û Berpirsyariya Mirovan:
Cudatiya herî mezin ev e: Di Êzdiyatiyê de hêzeke derveyî ya wekî "dijberê Xwedê" tune ye. Xêr û şerê her kesekî hişê wî/wê ye. Neqencî di hundirê nefsê de ye û Xwedê aqil daye mirov da ku bi îradeya xwe qenciyê hilbijêre.
• Qedemguhastin (Kirasguhartin):
Qedemguhastin ne mirin e. Giyanê mirov heta kamil bibe, di bedenek (kiras) din de ji nû ve tê dinyayê. Ev rêwîtiya ruhanî di nav ronahiyê de berdewam dike û rê li ber tirsê digire.
• Xasên Xwedan û Keremeta Batinî:
Xas û Babçak (wek Siltan Şêx Adî, Şêx Mend û hwd.) ew kesên kamil in ku gihîştine sirra Milyaketan. Ew ne mîsyoner in, ew Xwedanê rûmetên pîroz û mîna pireke batinî ya di navbera erd û ezmên de ne. Keremeta wan di nav paqijiya dilê wan de veşartî ye.
• Ilim, Hikmet û Qewlên Sîngê:
Êzdîtî ne li ser pirtûkên nivîskî, lê li ser Ilim û Qewlên di sîngê qewlbêjan de ava bûye. Ev hikmeta batinî bi riya kamilbûnê digihîje mirovan û resenî û pîroziya sirrê diparêze.
• Pîroziya Xwezayê û Qubleta Rojê:
Çar elementên pîroz (Agir, Av, Ax, Ba) cihê nîşandana ronahiya Xwedê ne. Ji ber vê yekê Qubleta me Roj e; ew çavkaniya herî mezin a ronahiyê û nîşana batinî ya Xwedan e.
• Libasê bi Pêsîr û Paqijî:
Girevan (pêsîr) sembola parastina sirra dil e. Di baweriya me de "Paqijî îman e". Ev paqijî ne tenê ya laşî ye; paqijiya dil, ziman û kirinê şerta dîtina keremetê ye.
• Nasname û Jidayikbûn:
Mirov nabe Êzdî, mirov wekî Êzdî ji dayik dibe. Ev yek Êzdiyatiyê ji olên mîsyoner cuda dike û wê wekî baweriyeke resen û etnîkî diparêze.
________________________________________
Çavkanî: Ev agahî li ser bingeha zanyariyên di berhemên nivîskar û lêkolînerê Êzdîtiyê Kemal Tolan de hatine parvekirin, hatine amadekirin.


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin