
PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
‘’Kek Feyyaz di dilê me de, di têkoşîna me de dijî’’
PWKyê bi minasebeta 5emîn salvegera wefata wî, welatperwerê kurd, hevalê me Feyyaz Ekmen, li ser mezelê wî bibîranî.
Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) yên ku ji Amed, Batman, Mêrdîn,Hezo, Kerboran û Stenbolê hatibûn li gel kesayetên welatperwer û nûnerê PDK-Sûrîyeyê Veysel Nesîb, roja 30.04.2026ê, li Kercewsê, li ser mezelê wî, welatperwerê kurd, kedkarê doza azadîya Kurdistanê, damezranerê PWKyê Feyyaz Ekmen, li gel malbata wî bibîranîn.
Heyeta PWKyê Alaya Kurdistanê danîn ser mezelê Feyyaz Ekmenî û mezelê wî bi gulan xemilandin.
Di destpêkê de endamê PWKyê Ramazan Kahramaner bixêrhatina beşdaran kir.
Paşê, Serokê Teşkîlata Batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr peyama Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk ya di derbarê jîyan, têkoşîn û keda Feyyaz Ekmen ya di doza azadîya Kurdistanê û di xebata PWKyê de xwend.
Nûnerê PDK-Sûrîyeyê Veysel Nesîb jî kurte axaftinek kir.
Bibîranîn bi vî şiklî bi dawî hat.
Peyama Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk li xwarê ye.
Peyama Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:
‘’Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî
Hevalê me yê hêja, kek Feyyaz Ekmen di roja 30ê Nîsana 2021ê de, ji ber nexweşîya koronoya ji nav me koç kir.
Wan kesên ku kek Feyyaz nas kirine, baştir dizanin ku em behsa kê dikin, behsa kesayetekî çawa dikin.
Rast e, kek Feyyaz wek fizîkî ji nav me koç kir. Lê ew di dilê me de, li her çar alîyê cîhanê, di dilê bi hezaran kesî de dijî û dê her bijî.
Kek Feyyaz bi kesayeta xwe, bi dilsozî, fedakarî, nefsbiçûkî, biryardarî, welatperwerî, wêrekî, hevalbendî, hesasîyet, însanetî û bi nezaketa xwe ve dê ji bo me her wek nimûneyekî be, wek îdolekî be.
Kek Feyyaz ji 50 salî zêdetir, wek kadroyekî, wek rêberekî PDK-Tyê, KİP-DDKDyê û PAKê bi fedakarî, bi bawerî, bi heyecan, bi evîneke ji dil a ji bo doza zzadîya Kurdistanê, bêwestan her di nav refên têkoşînê de bû. Kek Feyyaz damezranêr û pêşengekî fikra neteweyî, azadîxwaz, demokrat a Partîya Azadîya Kurdistanê bû.
Ji ber ku Kek Fayyaz vê kultur û hişmendîya ku Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li ser hatîye ava kirin, her ji dil diparast; heger îro ew sax bûya, dê kedkar û kadroyekî pêşeng ê PWKyê bûya.
Kek Feyyaz Ekmen, bi can û dil Kurdistanî bû; netewperwerî, welatperwerî, edalet, wekhevî, parastina mafê jinan û mafê zarokan, însanetî û empatî bingehê felsefeya jîyana wî bû.
Herweha kek Feyyaz, bingehê şexsîyeta xwe ji malbata xwe ya welatperwer jî wergirtibû.
Em soz didin ku wê alaya azadîya Kurdistanê ku kek Feyyaz tu carî li erdê nexist, emê her li ba bidin û emê her di wê rêya wî ya bi şeref, bi rûmet û pîroz de bimeşin.
Tu şika me jê tuneye ku Kurdistan dê azad bibe û di Kurdistaneke azad de, dê gelê me mizginîya azadî û serxwebûnê bide kek Feyyaz û hemû şehîdên Kurdistanê.
Tu gotin têrê nake ku em xem û êşa xwe jî, hezkirina ji Kek Feyyaz jî, rûmet û serbilindîya bi naskirina wî jî tarîf bikin.
Emê tu carî te û keda te ji bîr nekin Kek Feyyaz.
Gelê Kurdistanê jî tu carî dê kek Feyyaz û keda wî ji bîr neke.
Bi minasebeta 5emîn salvegera wefata kek Feyyaz, em careke din sersaxîyê ji Mehtapxan, Pelîn, Mizgîn, Mem Lorî û ji hemû malbata Kek Feyyaz û ya Mehtapxanê, ji me hemû hevalên kek Feyyaz û ji gelê Kurdistanê re dixwazin.
Ruhê wî şd, cîhê wî biheşt be.’’
30.04.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)








NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin