
Budceya Pentagonê bû sedema nîqaşan: Gelo para Pêşmergeyan hatiye birîn?
.
Budceya sala 2027an a Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) li Kongreyê bû sedema nîqaşan.
Ev budce ji ya par nêzîkî ji sedî 40î zêdetir e.
Lê li gorî reşnivîsa budceyê, alîkariyên perwerde û rahênanê yên ji bo Pêşmergeyan bi temamî hatine birîn.
Ji bo hêzên Îraqî jî daxwaza nêzîkî 100 milyon dolaran tê kirin.
Fona Perwerdekirin û Çekdarkirinê ya li dijî DAIŞê (CTEF) bi giştî 303,1 milyon dolar e.
Armanca vê fonê piştgirîkirina hêzên hevpeyman ên li Îraq, Urdin, Libnan û Sûriyeyê ye da ku li dijî paşmayî û şaneyên DAIŞê şer bikin.
Li Îraqê, ji bo hêzên hevpeyman nêzîkî 118,9 milyon dolar hatiye veqetandin ku ev jî Wezareta Parastinê ya Bexdayê û Dezgeha Têkoşîna li Dijî Terorê li xwe digire.
Lê belê di pêşniyara budceya 2027an de ji bo Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê 0 dolar hatiye veqetandin.
Eger ev budce bi vî rengî were qebûlkirin, Herêma Kurdistanê dê bi temamî ji vê alîkariyê bêpar bimîne û piştgiriya Amerîkayê dê li Bexdayê kom bibe.
Gelo çarenivîsa peymana Pentagon û Wezareta Pêşmergeyan çi dibe û Amerîka dê alîkariya Rojavayê Kurdistanê bidomîne?
Berteka endamên Kongreyê
Endamên Kongreya Amerîkayê li ser van mijaran ji Rûdawê re axivîn.
Endamekî Kongreyê ragihand, "Em dê hewl bidin ku em ji nû ve li para Kurdan a di budceyê de binêrin."
Endamê Kongreyê yê Komarparêz Richard McCormick li ser budceya artêşê got:
"Ez bawer nakim ku ti kêmkirinên me hebin. Em bi hilbirîna di artêşa xwe de xizmeta gelê xwe dikin.
Eger em vê yekê nekin û em çekên xwe nû nekin, welatên din hene û ew dê wisa bikin ku em bedêla wê bidin.
Lewma yan tu niha hilbirînê dikî, yan jî tu dê paşê bedêla wê bidî."
"Dibe ku alîkarî bi xerabî hatibin bikaranîn"
Endamê Kongreyê yê Demokrat William Keating jî bal kişand ser zelalbûnê û got:
"Wan derbarê vî şerê bi mesref de hîn bersiva me nedaye. Ti bersivên wan a cihê baweriyê nebûye."
Endamê Kongreyê yê Demokrat Joe Courtney li ser xerckirina alîkariyan ev nirxandin kir:
"Dibe ku alîkarî bi xerabî hatibin bikaranîn.
Lewma ez dixwazim zanibim ew wan dolaran çawa bi kar tînin berî ku em pereyên din ji wan re pesend bikin.
Ji ber ku me pereyekî zêde di şer de xerc kiriye."
"Herêma Kurdistanê û gelê Kurd gelekî girîng in"
Endamê Kongreyê yê Komarparêz Joe Wilson bal kişand ser rola Kurdan kir û anî ziman:
"Ez bi xwe bi hikûmetê re kar dikim. Di rastiyê de Herêma Kurdistanê û gelê Kurd gelekî girîng in.
Em dixwazin serweriya wan li Sûriye û Îraqê jî parastî be."
"Kurd hevpeymanên me yên kevn in"
Endamê Kongreyê yê Demokrat Seth Moulton destnîşan kir ku divê Amerîka piştgiriya hevpeymanên xwe bike û wiha pê de çû:
"Binêre, li gorî min hemû budce hêjayî gotûbêjkirinê ye. Ji ber ku diyar e ti planên hikûmetê nîne.
Li gorî min teror hîn jî gef e. Lewma divê em piştgiriya hevpeymanên xwe bikin.
Kurd hevpeymanên me yên kevn in. Ukraynî hevpeymanên me yên kevn in.
Divê em li pişt wan bin û em alîkariya wan bikin.”
Pentagon çi dibêje?
Endamê Kongreyê Abe Hamadeh roja çarşemê di rûniştina Komîteya Hêzên Çekdar a Meclisê de ji Wezîrê Şer Pete Hegseth pirsî ka "aqilmendî ye" ku alîkarî li Bexdayê were komkirin yan na.
Hegseth di bersiva xwe de ragihand ku Wezareta Şer bi awayekî çalak bandora hewlên li dijî terorê yên li Îraqê dinirxîne û li ser nêzîkatiya xwe ya budceyê ducare lêkolînê dike.
Hegseth eşkere kir ku li gorî mercên li qadê, guherînên di budce û hejmara hêzan de li ber çavan tên girtin.
Divê were gotin ku di budceya 2026an de alîkariya darayî ya ji bo Pêşmergeyan bi temamî hatibû birîn.
Îsal jî dibe ku piştgiriya perwerdeyê bi temamî were rakirin, her çi qasî sala borî nêzîkî 61 milyon dolar ji bo vê armancê hatibû veqetandin.
Rudaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin