Îraqê li ser bidawîanîna erkê Hevpeymaniya Navneteweyî daxuyanî da

Îraqê li ser bidawîanîna erkê Hevpeymaniya Navneteweyî daxuyanî da

.

A+A-

Komîteyên Leşkerî yên Bilind ên Îraq û Amerîkayê dê li ser bidawîanîna erkên hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî yên li Îraqê gotûbêj û plansaziyê bikin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Yehya Resûl ragihand ku 11ê Sibatê 2024an duyemîn civîna Komîteya Bilind a Leşkerî ya Îraq û Amerîkayê ya ji bo biryardana li ser bidawîkirina dema erkê hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî dê were lidarxistin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî Kanûna Pêşîna sala borî serpereştiya yekemîn civîna Komîteya Bilind a Leşkerî ya Îraq û Amerîkayê ya li ser vekişîna hêzên hevpeyman ji Îraqê kiribû lê piştî gotûbêjan ti gavên berbiçav nehatibûn avêtin.

Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê Joel Vaul di daxuyaniya xwe ya derbarê gotûbêjan de got:

“Hevdîtinên me yên bi Hêzên Çekdar ên Îraqê re dê 11ê Sibatê li Bexdayê berdewam bikin.”

Komên çekdar û aliyên siyasî yên Şîeyan gelek caran daxwaza derketina hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî ya ji Îraqê dikin.

Komên Şîe yên nêzîkî Îranê piştî destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê ku 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan dest pê kir, êrişên xwe yên li dijî hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî zêde kirin.

Piştî destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê û vir ve komên çekdar ên nêzîkî Îranê ku xwe wekî “Eniya Berxwedanê” bi nav dikin li Îraq, Herêma Kurdistanê, Sûriye, Rojavayê Kurdistanê, Libnan û Yemenê li dijî hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî yên li Rojhilata Navîn dest bi êrişan kirin.

Ji wê demê heta niha hêzên Amerîkayê yên li Îraq, Herêma Kurdistanê, Sûriye, Rojavayê Kurdistanê û Urdinê herî kêm 169 caran rastî êrişan hatine.

Rudaw 

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin