Hunermendê  navdar piştî 40 salan vegeriya Kurdistanê

Hunermendê navdar piştî 40 salan vegeriya Kurdistanê

Parêzgariya Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê di navbera 02- 03. Tîrmehê da Kongreya Navdarên Kurd li dar dixe

A+A-

Parêzgariya Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê di navbera 02- 03. Tîrmehê da Kongreya Navdarên Kurd li dar dixe. Hunermendê naskirî yê kurd Mezher Xaliqî bi armanca beşdariya kongreye piştî 40 salan vegeriya bajarê Sineyê.
Bi gotina berpirsê kongireyê Celal Qelaşaxanî, di kongireyê de dê 30 navdarên kurd di warên cur bi cur de bên xelatkirin. Dê li bintara çiyayê Aviyer yê Sine, parkek jî bi navê navdarên kurd were vekirin û peykerên hinek ji wan tê de bên danîn.


Herwiha medyaya Îranê belav kiriye ku duh Parêzgarê Sinê Behmen Mûradnîya pêşwazî li Mezher Xaliqî kiriye û Xaliqî weke mêvanê taybet ê kongreye hatiye vexwendin.


Mezher Xaliqî kî ye?
Mezher Xaliqî di sala 1938an li Sineyê ji dayik bûye. Yek ji sitranbêj û hunermendên navdar ê kurd e. Xaliqî hêj di 8 saliya xwe de wekî dengixweşekî nav û deng dide. Ew li ba hunermendê bi navê Esedî fêrî solfej û meqamên kurdî û farisî dibe. Di 12 saliya xwe de li Radyoya Sineyê dest bi sitran gotinê dike. PIştî hingî li ba Hesen Kamkar perwerde dibe ku wê demê rêberê orkestrayê bû.Herwiha havîna sala 1958an Sineyê li cih dihêle û ji bo xwendinê diçe Tehranê. Her wê demê dibe hevkarê Radyoya Tehranê. Di heman deme da peywendiyê digel mamosteyên bi nav û deng yên wekî Henane, Kesrewî, Melah, Beharî, Yusif Zemanî, Nasirî û Muctebay Mîrzade datîne û tevî orkestraya senfonîk, orkestraya mezin a Radyoya Îranê, orkestraya wezareta hunerên ciwan û orkestrayên din ên wê serdemê çendîn awaz û sitranan tomar dike.


Xaliqî li Zanîngeha Tehranê beşa fizîkê diqedîne û piştra 4 salan wekî asîstan li zanîngehê dixebite. Lê dest ji warê akademîk ber dide, di warê muzîk û hunerê de kar dike. Berî rejîma îslamî ew li Îranê berpirsê radyo û televîzyona herêma Kurdistanê bûye. Piştî ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê ava bû ew çû Brîtanyayê. Demeke dirêj li wir ma. LI vir jî mastera management endustriyel temam kiriye. Piştre vegeriya Başûrê Kurdistanê û di sala 2003an de Ensitîtuya Kelepora Kurdî ava kir.


Mezher Xeliqî, hunermendê pêşî yê kurd e ku wekî dahênerekî di salên şêstî de sitranên folklorîk yên kurdî digel orkestraya senfonîk û orkestrayên mezin yên wê serdemê tomar kiriye. Ew bi taybetî li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê gelekî bi nav û deng e û weke efsaneyê muzîka kurdî tê qebûlkirin.
 
 
 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin