Hilbijartinên Şaredariyan yên Rêveberiya Xweser hatin paşxistin

Hilbijartinên Şaredariyan yên Rêveberiya Xweser hatin paşxistin

.

A+A-

Rêveberiya Xweser li ser daxwaza hin partî û hevpeymaniyan, hilbijartinên şaredariyan ên ku biryar bû 11ê Hezîranê bihata kirin, bipaş xistin.

Komisyona Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser îro 6ê Hezîranê di daxuyaniyekê de ragihand, li ser daxwaza hin partî û hevpeymaniyan ku bi nivîsên fermî daxwaza paşxistina hilbijartinên 11ê Hezîranê kirin, hilbijartin bo meh abo meha Tebaxa bê hatin paşxistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, partiyan ji ber ku tengbûna dema bangeşeya hilbijartinan û ji bo vexwandina rêxistinên navdewletî ji bo çavdêrîkirina hilbijartinan, daxwaza paşxistina hilbijartinan kirin.

Li gorî daxuyaniyê, Partiya Yekîtiya Demokratik a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), Partiya El-Weten El-Sûrî, Partiya Guhertin û Pêşketina li Sûriyê û Partiya Hevpeymaniya Niştimanî ya Demokrat a Sûrî daxwaza paşxistina hilbijartinan kiribûn.

Biryar bû Rêveberiya Xweser roja 11ê Hezîrana 2024an Hilbijartinên Şaredariyan li herêmên Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser bikirina. PYD ligel 18 partiyan, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd (Yekîtî), Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Tevgera Nûbûna Kurdistanî, Partiya Biratî ya Kurdistanî û Keska Demokrat, dê beşdarî hilbijartinan bibin.

Herwiha ENKS û partiyên di nava wê de û Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd (Pêşverû) jî hilbijartin baykot kirine.

Paşxistina hilbijartinan di demekê de ye, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan berî çend rojan gefa wê yekê xwaribû ku ew bi ti awayî rê nadin hibijartinên şaredariyan li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bên kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin