”Hem em fêr bûn û hem guhdarên me bi zihniyeta xwe hatin guhertin”

”Hem em fêr bûn û hem guhdarên me bi zihniyeta xwe hatin guhertin”

Shahînê Bekirê Soreklî ji bo rêze semîneran ji Australyayê hat Ewrûpa, Austria, Almanya, Danimarka û Swêdê. Nivîskara me Roza Kurdî bi kedkarê ziman û doza Kurdî Shahînê Bekirê Soreklî re li ser xebata wî ya 50 sale hevpeyvînekê çêkir.

A+A-

Rûpela Nû: Tu di meha gulanê de li Ewropayê bûyî, ji bo beşdariya di semnînarên li Otrîşê (Austria), Almanya, Danmarkê û Swêdê. Bikaribî xwe bi xwendevanên Rûpela Nû yên te baş nedinasin bidî nasîn? Shahînê Bekirê Soreklî kî ye?

Shahîn: Bi kurtî, sal 1946 li Mezra Ebrûş ya li rojavayê Kobanîyê, binê xetê, ji day bûye. Li dû kutakirina lîseyê bi temenê 19 salî gihîştiye Ewropayê û li dû sê salên li Otrîşê û Almanyayê çûye Australya. Ev bûn 50 sal li Australya dimîne. Li dû kutakirina xwendina bilind li Zanîngeha Macquarie/Sydney, 26 salan ligel wezareta perwerdeyê, li Sydney, wek mamoste û di wezîfeyên din de kar kiriye. Di heman demê de bêtir ji 30 salan berpirs û amadekarê Bernameya Radyo ya Kurdî bûye, di dezgeha fermî ya australî SBS de. Ew nivîskarê bi sedan gotar, helbest û çîrokan e, her weha nivîskarê du romanan e û Destana Dewrêşê Evdî bi deng û wek pirtûk amade kiriye. Jimareke ji helbestên wî ji aliyê hunermend û stranbêjan ve, bi taybetî hunermendê navdar Nizamettin Ariç, wek stran hatine pêşkêşkirin, wek strana Zînê, Kenê li Ser Bîrê, Dayê, Ger Nekenim Loman Meke, Li vir Hebû Gundekî Şên… Her weha gellek xebata siyasî ji bo doza kurdî kiriye û ji sal 1979 û pê ve 6 salan serokê yekemîn komeleya kurdî li Australya bûye. Ji sal 1971 û vir ve bi jineke australî re, bi Robynê re, zewicî ye. Du lawên wan hene, Chê û Shahn. Nuha li teqawîtê ye.

 

Rûpela Nû: Min cenabê te ji zû ve, bi riya Radio SBS Australia nas kir û bi destana Derwêşê Evdî te navê xwe di bîra min de kola. Tu dikarî behsa radio SBS beşê kurdî bikî. Kengî, çawa destpê kir? Zehmetiyên wê çi bûn û nuha rewşa wê çiye?

Shahîn: Ya rast, min sal 1982 dest bi weşanên radyo kir, dema bi alîkariya dostên australî û kurd ji bo dora du salan bernameyeke heftane bi Kurdî û Înglizî li Dezgeha 2SER FM/Sydney pêşkêş kir. Sal 1984 me mafê weşana bi Kurdî di RADIO 2EA de bi dest xist, ku dû re bû SBS (Dezgeha Ragîhandinê ya Taybet). Nuha bernameya Kurdî yek ji 68 bernameyên vê dezgehê ye û hefteyê 2 sa’et in; digihê hemî bajarên australî. Ta nîvê 2015an berpirsê bernameyê bûm û li dû wê 2 sal hevkar mam. Nuha êdî li teqawîtê me. Roza û Mayada bernameyê bi rê ve dibin.
Zehmetî û dijwarî destpêkê gellek bûn. Hinek ji wan: Nebûna ferhengên têre pêdiviyan bikin, dijwariyên di warê ragîhandina objektîv û bêlayan de, zihniyeta me ya ser bi propagandaya siyasî ve û nerazemendiya dezgehê ji ragîhandina yekalî; dijwariya bi piştgirên hinek rêxistinên kurdî re ku li hember ragîhandina serbest û objektîv bêyî tolerans bûn… Bi derbasbûna demê re rewş baştir bû. Hem em fêr bûn û me xwe ji aliyê meslekî ve pêş ve xist û hem guhdarên me bi zihniyeta xwe hatin guhertin.

sahine-b-sorekli3-001.jpeg

Rûpela Nû: Tu gelek bi çanda kurdî ve mijûl dibî û gelek berhemên te hene, ev meraqa te ya nivîsandina kurdî kengî û çawa dest pê kir?

 

Shahîn: Jiyan li herêma ez lê ji day bûm jiyaneke kurdewarî bû. Zimanê me Kurmancî bû, erf û toreyên me bi ser û binê xwe ve Kurmancî bûn. Erê hukûmetê çi mafên siyasî û çandî bi şêwyeke fermî nedabûn Kurdên herêma Kobanîyê, lê ji li vê herêmê jiyan bi giştî yeke kurdî bû. Wek zaro min ji ziman, stran û çanda milletê xwe hez kir. Ji ber ku wêjaya me yeke devokî bû û fêrbûna xwendin û nivîsandinê tenê bi e’rebî bû, em bi pirranî ji wêjeya nivîskî bêpar bûn. Meraqa min ya li xwendin û nivîsandina bi Kurdî li derve bêtir bû. Dûrbûna ji welêt evîndariya min bi çand û zimanê milletê min re kûrtir kir û qedexebûna zimanê Kurdî li welêt meraqa pêşvexistinê ziyadetir kir. Dema xwendina akadêmî û rasthatina li berhemên nivîskarên ewropayî, bi taybetî nivîskarên almanîziman wek Mann, Fontane, Schiller, Grass, Böll, Brecht… meraqa li nivîsandina bi zimanê Kurdî germtir bû. Min dixwazt tiştekî nû têxim nav wêjeya Kurdî, lê zimanê min têre wê daxwazê nedikir, yanê ne ligor radeya min dixwazt bû. Ji nîvê 2yemîn yê 70yan û şûn ve min xwe bi daxwazeke germ da ber pêşvexistina zimanê xwe. Min ji Hemreş Reşo, bi rehmetî, jimarine ji kovara Hawarê bi dest xistin û ta ji dest hat rojname, kovar û pirtûkên li Ewropayê wê demê derdiketin bi dest xistin… Di vî warî de, geşkirina peywendiyên bi Kurdên hemî beşan re û pêşkêşkirina bernameyên radyo jî, sûd gîhandin min. Bi derbasbûna salan re êdî berhemên min di nav rûpelên hinek rojname û kovaran de dihatin dîtin û hêdî-hêdî pirtûkên min jî hatin weşandin.

 

Rûpela Nû: Bikaribî berhemên xwe yên hatine weşandin bi xwendevanên me bidî nasîn?

Shahîn

  • Nameyek ji bavê min re – Pexşan û kurteçîrok, 2009.
  • Veger – Roman, 2006.
  • Wendabûn – Roman, 1985.
  • Çîrokên hejdeh salan - Komeke ji kurteçîrokan, 2005.
  • Pisik jî xewnan dibînin - Komeke ji kurteçîrokan, 2004.
  • Namûsa Êmo - Komeke ji çîrokan,1994.
  • Şerefa wendabûyî ya Katharina Blum – Romana nivîskarê almanî Heinriç Böll – Wergerandina ji almanî bo kurdî, 1997.
  • JANA HEFT SALAN – Helbest, 1990.
  • Mehkemekirina Selaheddînê Eyûbî -  Şano, 1989.
  • Em û pirsa me – Gotar, 1987.
  • Nivîsandina destana Dewrêşê Evdî, wekî ku Baqî Xido gotiye, edîtekirin û tomarkirina berhemê bi dengê xwe li ser DVD: SBS, Sydney, 2004.
  • Wergerandina komeke ji gotaran, kurteçîrokan û helbestan ji înglizî bo kurdî, ku di kovara NÛDEM, malpera NETKURD û şûnên din de hatine weşandin.
  • Bi sedan gotar, kurteçîrok, helbest û berhemên din, ku di pirtûk, kovar, rojname û malperaên cuda de hatine weşandin, bi kurdî, îngilizî, erebî û hinekên bi almanî.
    sahine-b-sorekli4-003.jpeg

Rûpela Nû: Em dizanin tu li gel xebata xwe ya bo Radio û çanda kurdî, tu mamosteyê kurdî ye jî, tu dikarî behsa xebata xwe ya di warê zimanê kurdî de bikî?

Shahîn: Ji sal 1978 û şûn ve ez 26 salan wek mamosteyê zimanan (almanî, înglizî, e’rebî) û wek perwerdekar, serpereşt û rêber ligel wezareta perwerdeyê ya australî li Sydney di kar de bûm. Min hewl daye bo fêrkirina Kurmancî jî bi kesan re alîgir bim. Xwendin û zanyariya min a gramera sê zimanan, meraqa min ya li rêzimaniya Kurmancî jî berfirehtir kir. Bi dirêjiya salan min hewl daye bi rêya înternêtê û mîdya ya civatî derbarê fêrbûna xwendin û nivîsandina bi Kurmancî de alîgir bim.

Rûpela Nû: Min pirtûka bi navê Destana Derwêşê Evdî li Stockholm bi dest xist û te ew ji min re îmze kir. Te berê ev berhem bi deng di Radio de û li ser internetê weşandibû. Nuha jî wek pirtûk derket.  Bikaribî derheqê vê berhemê de ji me re bêtir ragihînî?

Shahîn: Baqî Xido dengbêjekî navdar bû û li herêmên Kobanîyê û Sirûcê baş dihat nasîn. Ber bi dawiya sal 1987 destana Dewrêşê Evdî li ser sê kasêtan wek çîrok tomar kiribû û ji min re şandibû. Min berhema dengî nivîsand, edîte kir û bi dengê xwe xelek bi xelek di Beşê Kurdî/SBS Radio de pêşkêş kir. Dû re min ew xelekan hemî li ser DVD bi cîh kirin û wek diyarî ji hinek guhdaran re şandin. Îsal min berhem careke din da pêş çav û wek pirtûk da çapkirin.

sahine-b-sorekli2.jpeg

Rûpela Nû: Sînorên di navbera beşên Kurdistanê de, ne tenê welat, zimanê me jî perçe kirine. Gelek zaraveyên kurdî derketine pêş û bi tîpên cuda afirîne. Gelo wê kurd çawa bibin xwediyên zimanekî yekgirtî? Bi kêmasî wê çewa Kurd bibin xwediyên yek elfabeyê?

Shahîn: Şax û zaravayîn zimanê Kurdî ji mêj ve hene. Kurd li herêmeke mezin dijîn. Di navbera koman de sînorên erdnigarî wek çiyan û çeman hene, her weha sînorên siyasî. Lewma, wekî ji bo jimareke din ji zimanan, ji bo Kurdî jî çemelên ne bi tevehî wek hev hene. Hinek ji van çemelan ji hev ne pirr cuda ne û dikarin wek zarava (lehce) bihên binavkirin. Hinekên din bêtir ji hev cuda ne û gramera wan jî ne wek hev e. Lewma ew ne zarava ne, lê zimanên bi serê xwe ne, lê endamên malbata Kurdî ne. Di salên par de min bi xwe jî bi serhişkî ew hemî wek “zarava/lehce” bi nav kirine. Ez nema Soranî û Dimilî wek “lehce” bi nav dikim. Bi dîtina min Dimilî (Zazakî), Soranî û Kurmancî zimanên ji malbata Zimanê Kurdî ne. Zimanên Soran û Zazayên ku herêmên wan nêzikî yên Kurmancan in û di navbera wan de dan û stendin ji mêj ve hebûye ji Kurmancî ne weqa cuda ne, lê hinek babetên Soranî û Zazakî (Dimilî) pirr ji Kurmancî cuda ne û gramera wan jî cuda ye. Ji bo Almanan, Îtaliyan û milletine din jî demekê weha bû. Cudabûna zaravayên almanî û yên Îtalî li pêş yeketiya Almanan û ya Îtaliyan demeke dirêj astengeke mezin bû, ta ku di sedsalên buhurî de zimanên standard ji bo her du gelan hatin holê. Wekî ji bo milletine din pêkan bûye, Kurd jî dikarin kêşeya zaravayan û çemelên zimanê kurdî çareser bikin. Çareserî di çêkirina zimanekî standard de ye, yanê zimanekî yekgirtî ji bo nivîsandinê, da ku ji bo mijarên fermî, mîdyayê û pirtûkan bihêt bikarhanîn. Ger derfet û daxwaz hebûna birêxistina zimanekê standard bo hemî Kurdan dê mumkin bûya. Lê mixabin a nuha ne derfetên ji bo armanceke weha pêwîst hene, ne jî niyeteke neteweyî ya birêxistina projeyeke weha mezin. Lewma ya nuha grîng û dikare bi cîh bibe ew e ku şêweya standard di Kurmancî, Soranî û Dimilî de bihêt rêk-û-pêk-kirin.

Di dema me de di nav aliyê Soran de gellek kes hene ku dê li dij guherandina alfabêya e’rebî bin. Hinek li dij in çimkî Soraniya bi tîpên e’rebî wek şêweya durist ya zimanê Kurdî dibînin. Hinekên din li dij in ji ber sedemên olî… Bi kurtî a nuha yekkirina alfabê nikare cîh bigire ji ber ku alîne kurdî bi xwe li dij in. Heta bi soranên ku tîpên latînî di mîdyaya civatî de bi kar dihînin, li şuna ku alfabêya kurdî ya latînî bi kar bihînin, alfabêya latînî ligor sîstîma tîpên e’rebî bi kar dihînin.

Di van salên dawîn de pêşkevtina mîdyayê, bi taybetî weşanên televizyonê, û ziyadebûna dan û stendina di navbera aliyên Kurmanc û yên Soran de ji bo berbihevhanîna her du şêweyên kurdî sûdmend bûn. Bi derbasbûna demê re berbihevhatin dikare hîn bêtir bibe, lê kêşe nahêt çareserkirin ger otorîteyeke ji bo çareserkirinê cîh negire.

Rûpela Nû: Tu li gelek welatên kurd lê niştecîh bûne, geriya. Li ba kurdên diaspoara çi bala te kişand? Pêşniyarên te ji bo kurdên diaspora hene?

Shahîn: Bi encama kirîza li Sûriyeyê bi rê ketî û rûdanên pê ve girêdayî, û li dû ku welatine ewropayî, bi taybetî Almanya, deriyên xwe ji penaxwazên sûrî, di nav wan de bi deh-hezaran Kurd, vekirin pêleke nû ji Kurdan li welatên ewropayî bi cîh bû. Van Kurdan bi gellek awayan ji Kurdên pêş wan li Ewropayê bi cîh bûbûn cuda ne. Rewşa wan cuda ye, pêdiviyên wan cuda ne, paşerehên wan yên perwerdeyî û meslekî cuda ne û gellek ji wan ciwan in. Di nav vî refî de gellek kesên zîrek û jêhatî jî hene, lê gellek ji wan dilsar in, hêvîşekstî ne û ji siyaseta kurdî westa ne.

Li milê din, hîn nedizanin ka siberoja wan dê çi be, ka dê bikaribin li welatên ew nuha lê ne bimînin yan na. Pêşniyaziya min ji bo van Kurdan ew e ku xwe baş fêr bikin zimanê welatê ew lê, ku hewl bidin bibin xwedî meslek û kar, ku ji sextekariyê, serhişkiyê û şerûdetiyê dûr bimînin û ji qanûnên welêt re rêzgir bin, ku xwe û zaroyên xwe perwerde bikin, ku bi her awayî miqayit bin aramiya malbatî biparêzin, ku jin û mêr di warê mafan û erkan de hevpar û wekhev bin, ku bav û day di peywendiyên xwe yên bi zarokan re nerm û miqayit bin, ku bizanibin dem û mercên berê û nuha ne heman dem û merc in. Di heman demê de, ji bo wan pêşniyaz dikim ku benê di navbera xwe û welêt de neqetînin, bi xelkê xwe re peywendîgir bimînin, li zimanê xwe xwedî derkevin, li aliyên baş yên erf û toreyên xwe xwedî derkevin û ger ji dest hat, alîkariiya xizm û meriyên xwe bikin, ger hewcedarî hebû. Hêvîdar im bav û day ji zaroyên xwe re bibin nimûneyên baş û hemî bi hev re jiyana xwe baştir bikin.

Rûpela Nû: Kurdên Australya wek welatê lê dijîn ji çavan dûr in. Tu dikarî qala dîroka Kurdên Australya ji me re bikî? Kîngê Kurdê yekem bi cî bû, nuha çiqas Kurd li wir dijîn…?

Shahîn: Ez dawiya meha 10emîn ji sal 1968 gihîştim Sydney. Haya min ji kesekî Kurd li Australya nebû. Sal 1979 me yekemîn komeleya kurdî li Sydney bi rê xist. Wê demê endamên komeleyê ji nêzikî 30 malbatên kurdî bûn. Pirraniya wan ji bakur bûn, lê di nav wan de çend malbatên ji Kurdên aliyê Sûriyeyê û ji Libnanê jî hebûn. Dû re Kurdine ji beşên din jî hatin û bûn endamên komeleyê. Ez dora 6 salan serokê wê komeleyê bûm. Jimara Kurdan kêm bû, lê çalakiyên me gellek bûn, yên çandî û yên siyasî. Bi taybetî ji dawiya 80yan û şûn ve jimare Kurdên ji başûr û rojhilat zêdetir bû, lê yekgirtina berê hebû, sal li dû salê ji hev ket.

Li gor jimartina fermî ya sal 2016, tevahiya jimara kesên kurdîziman li Australya wê demê nêzikî 6000 kesan bû, zarok jî di nav de. Nêzikî 33% li "Îraqê“ ji day bûbûn, nêzikî 25% li "Îranê“ û yên mayî li Australya, Tirkiyeyê, Sûriyeyê û şûnên din. Jimara kesên ku paşerehên xwe wek kurdî dane bilindtir e. Bi dîtina min ya şexsî, dora 8000 kesên kurdîziman ê li seranserê Australya hebin, bi pirranî li Sydney û dû re Adelaide, Melborn, Brisbane û Perth.

Di van mehên dawîn de bi sedan malbatên êzîdî wek penaber gihîştin Australya û li hinek şûnan hatin bicîhkirin, lê yên bi navê wan diaxafin wan wek "Êzîdî,“ ne Kurd, didin nasîn. Çend rêxistinên kurdî li bajarên mezin hene û bi pirranî ji aliyê siyasî ve ser bi partiyên kurdî ve ne. Rêxistinke ciwanan jî heye, bawer im serbixwe ye. Ji çalakiyên herî mezin birêxistina kombûn û ahengên Newrozê ye. Carne xwepêşandanên piştgirtinê/ şermezarkirinê, yan ji bo beşdariya di çalakiyên partiyekê de, cîh digirin. Li hinek bajarên mezin yên Australya bernameyên radyo jî hebûne/hene, ku bi pirranî hefteyî û yeksa’etî ne/bûne.  

Rûpela Nû: Spas ji bo dayîna bersîvên pirsên me û agahiyan.

Shahîn: Spas ji bo dayîna fersendê Roza. Hêvîdar im naveroka hevpeyvînê ji bo xwendevanên Rûpela Nû balkêş be.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin