Îranê peyamek zelal ji Rojava re şand: Ev xeta me ya sor e!

Îranê peyamek zelal ji Rojava re şand: Ev xeta me ya sor e!

.

A+A-

Kêmtir ji du hefteyan piştî çalakkirina mekanîzmaya snapback û sepandina sizayên giran, Îranê careke din ragihand ku ew ê ji helwesta xwe ya li ser bernameyên xwe yên navokî û moşekan paşve gav neavêje.

Tehranê bi destnîşankirina dewlemendkirina uranyûmê û şiyanên moşekan wekî "xetên xwe yên sor" Rojava rexne kir.

Sekreterê Yekem ê Komîteya Ewlekariya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê Behnam Saeidi di daxuyaniyekê de got, "Du xetên me yên sor hene: dewlemendkirina uranyûmê û şiyanên moşekan. Hemî stûnên pergala me û tevahiya gelê Îranê heta mirinê li pişt van her du mijaran radiwestin. Em ê tu carî dev ji dewlemendkirina uranyûmê bernedin û em ê tu carî dev ji teknolojiya xwe ya mpşekan bernedin."

Di demekê de ku Îran berdewam dike îdia dike ku bernameya wê ya navokî ji bo armancên aştiyane ye, welatên rojavayî Tehranê bi wê yekê tawanbar dikin ku dixwaze çekên navokî bi dest bixe. Her çend Dewletên Yekbûyî û Rojava daxwaz kirine ku şiyanên moşekên Îranê werin sînordarkirin jî, Tehranê ev daxwaz red kiriye û diyar kiriye ku ew ê berdewam bike ku şiyanên xwe yên leşkerî pêş bixe.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin