Balyoza Îraqê Bêrîvan Doskî: Jina Kurd bi hêza xwe navdar e

Balyoza Îraqê Bêrîvan Doskî: Jina Kurd bi hêza xwe navdar e

.

A+A-

Balyoza Îraqê ya Belçîkayê Bêrîvan Doskî behsa rola xwe ya nû kir û got, “Jina Kurd bi hêza xwe navdar e”

Bêrîvan Doskî jineke Kurd a ji Dihokê, wekî balyoza Îraqê ya Belçîkayê dest bi kar kir.

Ew di posteke girîng de nûnertiya Îraqê li navenda Ewropayê dike û berpirsiyariya pêwendiyên bi Yekîtiya Ewropayê, NATO, Belçîka û Luksembûrgê re dimeşîne.

Bêrîvan Doskî di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re, behsa rola xwe ya girîng, siyaseta Îraqê ya li hemberî koçberan û serpêhatiya xwe ya ji Pêşmergetiyê heta bi lûtkeya dîplomasiyê kir.

Balyoza Îraqê ya Belçîkayê Bêrîvan Doskî got, “Jina Îraqî bi giştî lê jina Kurd bi taybetî, jineke gelekî gelekî bihêz e. Em jinên Kurd bi hêza xwe navdar in, bi rastî.

Bruksel ne tenê paytexta Belçîkayê ye her wiha yek ji paytexta Yekîtiya Ewropayê ye û baregeha sereke ya NATOyê jî li wê derê ye.

Loma, eger kesek balyozê dewletekê li Belçîkayê be, karê wî/wê ne tenê bi hikûmeta Belçîkayê re ye, her wiha bi gelek sazî û dezgehên mezin û bibandor ên navneteweyî re ye.

Kesa ku vê rolê ji bo dewleta Îraqê li Belçîkayê dilîze, dîplomatkar û Pêşmergeya kevn a Kurd Bêrîvan Doskî ye.

Hevkara me Ala Şalî çûye balyozxaneya wê û gotûbêjek derbarê karên wê û hin aliyên jiyana wê ya taybet jî kir.

Ev jî naveroka nevpeyvînê:


Rûdaw: Silav Bêrîvan xan, dema te baş, tu çawa yî?

Bêrîvan Doskî:
 Gelekî spas Ala xan, bi xêr hatî. Ez baş im, spas.

Rûdaw: Bêrîvan Doskî xanimeke Kurd e û balyoza nû ya Îraqê li Belçîkayê ye. Ew nûneratiya welatê xwe li nav dilê Ewropayê dike. Bêrîvan Doskî xelka Dihokê ye û 18 sal in di Wezareta Karên Derve ya Îraqê de kar dike. Niha erkeke girîng girtiye ser milê xwe, ew jî pêwendiyên di navbera Îraq û Yekîtiya Ewropayê, NATO, Belçîka û Luksembûrgê de ye. Di vê hevpeyvînê de Bêrîvan Doskî ji me re behsa rola xwe ya girîng weke balyoza Îraqê û herwiha weke xanimeke Kurd di dîplomasiya Îraqê de dike. Lewra, ez gelekî kêfxweş im ku îro vê hevpeyvînê li gel wê pêk tînim. Bêrîvan xan, gelekî spas ji bo vê hevpeyvînê.

Bêrîvan Doskî:
 Gelekî gelekî spas Ala xan ji bo hatina we, gelekî spas ji bo we, ji bo kenala Rûdawê, ji bo temaşevanên we. Fermo, gelekî spas, ez kêfxweş im.

Rûdaw: Gelekî gelekî spas, çavên te sax bin. Bêrîvan xan, cara yekem e jineke Kurd dibe balyoza Îraqê li Belçîkayê. Cenaba we ji kengê ve balyoza Îraqê li vir e?

Bêrîvan Doskî:
 Gelekî gelekî spas Ala xan ji bo we û ji bo stafa Rûdawê ku hatin. Ez gelekî kêfxweş bûm. Ev çar sal in ez li vir im. Bi xwe, 18 sal in di Wezareta Karên Derve ya Îraqê de kar dikim. Çar salan li Şamê bûm, çar salan li Madrîdê bûm, salekê li Başûrê Afrîkayê bûm û ev çar sal in jî li vir im.

Rûdaw: Bêrîvan xan, çar salan li vir weke dîplomatkarekê?

Bêrîvan Doskî:
 Dema ku ez berî çar salan hatim, ez alîkara balyoz bûm. Min sê salan weke alîkara balyoz kar kir. Piştî ku balyozê me hate veguhastin, xweşbextane ji destpêka meha nehan ve ez balyoz im li vir. Ev balyozxane ji aliyê Belçîka, Luksembûrg, Yekîtiya Ewropayê û NATOyê ve cihê baweriyê ye. Ango, em çar balyozxane ne di nava balyozxaneyekê de.

Rûdaw: Ev girîng e. Niha pirsa koçberan li Ewropayê pirseke gelekî girîng e. Hûn heta çi radeyê tên agahdarkirin, di vegerandina koçberan de, yan jî derbarê hatina ciwanan ji Îraq û Herêma Kurdistanê? Heta çi radeyê hûn di vê mijarê de li gel Yekîtiya Ewropayê yan li gel Belçîka û Luksembûrgê di nav pêwendiyê de ne yan tên agahdarkirin?

Bêrîvan Doskî:
 Binêre, ev çend sal in dan û standin di navbera Îraq û Yekîtiya Ewropayê û welatên endam de li ser vê mijarê hene. Wek ku cenaba we agahdar e, destûra Îraqê rê daye xelkê ku bi azadî çûn û hatinê bikin, bi azadî niştecî bibin, li kîjan cihî bixwazin niştecî bibin.

Îraqê jî rê li xelkê xwe negirtiye di dema geştê de yan dema ku bi awayekî yasayî derdikevin derve, bila em bêjin. Lê vêga dema ku Yekîtiya Ewropayê yan welatên endamên Yekîtiya Ewropayê yan li her cihekî cîhanê bi darê zorê xelkê vedigerînin, ew siyaseta wan e, pêwendiya wê bi Îraqê re tune ye.

Siyaseta wan e ku dixwazin xelkê derxînin. Dema ku xelk tê derxistin, Îraq deriyê xwe li ser xelkê xwe nagire. Mafê her welatiyekî Îraqî heye ku vegere Îraqê û li Îraqê bijî. Ji ber vê yekê, Îraq naxwaze xelk bi darê zorê werin vegerandin. Di heman demê de jî, naxwaze ew kesên ku bi neyasayî xelkê derdixînin û pereyekî zêde ji wan distînin û wan dixin nav metirsiyên pir mezin, bêguman Îraq ji vê yekê ne razî ye.

Rûdaw: We agahdar dikin ku dibêjin ew qasî Îraqiyên me hene, ji bo dersînorkirina wan alîkariya me bikin?

Bêrîvan Doskî: Tu dizanî çawa ye? Eger belgeyên wan nebin, pêwendiyê bi balyozxaneyê re dikin. Em ti kesekî ku em ji sedî 100 piştrast nebin ku Îraqî ye, piştî ku em hevpeyvînê li gel dikin û hûrbîniyê di nasnameyên wan de dikin, em nasnameyê nadin ti kesekî ku em piştrast nebin ew Îraqî ye. Yanî, piştî ku nasname pê hat dayîn, êdî ew welat dibe ku wê nasnameyê bikar bîne.

Rûdaw: Bêrîvan xan, cenaba we xelka Dihokê ye. Heta çi radeyê pêwendiya we bi Dihokê re heye û hûn çend salan li wir jiyane? Ji me re behsa jiyana xwe bike.

Bêrîvan Doskî:
 Heta niha min bi zaravayê Soranî bersiv da, ji ber ku te jî bi Soranî pirs kir. Dixwazim bi zaravayê Badînî silavekê bişînim. Ez bi xwe keça Dihokê me. Ez li Dihokê mezin bûme. Heta ku min dibistana navîn jî xilas kir, ez li Dihokê bûm. Çar salên zanîngehê jî ku min li Zanîngeha Mûsilê xilas kirin. Piştre jî tu bi xwe dizanî rewşa me Kurdan çawa bû, me Dihok li pey xwe hişt û em bûn Pêşmerge. Me Pêşmergetî dît, me derbiderî dît. Êdî bîranînên min ên gelekî gelekî xweş li Dihokê hene.

Rûdaw: Bêrîvan xan, dema ku welatên Yekîtiya Ewropayê yan welatekî Ewropayê wekî Belçîka dibînin ku jineke Kurd, balyoza Îraqê ye çi dibêjin?

Bêrîvan Doskî: Tu dizanî çi? Welatên Ewropayê welatên pêşketî ne, kêfa wan tê ku jinan di hemû warên jiyanê de, di postên bilind de bibînin. Ji ber vê yekê, yekem, ev cihê kêfxweşiyê ye. Duyem, asta bi pêşketina her welatekî bi pêşketina jinê tê pîvandin, bi rastî.

Dema ku tê dîtin ku jin gihîştiye asteke bilind û beşdarî rêveberiyê û hemû karên ku civakê bi rê ve dibin dibe, ev belge ye ku vê civakê qonaxeke dirêj di têkoşîn û cîgirbûnê de derbas kiriye û nîşan dide ku ev welat cihekî pêşketî ye. Ji ber vê yekê jî, ji bo Yekîtiya Ewropayê cihê kêfxweşiyê ye ku jinekê di posteke wiha de bibînin. Tiştê sêyem ku dixwazim bêjim ev e ku kêfa wan tê dema dibînin ku Îraq, êdî ne Îraqa berê ye.

Jineke Kurd ku heta duh pêşmerge bû, niha karê dîplomasiyê bi navê Wezareta Derve ya Îraqê dike. Ev jî cihê dilxweşiyê ye. Ev hem ji bo Îraqê pir girîng e, hem jî ji bo me weke neteweyekê ku heta duh di çarçoveya Îraqê de dihatin çewisandin, niha rewşeke me ya cuda heye. Niha em şirîk in di wê Îraqê de, em dixwazin bi hev re wî welatî ava bikin.

Rûdaw: Tu 15 salan li Brîtanyayê jiyayî, 18 sal in tu karê dîplomasiyê dikî. Baş e, li gel vê hemû ezmûnê, tu dayik î jî. Bi rastî erka dayikbûnê ne hêsan e. Te çawa karî bigihîjî vî postî?

Bêrîvan Doskî:
 Ez tiştekî ji te re bêjim. Jina Îraqî bi giştî lê jina Kurd bi taybetî, jineke gelekî gelekî bihêz e. Em jinên Kurd bi hêza xwe navdar in, bi rastî. Divê em jî li pêşiyên xwe, li dayikên xwe, li xelkê din binerin.

Ew hêza ku me heye divê em ji dest nedin, divê em wê hê zêdetir pêşve bibin. Dibe ku rewşa min jî wisa li min kiribe ku ez zêdetir kar bikim. Ez li Ewropayê bûm, di civakeke ku ji min re nenas bû.

Diviyabû ez xwe bigihînim, zarokên xwe bigihînim. Hem xwendin... li gel wê jî min dixwend û kar jî dikir û zarokên xwe jî xwedî dikirin û me dev ji doza xwe jî berneda. Me tu carî dev ji doza xwe, çi dozên civakî bin, çi doza Kurdî be, bernedaye.

Li xerîbiyê min her kar kiriye û zarokên xwe jî xwedî kirine. Du kurên min hene, her duyan jî xwendina xwe bi dawî aniye, spas ji Xwedê re û di jiyanê de serkeftî ne. Jina Kurd niha hêz û şiyana jina Kurd li cîhanê deng vedaye. Yanî, ji bo min ku min gelek kar kiriye, hin kes hene ku qurbanî dane û canê xwe pêşkêşî doza xwe û welatê xwe kirine.

Her kes bi awayekî têkoşîna xwe dike û peyama xwe dide. Ez hêvîdar im ku di wan çend salên mane de jî ez bi heman şêwazî peyama xwe pêk bînim.

Ez ji saet nehan ve li ser karê xwe me. Wekî Îngilîz dibêjin, ez "early bird" im, wek çivîkekê serê sibê zû radibim. Lê karê me di saet nehan de dest pê dike. Ji saet nehan ve dema ku ez diçim kar, nivîsên hatî yên roja berê tên ber destê min û ez karûbarên wan dikim. Piştre em raporan amade dikin.

Piştre em pêşwaziya mêvanan dikin an jî serdanên me ji bo aliyên fermî yên vir hene. Karekî xweş e jî ku tu encama karê xwe dibînî û dizanî ku te tişt bi başî encam dane, xweş e. Roja me bi dawî nabe hemû kar e.

Rûdaw: Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê nûneratiya zêdetirî 500 milyon kesî li Ewropayê dike. Pêwendiyên Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê û Îraqê çawa ne?

Bêrîvan Doskî
: Pêwendiyên Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê bi giştî û Îraqê pêwendiyeke gelekî gelekî baş e. Pêwendiya me di çarçoveya rêkeftina hevbeşî û hevkariyê de ye. Wekî ku min berê jî got, çar komîte di çarçoveya rêkeftinê de hene. Îro ez ji bo amadekariya civîna Konseya Hevkariyê (Cooperation Council) ku di nozdehê mehê de li vir li ser asta wezaretê ye, hatim vir.

Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê. Ji bilî wê, wek ku min got, çar komîteyên me hene. Di çarçoveya wê pêwendiyê de gelek karên hevbeş û berjewendiyên hevbeş ên me bi hev re hene. Ji bilî wê, di meha gulanê ya îsal de komîteya hevbeş a parlamentoyê hate damezrandin, ku ew jî komîteyeke gelekî gelekî girîng e.

Ji dema ku rêkeftina hevbeşî û hevkariyê hatiye îmzekirin, ku di sala 2012an de bû, ji wê salê heta niha yek ji xalên çarçoveya wê rêkeftinê ew e ku divê komîteyeke hevbeş a parlamentoyê were damezirandin, ku îsal hate damezirandin. Ew komîte gelekî girîng e, ji ber ku parlamenterên Îraqê û parlamenterên Yekîtiya Ewropayê dikarin komîteyeke hevbeş ava bikin ku jê re dibêjin lijneya parlamentoyê.

Ew komîte gelekî girîng e, ji ber ku ew dikarin wan tiştan, wan mijaran, wan babetên ku ji bo Îraqê girîng in, bi nûnerên xelkê Îraqê bi hemû pêkhateyên wê ve, wan babetên girîng bînin û li gel parlamenterên Ewropayê gotûbêj bikin û bibin parlamentoya Ewropayê û daxuyaniyan derxînin, çarçove û karê xwe diyar bikin.

Rûdaw: Ev yek dê çi qasî sûdê bide Kurdan?

Bêrîvan Doskî:
 Ev weke hemû pêkhateyên din ên Îraqê, ji bo hemû pêkhateyan e. Di parlamentoya Îraqê de nûnerên Kurd jî hene, weke nûnerên pêkhateyên din. Ev nûner berjewendiyên xelkê xwe diparêzin. Nûnerê Hewlêrê berjewendiyên xelkê Hewlêrê diparêze, nûnerê Bexdayê wisa, yê Besrayê wisa, yê Dihokê wisa. Ew nûner dema ku berjewendiyên xelkê Îraqê li ber çavan digirin, tiştên hevbeş tînin û li gel parlamenterên Ewropayê gotûbêj dikin.

Rûdaw: Ew dê kengê dest bi kar bikin?

Bêrîvan Doskî:
 Îsal divê dest bi kar bikin lê hilbijartinên Îraqê li pêş in. Ez bawer im ku tişt dê heta piştî hilbijartinên Îraqê û piştî avabûna hikûmetê paşve bikevin. Ji ber vê yekê, tişt hinekî paşve dikevin. Lê ji meha Gulanê ve ew komîte hatiye damezrandin û em bi hêvî ne ku kar ber bi pêş ve bibin û kar bikin da ku ew komîte çalak bibe.

RUDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin