
Lûtkeya Aştiyê ya Şerm el Şêxê: Zêdetirî 20 serokên cîhanê beşdar dibin
.
Sibe bi serokatiya Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî û Serokê Amerîkayê Donald Trump Lûtkeya Aştiyê ya Şerm el Şêxê tê lidarxistin.
Li gorî nûçeya televîzyona El Qahera Newsê ku kanala fermi ya dewleta Misirê ye amadehiyên lojîstîk û ewlehiyê yên ji bo lûtkeyê li bajêr didomin.
Serokatiya Misirê jî ragihand ku lûtke dê piştî nîvro li navenda konferansan a bajêr bê lidarxistin.
Lûtke armanc dike ku şerê li Kerta Xezeyê bi dawî bîbe, hewlên ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn xurt bike û ji bo ewlehî û aramiya herêmê rûpeleke nû veke.
Zêdetirî 20 serokan beşdar dibin
Serokê Misirê Ebdulfetah es-Sîsî û Serokê Amerîkayê Donald Trump dê li lûtkeyê serokatiyê bikin.
Zêdetirî 20 serokên welatan beşdarî lûtkeyê dibin, di nav wan de Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Şahê Urdinê Abdullah II, Şahê Behreynê Hamed bîn Îsa El Xelîfe, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf, Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan hene.
Serokê Ragihandinê yê Serokkomariya Tirkiyeyê Burhanettîn Duran ragihand ku Erdogan li ser vexwendina Ebdulfetah es Sîsî û Donald Trump beşdarî lûtkeyê dibe.
Li aliyê din, Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya Îranê îdia kir ku ti berpirsekî Îranî beşdarî lûtkeyê nabe.
Li gorî çapemeniya Qeter û Amerîkayê, dê ji Qeter, Îmarat, Endonezya û Erebistana Siûdî jî heyet beşdarî civînê bibin lê asta beşdariya heyetan nehatiye diyarkirin.
Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê ragihand ku ew dê beşdarî lûtkeyê nebin. Birêvebiriya Filistînê jî heta niha beşdarbûna xwe piştrast nekiriye.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Antonio Costa jî dê beşdarî lûtkeyê bibin.
Paşxaneya lûtkeyê
Donald Trump di 9ê Çiriya Pêşîn de ragihandibû ku Îsraîl û Hemasê qonaxa yekem a plana agirbestê ya li Xezeyê pejirandine.
Lihevkirin di 10ê Çiriya Pêşîn de bi erêkirina hikûmeta Îsraîlê ket meriyetê.
Piştî ku artêşa Îsraîlê wekî di peymanê de hatibû diyarkirin vekişiya "xeta zer" û agirbest di heman rojê di saet 12:00an ketibû meriyetê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin