Helbestvana Amerîkî Louise Gluck xelata Nobel a Edebiyatê wergirt   

Helbestvana Amerîkî Louise Gluck xelata Nobel a Edebiyatê wergirt  

Helbestvana Amerîkî Louise Gluck xelata Nobel a Edebiyatê wergirt 

A+A-

Akademîya Swêdê ragihand ku Xelata Edeebiyatê ya Nobelê ya 2020an helbestvana Amerîkî, Louise Gluck wergirtiye.

Li gor daxuyanîya akademîyê Gluck jiber ‘’dengê wê yê helbestî yê bêqusir yê saf û bêxemil ku hebûna takekesî dike gerdûnî’’ hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Herî dawî di sala 2011an de helbestvanekî Xelata Wêjeyê ya Nobelê wergirtibû ku ew Tomas Transtromer yê Swêdî bû.

Berî Gluck, cara pêşî ji Amerîka Toni Morrison di sala 1993yan de xelat wergirtibû.

Glcuk dê 10 mîlyon kronê Swêdî wergire ku ew bi qasî 1 mîlyon 126 hezar dolar e.

Wê helbestvana, ku di sala 1943yan de li New York City hatiye dinê, di sala 2003yê de jî ji alîyê Pirtûkxaneya Kongresê we wek Poet Laureate (helbestvana mezin) hatibû bijartin.

nobel2.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin