Hejmara 19an a Kovara Dilopê derketiye

Hejmara 19an a Kovara Dilopê derketiye

.

A+A-


Kovara Dilopê ku her du mehan carekê bi kurdî û tirkî di warê çand-huner û polîtîkayê de weşanê dike bi hejmara xwe ya 19an li pêşberî xwîneran e. Kovara ku di Newroza 2018an de dest bi weşanê kiribû, bi vê hejmara xwe 3 sal li dû xwe hêştiye.

Hejmara Adar-Nîsanê ya Kovara Dilopê derketiye. Di vê hejmara kovarê de bi zimanên kurdî û tirkî dîsa gelek nivîsên balkêş hene.

Kovar di dosyeya hejmara xwe ya nû de meseleya bişaftinê nîqaş dike. Bülent Küçükê hîndekarê Zankoya Boğaziçiyê yê “yek ji zarokên ku zimanê wî hatiye dizîn” roportajê daye V.Metin Bayrak û tê de li ser dahûrandina bêzimaniyê perspektîfeke pirr-alî peşkeş dike.

Barış Avşar di hejmara nû ya kovarê de şaristaniya Urartuyê hildide dest û serencama wan bi awayê çîrokbêjekî pêşkêşî xwîneran dike. Sezai Sarıoğluyê şair jî ji Urartuyan wê de serdana bajarê Qersê dike, çavdêriyên xwe yên vê serdanê weke şairekî radigihîne.

Mesut Alpê arkeolog nivîsên xwe yên li ser mîtan berdewam dike û bi van nivîsan dide pey bermayiyên mîtan ên îroyîn. Alp, di vê hejmarê de mîta Şahmaranê hildide dest, zanînên şaş ên derheqê wê de nîqaş dike û bermayiyên wê yên îroyîn ên di jiyana rojane de bi mînakan li ber çavan radixe.

Ayhan Erkmen çîrokbêjek e ku çîrokan ji xwe re kiriye derd, daye dû wan û wan berhev dike û dixwaze bigihîne gel. Ronî Nasırkaya di vê hejmarê de ligel Erkmen hevpeyvînek kiriye û serencama wî ya div ê qadê de bi hemû aliyan gihandiye xwîneran.

Di vê hejmara nû de nivîseke balkêş jî ya Ozan Serhedî ye ku derheqê klamên Şakiro de analîzekê dihewîne. Serhedî li hêmayên ‘erotîk’ ên klamên Şakiro kolaye û wan bi mînakan raxistiye ber çavan.

Yaşar Kemal di 28ê Sibata 2015an de wefat kiribû. Lêkoler Mehmet Bayrak di vê hejmarê de hevnasîna xwe û wî nivîsiye, sekna wî ya serbilind a li hemberî meseleyên polîtîk û nemaze bangên wî yên derheqê kêşeya Kurd de cardin bi bîra xwîneran xistiye.

Xelef Diljanê rengvan di xebatên xwe de hêmayên kurdî rengîntir dike her weke vê hejmara kovarê jî wisa kiriye. Hevpeyvîna ku Mela Mihyedîn ligel Diljan kiriye strana Ozan Brader a navdar tîne bîra xwîneran: “Lo lo rengvano”.

Wênesaz Fewzî Bîlge jî dîsa bi wêneyeke xwe reng dide kovarê. Di hejmarê de Çîdem Baran, Bulent Gedîk, Bengi Berfin Odabaşı, Savaş Yadırgı, Veysi Ülgen, Ragıp İncesağır, Îbrahîm Genç û Şeyhmus Diken bi nivîsên xwe, Arjen Arî, Mela Ehmedê Namî û Hejar Mukriyanî jî bi helbestên xwe li pêşberî xwîneran in.

dilop-19-kapak.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin