Fuad Husên û Eymen Sefedî çend mijarên hevpar gotûbêj kirin

Fuad Husên û Eymen Sefedî çend mijarên hevpar gotûbêj kirin

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî, bi riya telefonê axivîn. Di peywendiyê de amadekariyên civîna lûtkeya Erebî-Ewropî hatin nirxandin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, peywendiyeke telefonî ji aliyê Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî ve wergirt. Di destpêka peywendiyê de, Sefedî ji bo dubare destbikarkirina wekî Wezîrê Derve, pîrozbahî li Fuad Husên kir.

Mijara sereke ya guftûgoya her du wezîran, amadekariyên ji bo "Şeşemîn Civîna Erebî-Ewropî" bû ku biryar e di 22 û 23’ê vê mehê de li welatê Urdinê were lidarxistin. Her du wezîran tekezî li ser giringiya vê civînê kirin ku dê bibe platformek ji bo hevahengî û guftûgoyên li ser mijarên herêmî û navdewletî yên hevpar.

Di beşeke din a peywendiyê de, Fuad Husên û Eymen Sefedî behsa geşepêdana peywendiyên dualî yên navbera Iraq û Urdinê kirin. Hate destnîşankirin ku xurtkirina hevkariyên di navbera her du welatan de, dê di berjewendiya her du gelên cîran de be.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin