Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Dîsa Kultur

A+A-

 

Serokwezíré Swéd yen beré(ú nivískar) Ingvar Carlsson di pirtúka xwe yí nú de(1) weha di nivísé:  beré-  ú di hemí jíyana xwe de min bawerdikir ku perwerde, xwendin ú karén ronakbírí li ser kesan atmosferén eréní(pozitív) dihélé. Lé bi daxawe(malesef) ez núha wilo na hizirim/na fikirim, ji ber ku ne wilo díyara. Nivískar wek berpirsíyarekí Neteweyén Yekbúyí(NY) li Rwanda lékolínén li ser jenosída ku teqríben berí bi síh salíye analíz dike ú dighijé vé baweríyé.      

Ìroj jí bi sedan, bi hezaran profesor ú pisporén ilmí li der ú dora díktatoran hene ú ewan xwe mína zanyar ú entelektúel jí dibínin. Ewan bé goman zanyarin ú pisporin jí, balam belkí ne entelektúelin. Merov karét wan mína menfaetperest qabúlbike anjí wana mína borazanén despotan bizané. Ha li vir gotinén Ingvar Carlsson cíhé xwe digrin: hingí wilo dibe ku perwerde ú gúhertinén kulturí/ronakbírí ne garantíyén  ku kesan dikin demokrat, húmaníst ú ENTELEKTÙELÈN  DÙRÙST. Belkí li véderé peyvoka ”DÙRÙST” xwedí graníke nú ye ú divét merov li ser vé peyvoké/vé fenomené rawesté.

 

Berí bi sé hefteyan di rojnama swédíde(DN) sernivíseke weha hebú: ”Car carna divét demokratí ú astí/húzúr bi sílahan bé parastin” ú xwedíyé van gotinan nivískar-  ú seroké PEN a (koma nivískaran) Ukraina, Volodymyr Yermolenko ye. Ev kes jí entelektúele ú entelektúelekí awrúpíye jí. Ù hemí kes famdiké ku di van gotinén wí de menfaetén ferdí túneye, dú-rútí ú ne-dúrústí jí túneye. Yermolenko li hemberí despotíya li ser welat ú gelé xwe di axivé ye,  ew dibéje ku ew demokrasí ú húzúra ku li Ukraina heye jí wé tékbice. Lewra ew mína entelektúelekí ku welaté wí hatíya ísgalkirin, talan ú tecawúzkirin metodeke nú/awakí nú bo rizgaríyé, demokrasíyé ú jíyaneke pak mína alternativeké dide gel é xwe ú hemí dinyayé.

Eger em dísa vegerina ser gotina Ingvar Carlsson, emé bikarin weha bibéjin: rasta, li Rwanda merov ji entelektúaltíyé bé héví dibe ú belkí jí li gelek derendin jí ti xér ú héví nemaye – lé li Ukraina hinek entelektúel serí na tawénin ú wezífa xwe yí entelektúelí dikin ú bi kar tínin.                                                                                                                                        

Helbet Ingvar Carlsson di analíza xwe de ne xelete, ji ber ku ew barbaríya li wir hatíye kirin(1) – zahmete ku bét famkirin ú ízah kirin. Lewra gelek ji wan qatilan akademísyan, xwendevan, pispor ú mamostebún.

Ha li vir em weha jí bibéjin;  ku mína seroké PEN a ukrainí dibéjit, gelek ronakbírén me yí kurdan jí(helbestvan, nivískar, akademísyan) di tekosína rizgaríya Kurdistan de(li basúr anjí Kurdistana Iraqé) mína pésmerge tevlí haraketa doza kurdí búúne. Eve jí cíhé qedr bilindíyekéye ú wana wezífa xwe wek entelektúlan pékanína.Li vir em kurd belkí seroké PEN a ukraní béhtir anjí ji gelekedin bastir famdikin.

Dawíya dawí herdem entelektúelí péwíste, ya bas ú rind jí ewe ú bi réya zanyarí ú pésketinén modern problem zútir ú cétir hal dibin. Her kesek anjí her entelektúelek xwedí berpirsíyaríya xwe ye ú emé hew karibin ku hemí entelektúelan weke hev bibínin ú binasin. Na, ewan jí mína hemí komik ú grúban jev cúdana ú xwedí méjú, bawerí ú prensíbén ferdí yén spesífíkin ú hemí ne mina weke hevin.

 

Nuri Aldur

 

Cavkaní:

  1. Ev demeke ez li ser resensíyona vé pirtúka Ingvar Carlsson; ku bi navé ” I sällskap med döden” e  di xebitim.  
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin