
Baregehên Heşdî Şebiyê bi dijwarî hatin bombebarankirin
.
Li parêzgehên Babil û Enbarê yên Îraqê şeva borî baregehên Heşdî Şebiyê bi dijwarî hatin bombebarankirin.
Birêvebiriya Ragihandinê ya Desteya Heşdî Şebiyê îro daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Fermandarê Operasyonên Enbarê yê Heşdî Şebiyê Sead Baicî li gel çend çekdarên din di encama êrişeke asmanî ya Amerîkayê ya li baregeha wan a fermandariyê de hatine kuştin.
Heşdî Şebiyê diyar kir ku ev êriş di demekê de bûye ku ew fermandar û çekdarên din mijûlî pêkanîna erkê xwe yê niştimanî bûne.
Heşdî Şebiyê ev êriş wekî "destdirêjiyeke tirsonek" bi nav kir.
Bangî aliyên siyasî kir
Heşdî Şebiyê di daxuyaniya xwe de bangî aliyên siyasî yên Îraqê kir ku berpirsyariya xwe hilgirin û li hemberî "binpêkirinên berdewam ên Amerîkayê" rawestin.
Heşdî Şebiyê tekez kir ku pêwîst e ji bo parastina serweriya welêt û danîna sînorekî ji bo wan êrişan helwesteke zelal û tund were wergirtin.
20 kuştî û birîndar hene
Li aliyê din, çavkaniyekê ji Birêvebiriya Tenduristiyê ya Enbarê ji Rûdawê re ragihand ku îro êrişeke asmanî li baregeheke Heşdî Şebiyê ya li herêma Hezbeyê hat kirin.
Li gorî zanyariyên destpêkê yên wê çavkaniyê, di êrişê de nêzîkî 20 kuştî û birîndar hene.
Medyaya Heşdî Şebiyê ji bilî kuştina Sead Baicî, kuştina du fermandarên xwe yên din jî ragihand.
Li gorî ragihandina medyaya Heşdî Şebiyê, Birêvebirê Îstixbarata Heşdî Şebiyê ya li Enbarê Wasiq Fertûsî û Birêvebirê Asayîşa Heşdî Şebiyê ya li Enbarê Heyder Memûrî jî hatine kuştin.
Berxwedana Îslamî 21 êriş pêk anîn
Di dema 24 demjimêrên borî de, ev cara heştemîn e ku êrişên asmanî li ser baregehên Heşdî Şebiyê yên li parêzgehên Babil, Enbar û Nînowayê tên kirin.
Li hemberî vê yekê komên Berxwedana Îslamî ragihand ku wan di nava 24 demjimêran de 21 êrişên bi mûşek û dronan li ser pêgehên Amerîkayê yên li Îraq û herêmê pêk anîn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin